=KTML_Bold=Ahmet Altan: Bi yek gotinek pirs û pirsgirêka kurdî=KTML_End=
Em hemwelatîyên heman dewletê ne.
Li ser heman axê dijîn.
Gelo, em hemû wek hev in?
De, bi zelalî bipirsim.
Tirk û Kurd wekhev in?
Yên ku bênavber bibêjin „bê guman em wekhev in“ jî dê hebin.
Em bi kurdan ra çiqas wekhev in?
Tirk bi tirkî diaxifin, Kurd jî bi kurdî.
Zimanê dewletê yê fermî çî ye?
Tirkî.
Loma ji alî ziman va em ne wekhev in, zimanê beşek ji hemwelatîyan „zimanê dewletê yê fermî“, zimanê beşeke din a mezin jî ne „fermî“ ye.
Perwerdeyîya li welat bi kîjan zimanî tê kirin?
Tirkî.
Dibistana ku perwerdeyîya wê bi kurdî be, heye?
Tune.
Zanîngeha ku perwerdeyî ya wê bi kurdî be, he ye?
Tune.
Bi Îngilîzî, Firansizî jî perwerdeyî tê kirin, lê bi kurdî nayê kirin.
Loma di xala perwerdeyîyê da jî em ne wekhev in.
Gor makezagonê ji hemwelatîyên vî welatî ra çi tê gotin?
Tirk.
Gelo, ji kurdan ra çi tê gotin?
Ji wan ra jî Tirk tê gotin.
Kurd, Tirk in?
Na.
Naxwe, em çima ji wan ra Tirk dibêjin.
Jiber ku makezagon wisa ferman dide.
Gor makezagonê, “kurdên” hemwelatîyên vî welatî dikarin bibin Kurd?
Nabin.
Loma gor makezagonê jî em ne wekhev in.
Di ziman da wekhev nînin, di perwerdeyîyê da wekhev nînin, di makezagonê da wekhev nînin.
Gelo, em li ku derê wekhev in.
Di çûyîna leşkerîyê da wekhev in, li tirkbûn û kurdbûnê nanihêrin hemûnyan dibin esker.
Di dayînâ bacê da wekhev in, bê cudahî ji hemû Kurd û Tirkan bacê digrin.
Ango, em di „berpirsîyarîya“ li gel dewletê da wekhev in.
Lêbelê, di girtina tiştên ji dewletê da em ne wekhev in.
Gor we di vê yeke da heqanîyetek he ye?
Karê leşkerîyê bi mirov bide kirin, bacê jê bigre, lê ziman wî, perwedeyî ya wî, wekhevîya wî ya makezagonî nepejirîne.
Dû ra jî bipirse ku “pirsgirek çîye”.
Bihêrs bibêje “tu çima pirsgirekan derdixî”.
Kurdan bikuje û bavêjê bîrê, li kûçe û kolanan da lêxe, di girtîgehan da tade lê bike.
Dema ku mirov li vê dîmenê binêre, gor we bingeha “pirs û pirsgireka Kurd” çî ye?
Gor min tenê yek sedemek vê pirsgirekê he ye.
Ne wekhevî.
Miletekî ku yê din wek êsîr bibîne.
Gotina wek „nijada min, zimanê min, mezintîya min qebûl bikî“.
Gelo, çima em bi kurdan ra wekhev nînin?
Dibêjin; „bi wan ra wekhev bin, heman mafî bidin wan, welatê me parçe dibe“.
Welatê kê parçe dibe?
Welatê me.
Em kî ne?
Tirk in.
Gelo Kurd kîne?
Ev der welatê wan jî nîne?
Bersiv hazir e, „bê guman welatê wan e jî“.
Baş e, ev der welatê me „hemûyan“ be çima tirsa me ya di derbarê welat da „wekhev“ nîne?
Ji bo ku em „parçe bibin“ ditirsin, lê Kurd çima ji bo „parçebûnê“ natirsin?
Çima, „xwedîyên“ welatek di derbarê tirsa wî welatî da jî nabin hevpar?
Em ditirsin, loma em difikirin ku ew sedem neheqîya ku me li wan kirî ye û wek xulam û xizmetgar dîtine, ew dê dawî li vê têkilîyê bînin û ji me biqetin.
Heger li welatekê ji du gelên mezin yek li ser yê din, bi destê zorê serdestîya xwe ferz bike, her gav ji “parçebûnê” ditirse.
Jixwe di encamê da jî parçe dibe.
Zimanê kurdan zimanek ji zimanên fermî be, ew jî bikaribin perwerdeyîya xwe bi kurdî bikin, di makezagonê da ji bo wan „Tirk“ neyê gotin, li Tirkîyê pirs û pirsgirêka Kurd dimîne?
Namîne.
Nexwe çareserkirina pirsgirekê kifş e.
Tew hêsan û ne zor e.
Bi wekhevîya me, pirsgirêk jî diqede.
Çima nikarin dawî li pirsgirekê bînin?
Jiber ku em naxwazin bibin „wekhev“
Gelo, „çima em naxwazin bi kurdan ra bibin yek?“
Tişta ku tirkan ji kurdan mezintir dike çî ye?
Qerebalıxtırbûn û xwedî hebûna artêşek e?
Ango çek e?
Ger ku hûn di destpêkê da dest bavêjin çekan, çima bi dengê çekên ku li çîyan diteqin matmayî dibîn?
Hûn dest ji çekan berdin, bi destê zorê daw û doza „efendîtîyê“ nekin, li çîyê jî çek mek namînin.
Pirs û pirsgirêk jî namîne.
Lêbelê divê hûn berê li rû Xwedê û qûlên wî „wekhevîbûnê“ bipejirînin.
***
Wegera ji Tirkî: İkram Oguz
Têbinî: Ahmet Altan ev nivîs kîngê nivîsîye nizanim. Cend roj berê di nav arşîva xwe da gerîyam û rest hatim, ku min vê nivîsê dema ku xwendîye û bi xendinê jî neskinîme û min ew wergerandîye kurdî.
Jiber kû niviseke balkêş û watedar e. Heta ku pirs û pirsgirêka Kurd çareser nebe, ji rastîya xwe tu tiştekê jî wenda nake.[1]