=KTML_Bold=Welî Sebrî – Yar û Mirad -2-=KTML_End=
Weli Sebrî
Pîrik carînan li ciyê xwe rûdinişt û di bêdengiyê de dima.
Na, tiştek nedigot û hema weha tenê ji xwe ra teşiya xwe dirist û pêra jî dilorand. Wê jî dizanîbû ku nevî ye û nevî jî şirîn e. Ew ronahiya herdû çavên wê û wê jî ji wî ra çi bikira hindik bû. Hişmenda vê malê, ne tenê di biçûkatiya wî da ji wî ra kir, lê hîn jî dike û wê bike jî. Belê, duh wê çi kiribe, îro jî dike û sibê jî… Ax, lê de wê îca ji kê ra kir û ji kê ra nekir. Roj hat wê ji hinekan ra pora serê xwe kir havlêk û roj jî hat qedr û qîmet da û hema çi ji destên wê hatibe wê kir û ji tu kesî texsîr nekir. Muhbeta Xelîl, ji jinan jineke xêrxwaz û alikarê der û ciranên xwe bû.
Ger ku wê ji nas û dostên xwe ra kiribe îca ji neviyê xwe ra neke dibe. Serê hûrikê wê timî li ser qefsinga wê û ew wer mezin bû. Mezin bû, lê ji germiya dilê Pîrikê girt û mezin bû. Belê, wî sincê xwe ji hizkirina Pîrikê girt û wer pijiya û mezin bû. Ked e û ew jî ya Pîrikê ye, na, ne kes dikare înkar bike û ne jî mafê wê bixwe.
Mala wan mala xwezanan û derê qonaxa wan jî ji her kesî ra vekirî bû.
Bi hatina mêvanan kê nebû ranebe ser xwe. Kê hebûye radibû ser xwe û ji alikî va jî dengê Xeloyê kalik bilind dibû.
Belê, dengê wî bilind dibû û wî digot:
“Qîzê, ka balîf û mîndera we…? Zû bikin û ji mêvanê ezîz ra doşek û balîfê bînin…!”
Di pey ra jî vedigeriya mêvanê xwe û di pêşwaziyê da digot:
“Weyy, ji wirê heta virê te pê li çavên me kiriye û tu wer hatiyî, ezîzê min. Tu hatiyî, lê tu ser seran û ser çavan ra hatiyî, ez heyran. De fermo, fermo. Kerem bike, rûne û bi kêfa xwe be…”
Êdî nan û av li ber te, eşq û şayî jî li gel te ye.
Dema ku mêvanek bihata jî li mala wan her kes bi rêz û giraniya xwe û bilî kalik, deng ji kesî dernediket.
Mêvan jî ku nebûya Pîrika Muhbê, her tim bi neviyê xwe ra têkildar bû.
Di wê gavê da te ji mala wan ra nedigot mal, lê te digot qey ciyê şano û dawetê ye.
Ger ku wê dest bi axftinê kiribe jî, ji xwe ra rûne û bi têra xwe guh bide xeberdanên wê û sûd û mefayê jê bibîne. Dîlan e û di wê dîlanê da jî sergovend Pîrika Muhbê û reqsvan jî Dildar e. Xeloyê kalik jî bila bi kêfa xwe be. Na, ne divê meriv wî aciz bike û ne jî pêşkarê wî bibe.
Ma ew nebû û wî timî digot:
„Ax, kalitî bila mala te xirab be. Na! Ez ne kal bûm, lê êş û derdan ez kal kirim. Kalitî bi wê xişîma xwe hat û li gel min jî hema çi hebûye da ber xwe, girt û pêl bi pêl bir; ne hizkirin, ne rûmet, ne qedr û qîmet, ne jî coş û kelecan ma…
Erê, wele! Wele, li ser du lingan reqisî û hat, çer hatibe wer jî çû. Ji min kalî ra jî êdî çi ku mabe, ew ma. Belê, ew …“
Dilê wî her bi êş û wî jî bi têra xwe dît û bi têra xwe kişand. Vê gavê ji xwe ra bêdeng û bila bi kêfa xwe be.
Geh bila di bîranînên xwe da were here û geh bi guhdariya xwe be. Ku dem hatibe helbet, helbet gotina ku bike heye û dike jî.
Ciyê ku Pîrika Muhbê jî lê bûye li wir axaftin ne kêm û li gel jî kêf û şayî, ken û henek bi têra xwe û ne hewceyê gotinan e ku meriv bike.
Dil e û dil ji her axaftinê hiznake, lê ji bo wê te nedikarî bigota. Ji ber ku dil nebû li ber suhbeta wê mest nebe.
Di wê malê da jiyan her bi wan xweş û bi wan watedar bû. Nivînên Dildar, li ser sekûyê û li cem yê Pîrika wî dihat raxistin. Ji aliyê malê yê ku digirt û dianî jî dayîka wî bû.
Ger ku nivînên wî jî hatibe ka kê dikarî Pîrika Muhbê bigre.
Xwezana birûmet dihat, lê bi lezûbez û taqeze dihat. Madem ku hatiye, ser seran û ser çavan ra hatiye.
Di hatinê da jî wê li ber serê delalê xwe çok dida erdê, rûdinişt û dem jî dema şevberikê ye.
Dem e ku te reng da pêda pêda germ dibe.
Bi hatina wê jî ji wan yek axaftevan û pêşkêşkarê destanan û yê din jî di xem û xiyalên rengîn da timî riwiyek ji riwiyên rê û dirban bû.
Dildar e geh di xem û xiyalên xwe yên rengîn da Siyabendê Silvî û dida pey pezkoviyan, geh ji siwaran siwarê hespê rewan Memê Alan û geh di qada şer da bi şûr û mertal û li gel Ristemê kal bû.
Pîrika Muhbê ku qala zilm û zordariyê bike îca Dildar berê xwe nade qada şer û naçe. Helbet, diçe û hem jî li hespê kûmêt siwar dibe û wer diçe.
Na, na! Ji wan ra ev ne tiştekî nuh bû.
Wek roja îro tê bîra Pîrikê û ji ber hebûna mêvanan wê nekarîbû di wê şeva bêbext da bi destê berxikê xwe bigire û wî bibe nav nivînan û ji wî ra qala çîrok û Destanên Kurdî bike.
Ji şevan ew şeva nexêr, li wan bibû jahr û ziqûm û herduyan jî nekarîbûn pelûyên çavan bidin hev û bi rehetî razin. Ji ber wê yekê jî Pîrika Muhbê tu car xwe efû nekir.
Şeva ku ji wê ra bibû şeva derd û kulan, di eynî demê da jî ji wê ra bû ders û ne wê carekê din neviyê xwe ji hebûna tûrikê xwe pêpar kir û ne jî wî bi tenê hîşt.
Xwedê bila êş û derdan nede nevî û nevî jî her bi tenduristiya xwe be. Ger ku bi tayê bikeve êdî ne kalik û ne jî Pîrik dikarin çavên xwe bidin hev û bêqisawet serê xwe bidin ser balgiyî û ji xew ra biçin.
Ne tenê kalik û Pîrik, lê dayik jî bi tayê dikeve û destên xwe dixe paşila xwe û heta sibê tê û dihere.
Pîrika Muhbê, di qumaşê xwe da jinikek xas, maqul û kedkar bû.
Ne tenê di wî sincê xwe da xas, lê di tûrikê xwe da jî dagirtî û zana bû. Ji xwe ew xasiya wê jî ji tûrikê wê dihat.
Ne teze, lê ji zû va hatiye gotin; ji zanayan netirse, lê hefsa xwe ji nezanan bike û ji wan bitirse.
Bi wê huner û marifeta xwe Pîrika Dildar jî, hema tu bibêje tacek ji taca zêrîn bû. Şev nebû wê qala destan û stran û çîrokên Kurdî nekira. Ew, ji jinan jinek xweşsuhbet û çê bû.
Her weha li Serheda şewitî jî qey şev hene ji şevan xweştirîn nebin. Tariya êvaran ku xwe bidaya rûyê erdê teze tu bihatayî mala kal û te bidîta û te guh bidaya axaftinjên wê.
Na, di wê malê da ne dawî li xaçepirs, ne zargotin, ne pêderxistinok û ne jî li lorikan dihat. Dengê wê jî bi qasî çîrokên wê xweş û meriv nedixwest bi dawî bibe. Wê, dirêj û dirêj digot. Digot, lê bi nermijokî û xweşik digot.
Pirka Muhbê, her bi ken û henek û hişmetiya xwe bû. Erê, ew her bi xeberdanên xwe bû, lê de wê heqê axaftinê dida û wer jî diaxifî.
Heta ku neviyê wê bi guhdariya xwe bûye, tu car ne wê fitina dida paş hevokên xwe û ne jî digot, bes e. Ica kê dikare bibêje ka qey wê çi kiriye.
Çi nekiriye…? Hema êdî çi ku ji destên wê hatibe wê kiriye, dike û wê bike jî.
Na, tu car wê ne ji bo nefsa canê xwe kir. Lê wê çi bikira ji bo neviyê xwe dikir. Hîn jî dike û ji kiryarên xwe jî tu car ne poşman e. Neviyê wê, her şev li ber çongên wê bû.
Ax, de bi roj jî bi fistanê wê va digirt û pê va dizeliqî, êdî ku di ku da biçûya dida pey û bi wê ra diçû.
Belê, bi roj wisa bû.
Bi şev jî bi guhdariya xwe û guhê wî timî li çîrokên dadika wî û jê têrbûn jî nebû.
Pîrik û nezanî. Wê jî dizanî ku ew çi bide ew ji wî ra dimîne.
Tiştê ku wê dida berxikê xwe ji wî ra perwerdeyî û bêyî wê jî qet nedibû.
Hûrikê malê Dildar jî, ji wan ra hem mirad, hem jî hêviyek ji hêviya pêşerojê bû. Şeva ku wê li ber serê delalê xwe çong nedabe erdê û dest bi axaftin, temî û şîret û meselokan nekira, nedibû.
Pîrka Dildar, ji jinan jinek dilşewat bû. Beriya ku dest bi axaftinê bike jî, dev dikir sûretên wî ên qerqaşî, pê ra hembêz dianî û bi têra xwe nebe jî pê şa dibû û êdî maç dikir û dawî jî lê nedianî.
Hizkirin e û ji hizkirinê jî têrbûn? Na, nebû. Her wiha bi xwe jî dizanî ku hizkirin ne tenê maçkirin e.
Axaftin jî hizkirin e û bi destgirtin û rakirin jî… Di wê şabûnê da heta ku wê qarîn û qîjîn bi delalê xwe nexista ne radibû, ne xwe dida alîkî û ne jî dixwest ji berxikê xwe dûr bibe.
Tu bibêje baş e ku Xeloyê kalik jî li malê ye. Ku ew jî nebe, îca ka kî heye
û kî dikare bibe alîkarê Dildar û wî ji nav lepên Pîrikê bigre û xelas bike.
Îca kalik…? Kalik û ji ber qarîn û qîjîna neviyê xwe aciz nebe.
Hema bi carekê berê xwe dida Muhba jina xwe û geh bi gotinên nexweş û geh bi hêrs û hema êdî çi ku hatibe ber devê wî, wî digot. Ancax, bi wî awayî neviyê xwe ji nava lepên Pîrikê digirt.
Dildar bû, Pîrika wî bi wî şa dibû. Ax, lê de ew jî her bi qîrîna xwe û wî geh berê xwe dida Pîrika xwe û geh berê xwe dida kalik û ji wî alîkarî dixwest û ji wî ra digot.
Ji Pîrikê ra jî digot:
“Pîrikêêê! Weyy, te ez peritandim. Weyy, bavo! Kalko tu li ku yî û çima tu deng nakî. Pîrikêê! Qet gunehê te bi min naye û tu nabînî ka tu çi dikî? Ax, te ez kuştim! De edî besee e lêêê…!”
Erê, gotin gotinên wî û wî jî wer digot. Digot, lê de Pîrika Muhbê û berdan…!? Na, wê ne ber dida û ne jî dixwest berde. Didî ku nikare xwe ji Pîrika xwe xelas bike, îca jî berê xwe dida kalikê xwe û ji wî alikarî dixwest.
Digot:
“Kalkooo, ka tu li ku yî…? Weyyy, bavo ez mirim! Kalko, ne min ji te ra got, lo. De zû bike were û min ji destê vê Pîrika min bigire û min xilas bike.
Lo, kalikooo! Ax, de bilezîne û zû were, ha! Wîî bavo, bi wan qîlikên xwe yên tûj ez peritandim. Nizanim ku ka kalikê min çima deng nake…? Eyy, hawar û hawara xwedê…!”
Eha, çi wextê ku dengê kalik bilind dibû teze wê çaxê wê qîlikên xwe ên tûj ji siretên borikî derdixist û berdida. Qarîn û qîjîna Dildar ku were guhê kalik û Xeloyê kalik deng neke. Na, ew kalik ne ev kalik bû. Ne kalikê ku digot; ‘kalbûnê li min kar kir, xortaniyê mala xwe ji cem min bar kir, qîzan rûyê xwe ji min guheri û bûkan dilê xwe ji min sarkir…’
Xeloyê kal, zû hêrs dibû. Dema ku hêrs jî dibû hem dengê xwe bilind dikir û hem jî dest diavêt gopalê xwe û dianî- dibir û li ba dikir. Wek çawa meriv here cengê û bi mêrxasên heft gundan ra şer kiribe bi wî awayî xwe liba dikir.
Yekem, digot:
“De îca tu were min û vê kafirbavê, ha! Qîzê, de rabe! Rabe û te lawikê min helak kir. Qîzê, ka bibêje îca tu ji berxîkê min çi dixwazî û dawa çi dikî.
Nizanim ka îca tu li belayê xwe digerî, hi…! ”
Didît hîn Pîrik bi ya xwe ye û naxwaze ji ser lawik rabibe, hey diçû hêrsa wî zêde dibû û ji xwe hedûr jî li wî winda û nedikarî ku xwe zeft bike.
Bi wê hêrsa xwe digot:
“Qîzêêê, qîza kafirbavêêê….! Bê hey, bêbav û bêîmanê…! Bêfama qîza bêfama, qey tu ji gotinê fêm nakî û ji Dildarê min çi dixwazî, hi. Kerê, îca ez ji kê ra dibêjim, ne ez ji te ra dibêjim ji te ra.[1]