Navê pirtûkê: Yar û Mirad I
Navê nivîskar: Welî Sebrî
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: Roşna
Sala çapê: 2021
Bêguman diyariyên herî giranbiha û nirxdar, pirtk in.
Îro dostê hêja Welî Sebrî romana xwe ya bi navê YAR Û MIRAD–I, wek diyarî ji min re hinartiye. Birader Xurşîd jî bi dest anî malê û da min. Ji ber ku rojî ye, çay an qehwe jî venexwar.
Berî ku pirtûk çap bibe, haya min ji naveroka wê hebû.
Ev gotina gorbihişt a Xalid Begê Cibrî ku gotiye: ”Mirineke bi şeref ji jiyaneke bêşeref çêtir e” pir bala meriv dikişîne.
Hêja ye ku her kes pirtûkê bixwîne û ageh ji naveroka wê hebe, xasma jî nivşên nûhatî.
Ev pirtûka ku li Amedê, ji aliyê Weşanxaneya Roşnayê ve (rlezgin@hotmail.com) hatiye weşandin, 240 rûpel e, bi mezinatiya 13.5 x 19.5 e û ji aliyê teknîkî ve jî spehî çêbûye.
Xuya ye ku wê nivîskarê me rêzdar Welî Sebrî, li nivîsandina romanan bi vî navî bidomîne. Ez wî pîroz dikin û jê re serkeftin dixwazin
Bi hêviya gelek berhemên dî, her şad û bextewer bit.
Zeynelabıdin Zinar[1]