Navê pirtûkê: PÊLÊN DERYAYA REŞ
Navê nivîskar: #Firat Cewerî#
Cihê çapkirina pirtûkê: Stanbul
Navê çapxaneyê: Avesta
Sala çapê: 2015
Firat Cewerî Di sala 1994an de ji aliyê Yekîtiya Nivîskarên Swêdê û bi hevkariya yekîtiyên nivîskarên gelek welatan, ji bo çarsed nivîskarên ji sih welatên cihê, bi keştiyekê rêwîtiyeke Deryaya Reş li dar ketibû. Firat Cewerî jî, bi herdu nivîskarên kurd; Mehmed Uzun û Ordîxanê Celîl, beşdarî vê rêwîtiyê bûbû. Herweha digel gelek nivîskarên dinyayê ên navdar, tibabek nivîskarên tirk ên mîna Orhan Pamuk, Can Yücel, Mario Levi, Vedat Türkali, Arif Damar, Bekir Yıldız û hwd. jî di rêwîtiyê de cih girtibûn. Cewerî, ev rêwîtiya ku di dîroka edebiyata dinyayê de cihekî taybetî digire, roj bi roj li qelemê daye, digel seredan û dîroka welatên Deryaya Reş, fikir û ramanên nivîskaran, sohbet û gotûbêjên rêwîtiyê û rewşa siyasî ya wê demê bi gernameyeke di tama romanê de gihandiye me...[1]