eliyê Çemçelî yê li gundê Çemçelî yê parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê salane di navbera mehên Gulan û Îlonê de hejmareke zêde ya geştyaran berê xwe didin vî gelî û bo dema çend rojan li cihên cuda yên navçeyê geştên rojane pêktînin. Gelî bi xweza, sûlav û kaniyên xwe yên sar di sektora geştyariya gund de roleke sereke dibîne.
Geştiyar Orhan Kozan got “Ev roja me ya sêyem e li vê deverê. Di roja yekem de em çûn cihê herî bilind ê Munzurê Akbabayê. Me doh jî serdana Duzgun Baba kir. Em îro jî hatin devera Çemçelî.”
Geliyê Çemçelî 20 kîlometre dûrî navenda Dêrsimê ye. Li gelî keleheke dîrokî û bermayên pireke dîrokî jî hene. Ji ber vê jî wek qadeke lêkolînên arkeolêjîk hatiye tomarkirin. Geştyar ji ber xwezaya pirreng û helwêsta xelkê navçeyê ya li beramber wan kêfxweşiya xwe tînin ziman.
Geştiyar Cansu Arslan dibêje “Mirovên wê berî her tiştî gelekî xwîngerm in. Hez ji alîkariyê dikin. Dema hûn di rê re derbas dibin apên Dêrsimî dibêjin hûn dê biçin ku em ji we re bibin alîkar.”
Parêzgeha Dêrsimê ya Bakurê Kurdistanê bi xweza, çiya, gelî û newalên xwe di her çar demsalan de bala geştiyar, xwezahez û çiyageran dikşîne. Li gor amarên parêzgariya Dêrsimê heta dawiya havîna 2021ê nêzîkî milyonek geştyaran serdana Dêrsim û navçeyên wê kiribûn.[1]