=KTML_Bold=Li Lozanê helwesta li dijî Lozanê=KTML_End=
=KTML_Underline=Rauf KARAKOÇAN=KTML_End=
Di ser parçekirina Kurdistanê ya bi Peymana Lozanê re sed sal derbas bûn. Di vê sedsalê de Kurdistan kirin sifreya guran. Êdî bindestî nemaye ku netewedewletên li Rojhilata Navîn neanîne serê gelê Kurd. Li Kurdistana dagirkirî her ku çû mêtingerî kûrtir bû. Kurd ji bo polîtîkayên ‘parçe bike- bi rê ve bibe’ kirin qurbanî. Komkujî li pey hev hatin. Ziman û çanda Kurdan hat qedexekirin, çavkaniyên wê yên aboriyê hatin dizîn, ji aliyê siyasî ve tune hesibandin, hat înkarkirin, hat asîmîlekirin.
Hêzên ku li Lozanê ji bo parçekirina Kurdistanê û qirkirina Kurdan ferman derxistin, îro dîsa li ser dikê ne û ketine nava lîstikeke gelekî xeternaktir. Heke sedsala yekemîn a Lozanê rê li ber parçebûna Kurdistanê vekiriye, di sedsala duyemîn de hewl didin Kurdan bi temamî tesfiye bikin. Ji bo balê bikişînin ser vê xetereyê pêwîst e bi awayekî radîkaltir û rasyonel nêzî vê mijarê bibin û fêm bikin ku pêvajoya em tê re derbas dibin pêvajoyeke normal nîn e.
Di van rojan de li Lozanê konferansek li dijî Peymana Lozanê ya ku sedsal berê ji bo qirkirina Kurdan hatiye îmzekirin, li dar dikeve da ku pirsgirêkan çareser dike û çareseriyan nîqaş dike. Bê guman girîng e, hêja ye. Divê êdî ji wê astê derbas bibin ku tenê qala derbederbûna Kurdan bikin. Tenê hatina cem hev têrê nake. Wek gel divê haya me ji karesata em tê de, tesfiyeya mezin a di dema pêş de li benda me ye û ji bo yekitiya neteweyî gavên cidî biavêjin, biryardar bibin, helwesteke hevpar û pratîk nîşan bidin.
Kurd tenê li Lozanê nîqaşê dikin, lê belê mêtinger û hevkarên wan ên herêmî ber bi planên tasfiyeyê ve gavên şênber diavêjin. Ji bo qedandina Tevgera Azadiyê ya Kurd êrişeke giran didomînin. Tevî hilweşîna aboriyê ku hatiye ber îflasê jî, dewleta Tirk çavkaniyên şer peyda dike û komkujiyên xwe didomîne. Hewl didin tecrîda li ser serok Apo asayî bikin û pêvajoya tesfiyekirina fîzîkî jî piştî wê qonaxê tê nirxandin.
Hedefa pêşîn Rojava ye, Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye. DYA, Rûsya, Îran, Tirkiye û monarşiya Barzanî ji bo Rojava senaryoyên ecêb çêdikin. Hesabên ji bo tunekirina Rêveberiya Xweser dikin. Jixwe çeteyên ENKS'ê li herêmên ji aliyê dewleta Tirk ve hatine dagirkirin komî ser hev bûne. Dibe ku di demeke nêz de çeteyên Roj tevî çeteyên DAIŞ, Artêşa Azad û El Nusra li qadên dagirkeriyê derkevin dewriyeyê. Bi vê armancê saziya îstîxbaratê ya bi navê Saziya Alîkariyê ya Barzanî ya li Efrînê dest bi însiyatîfên şênber kir. Hewl didin QSD, YPG û YPJ’ê ji hev belav bikin. Saziyên think-tankê planên xwe yên ji bo dagirkirina Rojava çêdikin.
Pêvajoyeke Lozanê ya nû li gorî berfirehbûna dewleta Tirk û pêşdîtina tesfiyekirina têkoşîna azadiyê ya Kurd li ber derî ye. Divê em pê nexapin ku Kurdên li Bakurê Kurdistanê di parlamentoyê de ne. Saet ji bo tasfiyekirina Kurdan hatine eyarkirin. Mîna qeyûmên li ser şaredariyan, hemû destkeftî dikarin bi carekê de bên tesfiyekirin. Bila kes qala hiqûq, edalet, mafên mirovan, peymanên navneteweyî yên pêwendîdar, normên exlaqî neke. Li Îmraliyê hiqûq tê pêkanîn! Ew hiqûq bi giştî li ser Kurdan tê sepandin. Jixwe nêrîneke din xeflet e.
Monarşiya Barzanî ku di çaryeka dawîn a sedsalê de li Başûre Kurdistanê ava bû, di çarçoveya planên tesfiyeyê de wek modelekê ye. Deriyên Başûrê Kurdistanê li ber mêtingeriya Tirk vekirî ne. PDK di tesfiyekirina PKK'ê de bi rola herî xedar radibe. Xiyanetê wek fezîletekê dibîne. Di şerê li dijî PKK'ê de bûye amûreke baş. Bi monarşiya ku di qada serweriyê de ava kiriye, dixwaze mafê jiyanê ji yên din re înkar bike. Ji malbata xwe jî (hewarên Ethem Barzanî tên zanîn), tu carî cih nade tu muxalîfan. Ji bo ku bibe yekane hikumdarê Başûrê Kurdistanê, hewl dide tevî YNK’ê hemû fraksiyonan ji holê rake.
Qirkirina Kurdan dewam dike û ji bo Kurdên Rojhilat jî xetere mezintir dibe. Îran bi qasî ku dijberiya sîstema kapîtalîst dike, dijberiya Kurdan jî dike. Rejîma îslamî ya Îranê ji bilî qirkirina Kurdan a li Rojhilatê Kurdistanê tu polîtîkayeke xwe ya çareseriyê nîn e. Ji bo parçeyên din ên Kurdistanê jî polîtîkayên xwe hene. Ji bo bidawîkirina rewşa heyî ya li Rojava, aliyekî dan û standinên qirêjî yên bi Rûsya, Tirkiye û Sûriyeyê re ye.
Ji van hemû geşedanan ev encam derdikeve: Di sedsala duyan a Lozanê de, pergala kapîtalîst, dewletên mêtinger û hevkarên wan ên xwecih li ser tesfiyekirina Kurdan disekinin û fermanên nû ji bo Kurdan di dewrê de ne; lewma jî divê ji serî ve muhasebeyeke baş were kirin.
Dema ku li Lozanê li dijî Lozanê radiwestin, divê ev helwest heta çar parçeyên Kurdistanê were berbelavkirin. Divê em bi konferansan têr nebin. Lozanên nû, bi rabûna li ber deriyê saziyên Ewropayê, çalakî û pratîkkirina bênavber heta ku encam bê girtin, dikarin bên astengkirin. Pêngava herî şênber a divê were avêtin, ji bo Kurdan nîşaneya herî girîng e, zelalbûna rewşa xeternak a giran a serok Apo û rakirina tecrîdê ye. Divê pêwîstiyên hiqûqa naveneteweyî li Îmraliyê jî bi cih bên. Ji bo Kurdan pêwîstî bi diyarkirina nexşerêyeke nû bi planeke çalakiyan a demdirêj heye. Divê neyê jibîrkirin ku gotinên nebin pratîk, mixabin gotinên vik û vala ne.[1]