کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
زندگینامە
فرهاد بیگی گروسی
11-06-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
شیرزاد ایلیاس عفر
08-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیلان علی روو مکری
08-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیریوان خلف علی
05-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیلان احمد جاسو
05-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیرین هسن شوان سعدو
05-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیرین خلف حسو
05-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیرین خدر خدر علی
05-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
ملا سید احمد فیلسوف
31-05-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
شیرین حیدر سعید خدر
25-05-2024
سارا سردار
آمار
مقالات 518,676
عکس ها 105,499
کتاب PDF 19,444
فایل های مرتبط 97,472
ویدئو 1,394
شهدا
ژینا امینی
زندگینامە
لاری کرمانشاهی
زندگینامە
نوشیروان علی
اماکن باستانی
معبد آناهیتا
زندگینامە
عزیز یوسفی
Mîrateya azadiyê –3
همکاران کوردیپیدیا، آرشیو ملی ما را موضوعیانه، بی طرفانه، مسئولانه و حرفه ای ثبت می کنند..
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Mîrateya azadiyê –3
=KTML_Bold=III. Di Civaka Xwezayî De Meyla Azadiyê=KTML_End=
Li gorî lêkolînên arkeolojîk cureya jê re tê gotin mirov li rojhilatê Efrîkayê, li derdora gola Vîctoryayê teqrîben ji beriya 3-4 milyon sal dest bi jiyana xwe dike (ji ber ku encamên cuda yên wekî 5, 7, 3 yan jî 2 milyon hene me gotiye teqrîben). Ji ber taybetmendiya mijara me pir ne girîng e ku kîjan ji van rast e. Ev nayê maneya ku ‘dem’ yan jî ‘kêlî’ ne xwediyê girîngiyekê ye. Bi taybetî gava ku sîstemên gerdûnî yan sîstemên civakî dikevin rewşa kaos û krîzê kêliya herî biçûk jî xwediyê girîngiyeke pir mezin e. Fîlozofên azadiyê kêliyên bi vî şiklî wekî kêliyên afirîna azad bin av dikin. Niha ji bo mijara me daneya girîng ew e ku demeke pir zêde dûr û dirêj a wekî bi milyonan sal li derdora gola Vîctorya jiyana civakî dest pê kiriye.
Ev gol hê heta bi vê serdemê jî ji aliyê jiyana sewal û dar û daristan û nebatan ve xwediyê derfetên pir dewlemend e. Tebî gava ku zemanê di ser re derbas bûyî hate hesibandin li ber çavê mirov dîmeneke weke bihuştê çêdibe. Bi temamî nehatiye tesbîtkirin ku curê mirov bi rêya mutasyonan (guherînên genetik ên ji nişka ve ku ji ber bandora tîrêjên ultraviyole yan jî bi bandora kîmyewî û hwd. pêk tên) yan jî bi rêya beridîneke (tekâmul-evrim) dûr û dirêj ji prîmatan qut bûye. Tebî ev jî mijareke lêkolînê ya biyolojî, antropolojî yan jî zanistên civakî ye (felsefe jî di nav de). Lê di encamê de bi awayekî, mirov bi rêya civakbûnê, ji prîmatan qut bûye û xwe gihandiye roja me ya îro. Gola Vîctoryayê ku ji civakîbûna mirov re yanî ji derketina holê ya mirov re malovanî kiriye, di Rîfa Rojhilatê Efrîkayê de ye. Ev rîft li rîfta rojhilatê Deryayê Spî tê girêdan. Rîfta dawî jî xwe digihîne sîstema çiyayên Zagros-Toros. Civaka mirov bi awayê klan bi rêya rîftan û rêyên cuda li çar aliyan belav bûye. Çengê herî xwediyê şens ê ku bi rêya rîftan xwe gihandiye sîstema çiyayên Toros-Zagros e. Rêvîtî û serpêhatiyên vê çengê civakê, mijareke pir cuda ye. Ji ber wê yekê em li mijara xwe dizivrin.
Piştî ku mirov ji prîmatan qut bû, ji xwe re pergaleke civakî ya jê re ‘klan’ tê gotin çêkiriye. Lêkolînên zanistî hejmara endamên klanê li derdora 20-30 kesî didin diyarkirin. Di vê pergala civakî (klan) de jin di navendê de ye; Ji ber ku jin, endamên ku klanê pêk tînîn yanî zarokan tîne û mezin dike, heta ku dibe endameke/î têra xwe bike bi xwedî dike (têrkirin, paqijî, perwerde û hwd.). Dîsa li gorî lêkolînên antropolog, arkeologan şert û mercên klanên despêkê dest didan ku klan debara xwe bêhtirîn bi komkirin û xwarina pel û pincaran bike. Heman encamên lêkolînên bi vî şiklî, derdixin holê ku di karbeşiya nav klanê ya navbera mêr û jinê de komkirina pel û pincaran zêdetir karê jinê bûye. Dema her du faktor li gel yek têne hizirîn, asayî ye jin-dayik di navenda civakê-klanê de cihê xwe bigire. Disa dema anatomiya mirov (yanî mîde, diran, rovî û hemû sîstema metabolîzmayê û hwd.) tê hesabkirin mirov ji aliyê biyolojik ve nêzîkî zindiyên debara xwe bi pel û pincaran dike. Girîngiya vê ew e ku herî kêm di serdema civaka xwezayî de têza ku jin-dayik di navendê civak-klanê de bûye pişrast bibe. Tebî dema ku aboriya civakê,ji nû ve afirandina civakê dibe karê jin-dayikê jî di klanê de jin-dayik bi van taybetmendiyên xwe di heman demê de di navenda azadiyê de cih digire; ji ber ku avakirina civakê karê wê yê sereke ye û mijûlahiya avakirina civakê jî zêde zêde bi azadiyê re eleqadar e.
Ev heqîqata li jor hatiye ziman hema ne analîzên wisa ku tenê xwe dispêrin, faraziyên (tez) teorîk in. Li gorî ku Sumerologan ji tabletên nivîskî yên Sumeran daxistina û fêm kirine; di dîroka nivîskî ya mirovahiyê de cara destpêkê azadî weke têgehekê li vê derê derbas dibe. Li gorî destanê di wê serdemê de qralekî pir zalim hebûye. Gelê ku bi çendîn salan ji dest vî qralê zalim bê zar dibe, xwe pir baş rêxistin dike û di encama îsyaneke serkeftî de digihîje azadiya xwe. yanî bi qasî ku tê zanîn cara destpêkê di vê tableta Sumeran de gotina azadiyê derbas dibe. Di vê destanê de peyva azadiyê bi amargî tê tarîfkirin. Amargî di Sumeran de di heman demê de tê maneya vegera li hembêza dayikê. Em bawer in bi qasî ku gotin hewce neke her tişt li ber çav e.
Disa hewce ye em di vê nuxteyê de bînin ziman ku heya bi serdema hiyerarşî û desthilatdariyê, civaka xwezayî ruxmî ku bi azadî jiyan kiriye ev negihandiye asteke têgehî, tenê wekî meylekê wekî heqîqatekê pê jiyan kiriye. Ev dane jî wekî têkiliya jinê bi azadiyê re, ne tezeke ne şênber a teorîk e. Hin zanyarên li ser civakên pigmen ên li Awûstralya di rewşa civaka xwazayî (komînal)de jiyan dikin, dîsa li ser hin civakên di kûraniya Amazonan de jiyan dikin lêkolîn kirine û ew demeke pir dirêj şopandine, lêkolîn li ser peyvên bi kar tînin kirine lê rastî kelîmeya ‘azadiyê’ nehatine.
Pergala civakî ya jê re klan tê gotin, heta bi serdema Neolotîkê didome. Di serdema Neolîtîkê de jî xwe vediguherîne asteke bilintir a rêxistinbûnê ya qebîleyan, û di nava forma qebîleyê de xwe dide domandin. Hem di serdema paleotîkê de û hem jî di serdema neolîtîkê de civaka mirovahiyê bi awayekî xwezayî jiyan dike.
Rêberê Azadiya Gelan Abdullah Ocalan serdema jiyana curê mirov a piştî ku ji prîmatan qut dibe heta bi derketina hiyerarşiyê wekî serdema civaka xwezayî bi nav dike. Disa pêvajoya civaka xwezayî wekî civaka exlaqî-polîtîk tê destnîşankirin. Me li jor hewl dabû em têkiliya azadî û exlaqî, têkiliya azadî polîtîkayê bînin ziman. Disa pêwendiya xwebûn û azadiyê hatibû ziman. Dibe ku ji ber ku rasterast têkiliya azadî polîtîka yan jî exlaq û azadiyê di ser civaka mirov re hate tarîfkirin, têkiliya azadiyê û xwebûnê (bûn hebûneke xwediyê ferq û cudahî) ji bo civaka mirov zêde balê nekişandibe. Hin fîlozofên weke Horkmeir û Adorno bi temamî ji vê perspektîfê ve li bûyerê dinêrin û balê dikişînin vê rewşê, û azadiyê wekî helwesta ‘mirovbûnê-ji ber ku beşeke prîmatan sedem çi dibe bila bibe, ji prîmatên din qut bûye, di encama hewldana xwebûnê de bûye curê mirov- bi nav dikin. Li gorî pênaseya wan azadî ‘mirovbûn’ e. Eger mirov bîne bîra xwe ku rêxistinbûna klanê, qonaxa destpêkê ya mirovbûnê ye, civaka destpêkê ye wê demê giranî û girîngiya civaka xwezayî hê baştir xwe dide der.
Pergala klanê çawa ye; Hin endam pel û pincaran kom dikin, hin kes eger hebe diçin nêçîra sewalên li derdorê. Her endam bi karekî, bi xebatek ku jiyana klanê eleqadar dike re mijûl dibe. Jixwe her xebata endamek pê radibe, kêrî jiyana klanê tê. Ji derveyê vê jî ti kes ti kar û xebateke cuda ku ne di berjewendiya klanê de ye nafikire. yan jî dema ku hêza hin kesan têra xebatekê neke yên din wê/wî temam dikin. Endameke/î klanê ji bo hemû klanê ye û hemû klan jî ji bo wê/î ye. Yan wê hemû klan bi hev re jiyan bike yan hemû klan tine bibe. Jixwe ji bo klanekê, jiyan di maneya jiyana azad de ye; jiyan (hebûna klanê) û azadî heman tişt e. Yan hemû qlan bi hev re yan jî qet. Çi karê ji bo berjewendiya klanê hebe, ji meşekê bigire, nêçîrek, pel û pincar komkirin, heta razaneke endamekê/î ( ji ber ku endamek ji derveyê klanê nayê fikirîn hebûna, mayina endamekê/î li berjewendiya klanê ye), paqijî kirin, xwarin xwarin, bi giya û darekê re mijûlbûyin hemû kar û xebata civakî (klan) bi rêgezekê, qural û qeîdeyekê tê kirin (exlaq). Mînak, em bifikirin ku jiyana klaneke 20-30 kesî li ser nêçîra kevroşkan e. Bi îhtimaleke mezin wekî her nêçîrê, bi şiklekî bê deng û wekî sîbera wê şopandina nêçîrê, ji bo wê klanê rêgezeke jiyanî ye. Ji ber ku eger ew nêçîr nebe, jiyana wê klanê di xetereyê de ye. Di heman demê de ev pêvajoya şopandin û xwe gihandin rêgezên em behsa wan dikin, zekayeke herikbar hewce dike. Wê deme mirov dikare azadiyê wekî hêza avakirina civakê pênase bike, û ji bo exlaqê jî bibêjê sekna bê hempa ya wê klanê.
Klana me piştî ku gava xwe diavêje nav pêvajoyê mirovbûnê, dest pê dike bi hemû hewldanên xwe ji zindiyên li derdorê cuda be. Lê di heman demê de tewazina di navbera klanên din, xweza û gerdûnê de jî her li ber çav digire. Ev cudabûna ji zindî û hebûnên din di maneya ferqkirina hebûna xwe de ye. Bûyera ferqkirina xwe bi xwe ku ew zindiyek cuda ye, û ferqkirina gerdûna li derdora xwe, rasterast bi fonksiyonelbûn û li asteke herî pêşbûna zekayê re eleqadar e. Zekayeke fonksiyonel û nermtir jî her ku diçe asta xwe ya zanebûnê bilintir dike. Civaka (klan) ku di astekî diyar de zanebûna xwe zêde kirî, ew çend jî nêzîkî azadiyê ye. Ji aliyê din ve dizane parçeyek ji xwezaya derdorê ye. Klana me ku bi rêgezên jiyanê hesiyaye, ferq kiriye ku dikare xwe çawa li ser lingan bigire. Ji ber vê yekê timî di nav hewldanekê de ye gelo ew ê çawa debara xwe bike, li derdorê çi nebat û pel û pincar, kîjan sewalên kêrî nêçîrê tên hene (ji bo jiyana civaka klanê were domandin). Mînak, eger li nêzîkê wê çemeke masî tê de heye hebe, her dişopîne ku di kîjan demsalê de masî kêm dibin yan jî zêde dibin. Masî çawa dikare were girtin, her pêre mijûl dibe. Eger ew klan tenê li ser nêçîra masiyan jiyana xwe bidomîne, dibe ku hirçên li derdorê jê re bibin raqîb û hevrik. Werhasil kar û xebata li ser jiyan û pêşeroja klanê, dibe polîtîkaya wê klanê. Eger klanek (yan jî endameke/î wê) di vê maneyê de çiqas jêhatî û zêkî be, ewqas polîtîk e û ewqas nêzîkî azadiyê ye; ji ber ku kar û barê avakirina civakê bi ser dixe.
Dema ku em bixwazin fêm bikin ku civaka xwezayî ji bo serdema me çi îfade dike, tenê em bizanin jiyana civakî ya mirov bi milyonan sal wisa berdewam kiriye têrê dike. Lê derketina sîstema heyerarşî û heta desthilatdarî û dewletê jî di nav de, pergalên ji derveyê civaka xwezayî zêde zêde li 6-7 hezar salî derbas nakin. Li aliyekî pergala civaka xwezayî û li aliyê din pergala hiyerarşî, desthilatdarî û dewletê heye. Ya destpêkê bi milyonan sal berdewam kiriye, ya duyemîn wekî dibêjin bifire jî li deh hezar salî qet derbas nake. Di maneyekê de desthilatdarî û dewlet, li pêşberê pergala civaka xwezayî nagihîje mînaka dilopa di nav okyanusê de jî. Em van çima dibêjin, ma çi girîngiya wê heye ku pêvajoya civaka xwezayî bi milyonan sal û pergala bi desthilatdarî jî tenê herî zêde deh hezar sal vir de be? (di rastiyê de 4-5 hezar sal e û nagêhêje 6 hezar salan jî). Ji berk u mirov ji aliyê civakî ve di vê serdema dûr û dirêj de şikil girtiye, û bûye mirov ( mirovbûn yan jî mirovatî bi azadiyê tê destgirtin).
Serdema ku mirov bi formata klanê jiyan kiriye, ji ber taybetmendiyên xwe ne şiklek ji rêzê yê civakî ye. Civaka mirov taybetmendiyên xwe yên bingehîn ên weke azadî, exlaq, polîtîka, jiyana komînal û kolektîf, wekhevî (li ser esasê ku ferq û cudahiyan li ber çav bigire) û hwd. hemû di vê qonaxê de wergirtine. Bi kurtasî bi hemû van taybetmendiyên xwe yên ku heta îro jî hemû bi azadiyê re rasterast têkildar in, bûye mirov. Fîlozofê mezin F. Niesztche ku rastiya kapîtalîzma hoveber a civak bê polîtîka, bê exlaq û di pêşberê nanoziko de kiriye kole di ss 19. ferq kiriye, reaksiyon û bertekeke mezin nîşan daye. Li ser vê esasê tîpolojiyeke mirovê nû, bi gotina wî bi xwe ‘mirovê/a bilind-raser’ pêşniyar kiriye. Gava ku mirov berhema wî ya bi navê “Wisa Bifermo Zerdeşt” dixwîne û hizrên wî yên din çav lê dike, pêşniyar û pêşdîtina wî ya bi şiklê ‘mirovê/a bilind-raser’ ne ji endamê/î civakek polîtîk, exlaqî, komînal û kolektîf dûr e. Civakên heta di serdema me de jiyan dikin jî, bêyî yek ji van taybetmendiyan, bêyî ku mirov pir şîrove bike çiqas nêzîkî koletiyê ne li ber çav e; civaka ku ji bo berjewendiyên xwe yên neteweyî, çandî, ji bo pêşeroja xwe û dîroka xwe têkoşîn nameşîne yanî bê polîtîka maye, û nikare li exlaqa xwe jî xwedî derkeve. Jixwe civakek bi vî şiklî azadiya xwe ji mêjve ji dest daye. Bi pênaseya Rêberê Azadiya Gelan Abdullah Ocalan, “dişibe mirişkek serê wê hatiye qutkirin”.
Çavkanî:
Sosyolojiya Azadiyê, Parastina Gelekî-Abdullah Ocalan
Wisa Bifermo Zerdeşt-F. Niestzche
Ekolojiya Azadiyê -Mûray Bookchinv[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 309 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://hawarnews.com/ - 09-06-2023
آیتم های مرتبط: 3
تاریخ و حوادث
تحقیقات مختصر
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 30-08-2021 (3 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: اجتماعی
کشور - اقلیم: کردستان
فراداده فنی
کیفیت مورد: 84%
84%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 09-06-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 10-06-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 10-06-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 309 بار مشاهده شده است
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
اماکن باستانی
بازار خرم آباد
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
زندگینامە
سارا خضریانی
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
کتابخانه
غمنوای کوهستان
کتابخانه
جغرافیای لرستان
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
عزیز یوسفی
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
هانا وکیل
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
روژین دولتی
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
کتابخانه
افسانەهای لری
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
شاهزاده خورشید
زندگینامە
سوسن رازانی

واقعی
شهدا
ژینا امینی
22-09-2022
شادی آکوهی
ژینا امینی
زندگینامە
لاری کرمانشاهی
22-10-2022
شادی آکوهی
لاری کرمانشاهی
زندگینامە
نوشیروان علی
24-12-2023
سارا سردار
نوشیروان علی
اماکن باستانی
معبد آناهیتا
06-03-2024
سارا سردار
معبد آناهیتا
زندگینامە
عزیز یوسفی
04-05-2024
شادی آکوهی
عزیز یوسفی
موضوع جدید
زندگینامە
فرهاد بیگی گروسی
11-06-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
شیرزاد ایلیاس عفر
08-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیلان علی روو مکری
08-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیریوان خلف علی
05-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیلان احمد جاسو
05-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیرین هسن شوان سعدو
05-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیرین خلف حسو
05-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
شیرین خدر خدر علی
05-06-2024
سارا سردار
زندگینامە
ملا سید احمد فیلسوف
31-05-2024
شادی آکوهی
زندگینامە
شیرین حیدر سعید خدر
25-05-2024
سارا سردار
آمار
مقالات 518,676
عکس ها 105,499
کتاب PDF 19,444
فایل های مرتبط 97,472
ویدئو 1,394
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
اماکن باستانی
بازار خرم آباد
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
زندگینامە
سارا خضریانی
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
کتابخانه
غمنوای کوهستان
کتابخانه
جغرافیای لرستان
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
زندگینامە
هلیا برخی
زندگینامە
عزیز یوسفی
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
هانا وکیل
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
زندگینامە
روژین دولتی
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
کتابخانه
افسانەهای لری
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
زندگینامە
جمشید عندلیبی
زندگینامە
شاهزاده خورشید
زندگینامە
سوسن رازانی
پوشه ها
اماکن - توپوگرافی - دامنه تپه اماکن - زبان- لهجە - ک. شمال اماکن - شهرها - آکری اماکن - شهرها - دهوک اماکن - کشور - اقلیم - جنوب کردستان اماکن - محل - روستا زندگینامە - پیشه - تاریخ نویس زندگینامە - پیشه - شاهزادە کرد زندگینامە - در قید حیات هستند؟ - خیر زندگینامە - ملیت - کرد

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.58
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.454 ثانیه