=KTML_Bold=Dewlemendîya Kurdî û Seraya Mamed Axa=KTML_End=
İkram Oguz
Şevek ji şevên zivistanê.
Şevên sar û dirêj…
Civata gund li oda mêran û li dora sobê saz bibû.
Di sobê da kermeyên ji gomên pez û gunîyên ji Çîyayê Şawelat dişewitîn û bi tîna xwe ode germ dikirin.
Di pêxrîka sobê ra dûman hildikişîya û ber bi ezman bilind dibû, di kuleka odê ra jî dengê Şakiro derdiket û li seranserê gund belav dibû.
Mêr û kalemêrên gund jî guh dabûn hoperloya (xweşdengdan) teyîbê û bi dil û can li deng û avazên Şakiro guhdarî dikirin.
Şakiro kilama „Seraya Mammed Axa“ distira, pesn û senaya Serayê dida û digot:
„Lê Serayê lê lê muhibê li me hatîyê sura sibê mîna bayê gulo,
ez ji te ra sond bixwim di ser me da dike guregur e…
Xizêma pozê Seraya Mamed Axa zîvê zelal e û bi zêr kil dane
Tu bala xe bidê bayê gur û bayê şerqo, bayê xerbo, bayê çep û rast bayê
Bolugbaşîyê lêdixînê, di poz da tere tê û vedigere wa dizivire…
Geli gundî û cînarno gilî û gazin û loma ji min nekin
Bira yekî fenanî Seraya Mamed Axa dosta merîya be
Hespa merîya beza be, şûrê meriv bi ra be
Tu dêna xwe bide vê sibêngê malxirabo,
Kum û kolozê merîya li ser çav û birîya da xwar be
Dosta merîya sertacê dosta hemû dostan be
Yekî fenanî Seraya Mamed Axa dosta merîya be
Di nav civatê mîran û hekiman da herkes meth û senayê dosta xwe
Meriv ji xwe ra meth û senayê Seraya Mamed Axa bide
Nav heval û hogiran da qanadê merîya vebe ji xwe ra pê bifire
Serayê, Serayê û Serayê, Serayê û Serayê…
Wele rabe qolê zêra bikute vê sibengê pêşîya enîya kever vê kofîyê
Malxirabê cote elbê toqatî girtibû bi zendê zerbadayî ji kêfê ra dimeşîya ser kanîyê
Ez evdalê Xwedê ji eşqa dilê rezîl ra rabûme minê qasekî xwe berdabû pêşîyê…
Minê destê xwe bida desta, devê xwe bikira xal û xeta gerdenê xebxebkê ber guhara
Dev û lêvên şekirî yanaxên ehmedî şê û sê biskên bişê bigota te xanimê te xatûnê te zerîyê…
Tu dêna xwe bide gelo ji gavê dil da kê dîtî kê nedayê
Yekê fenanî Seraya Mamed Axa dosta merîya be
Di ser derd û kulan ra bi dest bigrî û bibî ser hêwîyê
Serayê û Serayê…”
Stran diqedîya, bêdengîyek diket nav civatê…
Dûra Kalmêrên ku di dilê xwe da jinên xwe weke Seraya Mamed Axa bedew didîtin, bi dilken û rûken li derdora xwe dinihêrîn û digotin, “ya Xwedê yên me jî ji Seraya Mamed Axa kêm nînin…”
Bi qilf û henek dem derbas dibû…
Ken diqedîyan, hemû çav vedigerîyan ser Galoyê çil salîyê hê di malda mayî…
Galo têdigihîşt ku, civat li benda axaftina wî ye…
Di cîhê xwe hinek dilivîya, dûra çep û rast li civatê dinihêrî û digot:
„Heyran, we çi çavên xwe cot vekirine û li min dinihêrin…
Heger hûn dosta min dipirsin, Seraya Mamed Axa nikare av li destê wê bike…”
Pirqîn diket nav civatê û hemû bi hev ra û bi deng dikenîyan…
Kalemêrek dengê xwe bilind dikir û ji Galo ra digot: “Yê me hemûyan li ber çavan e, lê dosta te ya ku Seraya Mamêd Axa nikare av li destê wê bike, kê û li ku ye?”
Galo di ber xwe da dikenîya û dibersivand: “Ji we ra çi, her kê ku be, hê di mala bavê xwe da ye…”
Mesela Kurdên me yên zimanTirk jî wek mesela Galo ye.
Dibe ku bala we jî kişandibe…
Di medya civakî da Kurdên zimanTirk pesnê zimanê Kurdî didin…
Ewqas ji zimanê xwe hez dikin û rûmetê didinê, ku naxwazin bikar bînin û zirarê bidinê.
Loma bi Tirkî dibêjin, “Kurdî zimanê herî dewlemend e…
Zimanekî xwezayî û melodîk e…
Pesindayîna wan ne şaş e, bi rastî jî zimanê me, zimaneke dewlemend û xwezayî ye.
Hêjayî pesindayînê ye…
Lê dema ku meth û sena bi zimanê Tirkî be, wê gavê ew jî dibe mesela Galo û dosta wî ya hê di mala bavê xwe da…
Dewlemendî û bedewîya ku meriv jê bêpar be û ji dûr va pesnê wê bide…
Ew jî bi gotina pêşîyên me, sosretî ye…
Gava ku vê sosretîyê dibînim, bixwe jixwe ra dibêjim:
Bila Xwedê aqil bide…
Madem ku nedaye çima kerr û lal nekirîye!…
01-10-2019
ikramoguz@navkurd.net
[1]