کتابخانه کتابخانه
جستجو

کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!


گزینه های جستجو





جستجوی پیشرفته      صفحه کلید


جستجو
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
ابزار
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
زبانها
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
حساب من
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
جستجو ارسال ابزار زبانها حساب من
جستجوی پیشرفته
کتابخانه
نامنامەی کردی
کرونولوژیا از وقایع
منابع
رد پاها
گرد آوریها
فعالیت ها
چگونه جستجو کنم؟
انتشار
ویدئو
گروه بندی
آیتم تصادفی
ارسال مقاله
ارسال عکس
نظر سنجی
نظرات شما
تماس
چه نوع اطلاعاتی را که ما نیاز داریم!
استاندارد
قوانین استفادە
کیفیت مورد
درباره
آرشیویست های کوردیپیدیا
چه درباره ما می گویند!
اضافه کوردیپیدیا به وب سایت شما
اضافه کردن / حذف ایمیل
آمار مهمان
آمار آیتم
تبدیل فونت ها
تبدیل تقویم ها
بررسی املا
زبان و گویش از صفحات
صفحه کلید
لینک های مفید
پسوند کوردیپدیا برای گوگل کروم
کوکی
کوردیی ناوەڕاست
کرمانجی - کوردیی سەروو
Kurmancî - Kurdîy Serû
هەورامی
Zazakî
English
Française
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
Nederlands
Svenska
Español
Italiano
עברית
Pусский
Norsk
日本人
中国的
Հայերեն
Ελληνική
لەکی
Azərbaycanca
ورود به سیستم
عضویت!
رمز عبور خود را فراموش کرده اید!
        
 kurdipedia.org 2008 - 2024
 درباره
 آیتم تصادفی
 قوانین استفادە
 آرشیویست های کوردیپیدیا
 نظرات شما
 گرد آوریها
 کرونولوژیا از وقایع
 فعالیت ها - کوردیپیدیا
 کمک
موضوع جدید
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
تفرجگاه باباهور
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
گلدشت روستایی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رشته‌کوه گرین
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رودخانه سزار
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
قالی کوه
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
پارک جنگلی شهید بهشتی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
دشت لاله های واژگون رزسو
05-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 519,074
عکس ها 106,677
کتاب PDF 19,299
فایل های مرتبط 97,293
ویدئو 1,392
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
Li Baxdayê Dawîya Hukmê Monarşiyê (1958) û Komara Îraqê
همکاران کوردیپیدیا، از اقصی نقاط کردستان اطلاعات مهمی را برای هم زبانان خود آرشیو می کنند.
گروه: تحقیقات مختصر | زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
اشتراک گزاری
Facebook0
Twitter0
Telegram0
LinkedIn0
WhatsApp0
Viber0
SMS0
Facebook Messenger0
E-Mail0
Copy Link0
ارزیابی مقالە
نایاب
عالی
متوسط
بد نیست
بد
اضافه کردن به مجموعه
نظر خود را در مورد این مقاله بنویسید!
تاریخ آیتم
Metadata
RSS
به دنبال تصویر رکورد انتخاب شده در گوگل
به دنبال رکورد انتخاب شده در گوگل
کوردیی ناوەڕاست0
English0
عربي0
فارسی0
Türkçe0
עברית0
Deutsch0
Español0
Française0
Italiano0
Nederlands0
Svenska0
Ελληνική0
Azərbaycanca0
Fins0
Norsk0
Pусский0
Հայերեն0
中国的0
日本人0
Li Baxdayê Dawîya Hukmê Monarşiyê (1958) û Komara Îraqê
Siddik BOZARSLAN
Wek di pratikê da hatîye dîtin, CN dema qebûl kir ku Îraq wek dewleteka nû bibe endamê wan, rê li ber hukumeta Baxda vebû ku bi ya xwe bike û mafên kurdan û zimanê wan jî binpê bike. Êdî jibo Baxdayê qet xem nebû ku ew di 1925an û 1932 an da sozê bide CN da ku mafê zimanê kurdî di bin hukmê xwe da bide xebitandin. Wek li lîvayên Mûsil û Kerkûkê hat dîtin, hemî mekteb û îdareyên dewletê tam li gora politika erebîkirinê, kirin ereb. Dema salnameyê 1957 nîşan dida, mektebên keçan ên Silêmanîyê bi erebî perwerde dimeşandin. Tenê li Hewlêrê (Erbîlê) mektebeka kurdî mabû.
Li Îraqê ji salên 1932 yan heta 1958an hukmê monarşiyê hebû. Lê di 14 ê temûza 1958 an da darbeyek pêk hat û hukmê monarşiyê li Baxdayê hilweşîya. Mele Mistefa Berzanî û hevalên xwe ku piştî rûxandina Komara Kurdistanê li Mahabadê, ji neçarî çûbûn Sovyetê û piştî 12 salan ew vegerîyan Îraqê û Kurdistanê. Barzanî, di gel heyeta xwe, li Baxdayê, bi merasimeke fermî hatin pêşwazîkirin. PDK, di bin serokatîya Barzanî da, dest bi xebatên legal kir û piştgirîya hukmê Baxdayê kir.
Destûra Îraqê ya muwaqet madde 3, kurd û ereban wek du neteweyên şirîk ên wekhev qebûl kiribû û di yekîtîya Îraqê da, mafên wan hatibû nivîsîn; lê bi şertê ku Îraq parçeyeke dunya erebî hatibû destnîşankirin. Ev fikrê şirîkatîya wekhev, xwedêgiravî di armeyên ordîya Îraqê da wek nîşaneyên şûrê erebî û xencera kurdî hatibû qebûlkirin. Bi vî awayî kurdên herêmê cara ewil di destûrê da bi mafê xwe yê nasnameyî qebûl bûbûn.
Lê balkêş bû ku maddeyên destûrê, di pratikê da têr nedikir jibo karanîna zimanê kurdî li mekteban û li daîreyên hukumetê ango dewletê. Bi tabîreka dî, gotin û kirinên ereban lihev dernediket. Loma gotina bapîrên me “Gotin û kirin mêr e, negotin û kirin şêr e, gotin û nekirin kerê nêr e.” ango “Yê ku kir û nepeyîvî şêr e, ê ku kir û peyîvî mêr e, ê ku peyîvî û nekir, kerê nêr e.” tam li gora qalibê dagirkerên welatê me ne. Her weha di çarçoveya destûra nû da, kurdan herî zêde mafên azadîya çapemenî- rojnamevanî- weşangerî, çapkirina kitêb û weşanên radyoyê da fêde dîtin. Lê bi karanîna kurdî jibo perwerde û daîreyên resmî, dîsa wek berê bi sînorkirî ma.
Li Baxdayê pêvajoya 1958-1959 an, wek pêvajoya demokrasîya nispî bû ku ew ciyê xwe dabû sistema parlamenterîyê û ev sistem jî ket bin kontrola diktatoriya Abdul Kerîm Kasim. Loma çiqas ku dem diçû û wan cîyê hukmê xwe qeîm dikir, daxwaz û talebên kurdan jî paşguh dixistin. Wer bû ku dema di sibata 1961ê da Kongreya Sêyemîn ya Mamostayên Kurd bicivîya; wan destûr nedan kongreyê û hemî şaxên (şubeyên) mamostayên kurd yên li Kurdistanê girtin. Kasim`ê diktator bi van hewildan û biryarên xwe yên qedexekirinê nîşan dida ku ew êdî tehemulî navê nasnameya kurdî jî nake. Jibo propaganda van dîtinên xwe yên nîjadperestîyê, di despêka 1961 ê da di organa hukumetê ya rojane El Thawra da rêzemekaleyan weşandin û nivîsîn ku li Îraqê tenê neteweyek heye.
Di hezîrana 1961ê da kurdan daxwaz kirin ku maddeya 3em ya destûra muwaqet divê were bikaranîn û zimanê kurdî wek resmî li herêma Kurdistanê were xebitandin. Van daxwazên kurdan nehatin qebûlkirin û di îlona 1961ê da şerê kurd û ereban destpêkir. Digel hin agirbestan ev şer heta 1970 yan berdewam kir. Di adara 1970 yan da lihevhatinek di navbera Baxda û kurdan da çêbû. Wek em pê dizanin, di 1963 yan da, li Baxdayê darbeyeke dî çêbû û rejima Baasî ya yekemîn (8 sibat- 18 çirîya paşîn 1963) despêkir. Navbera rejîma Baasê û kurdan da hevdîtin û gengeşeyên otonomîyê çêbûn. Yasayeka nû hat îlankirin ku ew çarçoveya otonomiyê dabû dîyarkirin. Li gora wê yasayê wîlayetên Erbîl û Silêmanîyê û herêma Çemçemal ya girêdayê Kerkûkê û girêdayê wîlayeta Mûsilê herêmên Zaho, Dihok, Îmadîye, Aqrê û Zîbar ku wîlayeta Dihokê pêktanîn û hukumeta Silêmanîyê dihat çêkirin. Yasayê van şertan jî dabû pêşîya xwe:
A)Di bin îdareya Silêmanîyê da zimanê resmî erebî û kurdî ye. B) Di mektebên sereta û ortê da zimanê perwerdeyê kurdî ye lê erebî jî wek zimanê duyemîn dê were hînkirin. C) Di lîse û mektebên dengî da perwerde bi erebî ye.
Balkêş bû ku di demeke wisa hestîyar da hem ev yasa hat weşandin; hem kurdên ku li Baxdayê muzakereyên otonomîyê pêktînin, hatin binçavkirin û êrîşên li ser kurdan hatin meşandin. Ji ber ku li ser coxrafya otonomîyê gengeşe negîhabûn encamekê. Belam sînorê otonomîyê, herêmên Kerkûkê û Dîyalayê li derve hîştibû. Ji ber ku Kerkûk, hem navenda endustriya petrolê bû, hem jî piranîya nufûsa herêmê kurd bûn û Dîyala jî navendeka biçûk ya petrolê bû, nêzîkî Xanikîn bû û rêya petrola ku ji Baxdayê diçû Îranê jî di nav ra derbas dibû.
Rojên ewil yên êrîşên ereban li ser kurdan, herêmên kurd ên Kerkûkê bi buldozeran hatin xirabkirin. Gelek gundîyên kurd ên deştên Kerkûk û Erbîlê, ji malên xwe hatin qewirandin jibo ereb werin şûnwarên wan.
Darbeya duyemîn ya Baasî, di 18 çirîya paşîn 1963an da çêbû û careka dî şer rawestîya. Di 29yê nîsana 1964an da destûreka muwaqet hat çêkirin û li gora wê, zimanê erebî kirin zimanê resmî. Maddeya 19an ya destûra nû, tişteke ecêb (wek di destûra tirkan da -ji bil gotina kurdî- jî heye) jibo kurdan xiste rojevê. Naveroka wê weha ye:
“Tevayîya Îraqîyan li pêşîya yasayê wekhev in. Ewana di warê mafên kamûyê û vatinîyan da wekhev in ku jibo cudayîyên nîjad, kok, ziman, dîn û bawerîya olî li wan nayê nihêrtin. Ereb û kurd jî di nav da tevayîya Îraqîyan, jibo parastina welatê xwe hevkarîyê dikin. Ev destûr, mafên wan ên neteweyî di nav çarçoveya yekîtîya Îraqê da dixe bin ewleyîyê (garantî dike).”
Alîyên kurdan van daxwazên xwe pêşnîyar kirin (11. 10. 1964): (a) Maddeya 19an, bi awayê : “Ev destûr, li ser esasê xweserîyê di tevayîya Îraqê da mafên gelê kurd qebûl dike” divê were guhertin. (b) Lîvayên #Erbil# ,#Kerkûk# û Silêmanîye û digel qezayên Zaxo, Duhok, Aqra, Îmadîye, Şeyxan, Sincar, Tel Afar û Xanikîn, hemî nahîye û qezayên ku piranîya wan kurd in û di Lîvayên Mûsil û Dîyalayê da ne” divê bibin wîlayeteka Kurdistanê. (c) Di vî wîlayetê da divê kurdî bibe zimanê resmî, erebî jî were bikaranîn û mafên hindikneteweyan were qebûlkirin ku ew jî zimanên xwe bikarbînin.”
Hevdîtinên navbera delegasyonên kurd û ereb, di despêka sala 1965an da berdewam kir. Delegasyona kurd di 24ê kanûna paşîn da taleb kir ku; “Yasaya Zimanên Herêmî” divê dîsa were xebitandin û li herêmên ku kurd lê pirr in, zimanê herêmî jibo perwerdeya heta dereceya ortê were xebitandin. Hukumetê jî wê daxwazê di 7ê sibatê da qebûl kir.
“Naskirina kurdevînîya (nationalism) kurdî wek rastîyeka heqîqî ye. Ne nûha û ne di pêşerojê da tu kurdek nabe ereb. Zimanê kurdî, li Qeza û nahîyeyên ku pirranîya wan kurd in, heta dereceya ortê dê zimanê perwerdeyê be.“
Digel wê jî bi awayeka vekirî ji kurdî ra statuya zimanê “resmî” nehat dayîn. Belge dide xuyakirin ku, “Di tevayîya Îraqê da zimanê resmî erebî ye. Kurd, dikarin di mektebên pêşî û ortê da perwerdeya kurdî bibînin.”
Êrîşa sêyemîn ya mezin, di nîsana 1965an da despêkir. Di orta hezîrana 1966an da agirbetsa sêyemîn ya resmî çêbû. Maddeya 19emîn ya destûrê di 9ê îlonê da weha guherî: “Ev destûr, mafên kurdan yên neteweyî, di çarçoveya birayetîya neteweyî ya gelê Îraqê da qebûl dike.” Serokwezîr di 29yê hezîrana 1966an da jibo çareserkirina şola kurdî, bernameyeka 12 maddeyî eşkera kir. Bername, van nuqteyan dabû xuyakirin:
“Hukumetê, di destûra guhertî ya muwaqet da bi awayekî misoger neteweyê kurd qebûl kirîye û amade ye ku vê nuqteyê di destûra daîmî da zelal bike; di vê destûrê da neteweyê kurd û mafên wî yên neteweyî, di çarçoveya dayîkaniştîmanî ya Îraqê da wek du neteweyên bingehî – ereb û kurd- qebûl bike û dê ereb û kurd xwedîyê heman maf û vatinîyan bin. Ne hewceyî gotinê ye ku hukumet, cîyên ku nufûsa kurdan lê zêde bin, digel erebî dê zimanê kurdî jî resmî were qebûlkirin. Zimanê perwerdeyê, li gora yasayê û konseyên herêmî dê bi duzimanî were kirin.”
Di 17 yê temûza 1968an da, darbeyeka hukumetê çêbû û Hukumeta Baasî ya Duyemîn hat ser hukum. Di wê navberê da piçek pêşveçûn jibo karanîna wê bernameyê (deklerasyon) çêbû. Li ser bingehê bernama 12 maddeyî ya 1966 an dîsa sozê çareserîya şola kurdî bi awayeke aştî û adil hat dayîn. Di nav karên pêşîn da li Silêmanîyê vekirina Akademîya Kurdî û Zanîngehekê bû. Lê di 1969an da dijminatî careke dî paşve zivirî; lê hevdîtinên lihevhatinê, heta Peymana 11ê adara 1970 yî berdewam kir. Ev pêvajo hat asteka ku Otonomiya Kurdistanê jibo adara 1974an biryar hat dayîn. Peymana ku wek Manifestoya 11ê Adarê hatîye binavkirin, gelek daxwazên kurdan dianîn cîh ku hukumetên berê jibo peymaneke weha neamade bûn. Vê paymanê, kurdan wek neteweyek Îraqê ya duyemîn ya eslî qebûl dikir û zimanê kurdî jî zimanê resmî qebûl kiribû:
“1.Zimanê kurdî, digel zimanê erebî ew cîyên ku nufûsa kurdan di piranîyê da be, dê bibe zimanê resmî. Li wan herêman zimanê kurdî dibe zimanê perwerdeyê. Li hemî derên ku bi kurdî perwerde were kirin, li wan mekteban erebî jî dê were xwendin. Li derên dî yên Îraqê, di çarçoveya ku qanûnê da, kurdî wek zimanê duyemîn dê were hînkirin.”
Nasandina neteweyê kurd, di destûra muwaqet da cîh girt û di 16ê temûza 1970 yî da qebûl bû. Madde 5. (a) Îraq, parçeyek ji neteweyê erebî ye. (b) Gelên Îraqê ji du neteweyên eslî pêk tê. Neteweyê ereb û neteweyê kurd. Ev destûr, di nav yekîtîya Îraqê da mafên neteweyî yên hemî hindiknetewan qebûl dike. Madde 7. (a) Erebî, zimanê resmî ye. (b) Kurdî jî digel erebî di herêmên kurdan da zimanê resmî ye. Lê çi hebû ku digel van maddeyan û haydarîyan, peymanê şola Kerkûkê çareser nekir. – Hem dema hukumetên çûyîn û hem dema hukmê Baasîyan, divê li Kerkûkê referandum bihata çêkirin û li gora encamên referandumê statuya Kerkûkê bihata dîyarkirin; lê ereban tu car qebûl nekirin ku referandum çêbe.- Her du alîyan jî teahud kiribûn ku mercên peymanê pêk bînin, lê wek şola Kerkûkê û şolên heyî her ku çû zêdetir û mezintir bûn. Ev jî bi xwe ra şerê kurdan û ereban ji nûve anî û geş kir. Lê lihevhatina Îraqê û Îranê ya adara 1974- 75 an, bû semedê encama têkçûna şerê kurdan. Ji ber ku Amerika û Îranê heta wê demê piştgirîya kurdan dikirin; lê piştî lihevhatina Îran û Îraqê, jibo kurdan ew piştgirî nema bidome.
Piştî têkçûna tevgera kurdan rejima Baasê, ket nav hewildanê jibo otonomîya kurdan li gora dilê xwe têxe jîyanê. Di vê hewildana hukumetê da qasî nîvê herêma Kurdistanê li dervayê sînorê otonomîyê ma. Li Muhafaza Mûsilê (Nînova) Aqrê, Şêxan û Sincar; li Dîyalayê Mandalî, Qoratu, Meydan, Xaniqîn; li pirranîya Lîva Kerkûkê. Harêmên mayî jî ji Muhafizên Silêmanîyê, Erbîl û Duhok sê grub çêbû. Ev şema dişibîya teklîfa Hukumeta Silêmanîyê ya rejima Baasî ya yekemîn. Di şûna bajarê Silêmanîyê da bajarê Erbîlê wek navenda îdara hukumetê hat bijartin.
Lê Baasîyên nîjadperest, qîma xwe bi wan kirinên xwe yên dijî kurdan nanîn. Ew li fersendan gerîyan ku ji têkçûna hereketa kurdî jî îstîfade bikin û li dij neteweyê kurd bikevin nav hewildanên qirkirinê. Parçeyeka vê qirkirinê, bê guman li ser sînorên Îran û Tirkîye çêkirina şerîda eskerî û valakirina wê herêmê ji kurdên wê navçeyê bû. Loma li gora sînorê Îraqê, di sînorê bakurê Tirkîyê û herî bakurêrojhilatê Îranê bi dirêjayî 20 km. ji kurdên herêmê vala kir; li herêmê gund, erd çavkanîyên avê û cîyên fêkîyan hatin xirabkirin ku qet meriv li wê der nehîştin.
Wan ji xwe ra kirin amanc ku têkilîyên kurdên herêmê û yên her dualîyan ku hemî xismên hev bûn, werin birîn, ku jibo pêşerojê bikaribin berxwedan û serhildanên kurdan têxin bin kontrola xwe û wd. Xwestin li wê herêmê wargehên leşkerî ji xwe ra ava bikin û bere bere herêmê bikin warê ereban. Ev proje, li bakur Zîbar, Barzan, Atrûş û Zaxo; li başurê Erbîlê heta deşta Maxmurê ku derdora ji 100– heta 300 hezar serjimar digirt nava xwe, li ser navê civandina wan jibo “gundên stratejik”, wê serjimara, di 1977an da rêkirin başûr û çolên ereban.
Di çarçoveya ziman da jî Baasîyan pirralî xebitîn ku zorbirî zimanê kurdî bikin. Mektebên kurdî ku xwedêgiravî di herêma otonomîyê da bûn, kirin erebî. Di 1978 an da “Akademiya Kurdî” girtin û di Akademiya İlmên Îraqê da “Beşa Kurdî” vekirin. Hemî gotinên kurdî ku di navên rêxistin, dezgeh û yekîtîyan da hebûn rakirin û di şûna kurdî da nivîsîndina bi erebî kirin mecbûrî. Ev bernama erebîkirinê hewqas fireh bû ku navên deran jî hatin guhertin. Yanî bi awayekî xwestin kopya rejima tirkan ya qirkirinê li herêmê pêk bînin. Lê wek di pratika Baasê da hat dîtin; Partiya Baasê qîma xwe bi erebîkirina herêmên kurd jî nanî, wan xwestin kurdan bikin Baasî jî. Loma her ku hukmên xwe û qeweta xwe zêde kirin, wan zor dan rêxistina xwe di nava kurdan da jî ku wan ne tenê bikin ereb, digel erebîbûnê wan bikin Baasî jî.
Lê digel van rastîyên tazî û tal ku di pratika Îraqê da hatîye dîtin; mirov heyirî dimîne ku birayê Emîr Hasanpur, dikare vê tespîta şaş jî bike:
”Eger em di encama lênêrîna politika rejima Baasê ya dema kurt ango rûdayîyê da şolê bigrin dest, piştî ku kurd sadiqê dewleta Îraqê û Partiya Baasê ya li ser hukum e, bimînin, kurd û zimanê wan dikarin li jîyanê bimînin û heta bibin xwedîyê talihê geşbûn û xurtbûnê.”
Balkêş e ku li ber vê tespîta şaş, mirov rastî karanîneka Partiya Baasê jî tê. Jibo projeya erebîkirina herêmên kurdî jibo zilamekî Ereb ku bi jineka kurd ra bizewice 500 dînar, yanî 1500 dolar alîkarîya pere jibo teşwîqkirinê hatîye dayîn. Bi ya min numûneyên herî balkêş di vê derbarê da pratika dewletên osmanî û ecem bûne ku di wan pratikan da qedexe li ser zimanê kurdî tunebûye. Digel wê rastîyê jî xurtbûn û geşbûna zimanê kurdî, kultûra kurdî, edebîyata kurdî û wd. nehatîye meydanê. Ji ber ku wek qanûneka xwezayî ye ev gotina pêşîyan: ”Tu nanê kê bixwe, tê şûrê wî bikêşe”. Yanî di jîyanê da ev faktora aborîyê bûye nuqteyeka esasî ku merivan ber bi xwe ve dikêşîne û hepis dike, bi xwe va d ide girêdan.[1]
این مقاله بە زبان (Kurmancî - Kurdîy Serû) نوشته شده است، برای باز کردن آیتم به زبان اصلی! بر روی آیکون کلیک کنید.
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
این مقاله 1,153 بار مشاهده شده است
هشتگ
منابع
[1] سایت | Kurmancî - Kurdîy Serû | https://portal.netewe.com/ - 27-05-2023
آیتم های مرتبط: 53
تاریخ و حوادث
تحقیقات مختصر
تصویر و توضیحات
نقشه ها
کتابخانه
کلمات و اصطلاحات
1. iraq
2. iraqê
3. iraqî
زبان مقاله: Kurmancî - Kurdîy Serû
تاریخ انتشار: 12-10-2021 (3 سال)
زبان- لهجە: ک. شمال ح. لاتین
شهرها: بغداد
نوع انتشار: دیجیتال
نوع سند: زبان اصلی
کتاب: سیاسی
کتاب: تاریخ
کشور - اقلیم: عراق
فراداده فنی
کیفیت مورد: 99%
99%
این مقاله توسط: ( آراس حسو ) در تاریخ: 27-05-2023 ثبت شده است
این مقاله توسط: ( سارا کاملا ) در: 27-05-2023 بازبینی و منتشر شده است
این مقاله برای آخرین بار توسط: سارا کاملا در 27-05-2023 بروز شده است
آدرس مقالە
این آیتم با توجه به استاندارد كوردیپیدیا هنوز نهایی نشده است و نیاز بە بازنگری متن دارد.
این مقاله 1,153 بار مشاهده شده است
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
زندگینامە
سارا خضریانی
کتابخانه
غمنوای کوهستان
زندگینامە
سوسن رازانی
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
کتابخانه
جغرافیای لرستان
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
کتابخانه
افسانەهای لری
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
زندگینامە
عزیز یوسفی
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
هلیا برخی
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
زندگینامە
شاهزاده خورشید
زندگینامە
روژین دولتی
زندگینامە
هانا وکیل
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
زندگینامە
جمشید عندلیبی
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
اماکن باستانی
پل خسرو

واقعی
زندگینامە
حیدر شیخ علی غلام
05-05-2023
شادی آکوهی
حیدر شیخ علی غلام
زندگینامە
صلاح محمد کریم
08-05-2023
شادی آکوهی
صلاح محمد کریم
زندگینامە
لیلا زانا
16-06-2023
شادی آکوهی
لیلا زانا
زندگینامە
محمود مرادی
11-10-2023
شادی آکوهی
محمود مرادی
زندگینامە
کیوان کوسری
07-12-2023
شادی آکوهی
کیوان کوسری
موضوع جدید
زندگینامە
سیدو خلف علو
08-05-2024
سارا سردار
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
کوه قارون
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
تفرجگاه باباهور
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
گلدشت روستایی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رشته‌کوه گرین
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
رودخانه سزار
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
قالی کوه
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
پارک جنگلی شهید بهشتی
05-05-2024
شادی آکوهی
اماکن
دشت لاله های واژگون رزسو
05-05-2024
شادی آکوهی
آمار
مقالات 519,074
عکس ها 106,677
کتاب PDF 19,299
فایل های مرتبط 97,293
ویدئو 1,392
کوردیپیدیا پر اطلاعترین منبع اطلاعاتی کردی است!
تصویر و توضیحات
سمکو همراه با سورمە خواهر مارشیمون و نیکیتین سفیر روسها
زندگینامە
قادر فتاحی قاضی
تصویر و توضیحات
گروهی از مبارزان کرد در مهاباد در سال 1983
اماکن باستانی
گوردخمه سان رستم
اماکن باستانی
خانه‌ مصری
زندگینامە
سارا خضریانی
کتابخانه
غمنوای کوهستان
زندگینامە
سوسن رازانی
کتابخانه
تذکره امرائی؛ گلزار ادب لرستان
کتابخانه
جغرافیای لرستان
تحقیقات مختصر
پس از کردها نوبت بختیاریهاست!
کتابخانه
دریاچه شاهی و قدرتهای بزرگ؛ پژوهشی در کشتیرانی دریاچه ارومیه (عصر قاجاریه)
کتابخانه
افسانەهای لری
تصویر و توضیحات
قبر حسین کوهکن
زندگینامە
عزیز یوسفی
اماکن باستانی
مسجد دولتشاه
تحقیقات مختصر
امارت عزیزان جزیری کردی
تصویر و توضیحات
حاج رحیم خرازی همراه با همسر و فرزندانش
تحقیقات مختصر
ایزد بل (بعل)
زندگینامە
هلیا برخی
تحقیقات مختصر
نامەای از زندان
تصویر و توضیحات
ورود افراد باشلوار کردی ممنوع
زندگینامە
شاهزاده خورشید
زندگینامە
روژین دولتی
زندگینامە
هانا وکیل
اماکن باستانی
قلعه یزدگرد
زندگینامە
عمر مصلحتی بیلوکه
زندگینامە
جمشید عندلیبی
تحقیقات مختصر
نگاهی به داستان پیدایش روح و ماشیاخ سوشانس
اماکن باستانی
پل خسرو

Kurdipedia.org (2008 - 2024) version: 15.5
| تماس | CSS3 | HTML5

| مدت زمان ایجاد صفحه: 0.297 ثانیه