Nisrîn Qasimlo - Hêlîn Kirolîç
Jina berxwedêr ku bi eslê xwe Çîkî ye di ew di sala 1933 an de li bajarê Prag jidayik bûye, 2 keçên wê û Dr. Ebdulrehman Qasimlo hene.
Di destpêka salên pêncî de bi şehîd #Ebdurehman Qasimlo# re zewicî, pêre bû hevalê têkoşînê. Hingê Celal Telebanî navekî kurdî bi navê Nisrîn lê kir û jê re digot ''Dê navê te Nisrîn be, Nisrîn li çiyayan navê guleke spî ye û ji wir hatiye wergirtin''.
Hêlînê di destpêka jiyana xwe de gelek astengî ji aliyê sêwîbûn û belengaziyê dîtin, ji ber van sedeman wê nekarî xwendina xwe berdewam bikiraya.
Di şahiyeke zanîngehê de xortekî siyasetmedar û kenok ê ku ji warê rojhilatî bû nas dike.
Hingê piştî naskirinê dibin hevalên jiyanê, peyre wê dizanî ku hevjînê wê dikare di ber gel de berxwe bide û ji bo aştî û demokrasiyê di raya giştî de nûnertiyê bike. Ji van taybetmendiyên wî, wê doza gelê hevjînê xwe hez dike.
Ew jî li kêlek vê yekê beşdarî pê re beşdarî aliyê siyasî dibe. Bi rastî ew nimûneyek wefedar bû ji malbata Qasimlo û doza gelê kurd re. Di qada gelê kurd de bi Nisrîn Qasimlo dihat naskirim.
Wê du keç anîn navên wan Hîwa û Awat bûn.
Bi şehîd Qamsimlo re beşdarî berxwedanê bû û beriya Qasilmo dev ji Îranê berda çû Silêmaniyê û ji wir çû Bexdadê û bi dizî çû Şamê. Fetşiyokbslavkiya komînîst ya berê bi rêya lênûska seferê ku hevalên wê bi rêya dk.El-Necif û bi wî jî bi rêya dk.Medîhe Kazim derxist.
Nisrîn guleke spî bû ya vekirî bû, gelek aliyê veşartî ya hevjînê xwe dizanîbû û baweriya wê bi şehadeta du ber doza gel de dihat.
Wê bi sir û fêlbaziyên desthilatdariya Şah baş zanibû, û weke mînakek ji Şoreşa Îslamî ya Xumeynî ya bi navê şoreşa îslamî ya Xumeynî, dema ku çepa Kurdistanî bi nûneratiya tevgera “Komele” ku ji Partiya Demokrat a Kurdistanê veqetiyabû, çêbû , bi hemû partiyên çep ên Îranê re li dijî Şah û anîna rejîma Xumeynî dest pê kir û bi hêviya ku hin daxwazên xwe yên xwerêveberiyê bi cih bîne, mîna hemû neteweyên ne Fars li Îranê.
Ev jî berevajiyê wê bû, ji ber ku ev bû û nehişt ku sembolên kurdî yên wek Qasimlo beşdarî nivîsandina destûra nû ya welêt bibin û li ser wê jî Îrana Xumeynî kurdên xwe wek sotemenî di şerê xwe yê dirêj de bikar anî. Bi Iraqê re, û piştî bidawîhatina şerê Îran û Iraqê, destê xwe yê gunehkar di kuştina Qasimlo de bikar anî, ku ji bo Kurdên Îranê sembolek bû, yek ji kesayetiyên wan ên xwenda û rêzdar, tevî du hevalên xwe, dema ku li Viyeneyêê li ser maseya danustandinan rûniştibûn, gulle bi ser wan de barand, ku hemû cîhana azad hejand, û bi vî awayî îsbat kir ku rêjîma Xumeynî rejîmeke xayîn e ku nayê bawerkirin û sozên wê nayên berçavgirtin.
Hate gotin ku rejîma Xumeynî her dem hest bi metirsiya Qasimlo dikir, ji ber ku hizra vejandina “Komara Mehabadê” her dem di wijdanê wî de bi îstîqrar bû, nemaze ku di sala 1978an de dema ku rêbertiya wî dikir, ji bo vê armancê hewl da, bîst hezar hêzên pêşmerge, ku bi wan karî 8 bajar û bîst bajarokên Kurdî kontrol bikin.
Hêjayî gotinê ku ye ku Nisrîn Qasimlo nivîskarê pirtûka (Ewropî li welatê kurdan) ku ew jî bîranînek e.
Nisrîn Qasimlo piştî jiyana dû û dirêj di roja 10-03-2023 an de li Parîsa paytexta Frensa koça dawiyê kir.[1]
Nivîser: Leyla Qemer
Amadekirin û wergera ji erebî: Aras Hiso