$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Dijwar Întîkam
Nav û paşnav: Îsa Arslan
Cihê jidayikbûnê: Colemêrg
Navê dê û bav: Halîme - Nîhat
Dîrok û cihê şehadetê: 2017 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Dijwar di malbateke ji eşîra Pinyanîş a yek ji eşîrên welatparêz ên Colemêrgê de hatiye dinê. Ji ber ku di rastiya dijmin de mezin bû, bûye şahidê hemû êşkence û zextên dijmin ên li ser gelê me. Dîsa ji biçûkatiya xwe fêrî êşên gelê me, hestên wî yên welatparêziyê, dilsoziya bi ax û welatê xwe re dibe. Hevrêyê me Dijwar ku di axaftinê de zehmetî dikişand, di dilê xwe de gelek hestan jiyan kir û fêrî bahozên di nava dilê xwe de bû. Her çiqas di dibistanên dewleta Tirk de bi serketî xwendibe jî, bertek nîşanî pergala Tirk a li ser asîmîlasyon û qirkirinê da. Di sala 2014’an de ji aliyê rejîma Tirk ve ji bo leşkeriyê hat erkdarkirin. Pergala dewleta Tirk a ku rûyê wê yê rastîn nas dikir, di dema leşkeriya xwe de baştir dît û bi xwe bû şahid. Her çiqas demeke pir kin di derdora leşkerî ya Komara Tirk de bû jî, hêrs û berteka xwe ya li hemberî rejîma dagirker derxist asta herî jor. Dema ku faşîzma DAIŞ’ê di Tebaxa 2014’an de li Şengalê li dijî gelê me yê Êzidî êrîşeke qirkirinê pêk anî, hevrêyê me Dijwar got, êdî bes e. Ji baregeha artêşa Tirk a li Mereşê reviya û li Zagrosê tevlî nav refên gerîla bû.
Hevrêyê me Dijwar zû jiyana PKK’ê nas dike û adapteyî wê dibe. Ew nikare zêde biaxive lê wateyên mezin dide gotinên hindik. Ew diyar dike dema ji pergala qirêj a TC’yê reviyaye û hatiye nav PKK’ê wekî ku ji nû ve dayik bûye. Bi coşeke mezin a jiyanê, bi moral û coşeke bilind tevlî jiyana gerîla dibe û hewl dide her tiştî hîn bibe. Ew ne tenê hunera leşkerî pêş dixe û bi ser dikeve, di heman demê de asteke girîng di bûyîna milîtanekî Partî de jî bi dest dixe. Hevrêyê me Dijwar bi ked, hewldan, tevlîbûna samîmî ya jiyanê û hevrêtiya xwe ya ji dil di her hawirdora ku lê ye de evîna hevrêyên xwe qezenc kiriye. Teqez li ser her kesê ku pê re têkilî û silav lê dikir, şopek hişt û yê ku hevrêyê me Dijwar carekê nas dikir, ji bîr nedikir. Di erdnîgariya dijwar a Zagrosan de mîna pezkovîyekî pêş ket û bi bezîna ji serî ber bi jor ve hewl dida, di her peywirê de bi ser bikeve. Digel ku hê gelek tişt hebûn ew ji bo gelê xwe bike, şehadeta wî ya zû bû sedem ku kîn û hêrsa hevrêyên wî zêdetir bibe. Em hevrêyên wî em soz didin ku em ê tola hilînin, xwîna wî li erdê nehêlin û teqez li ser bîranîna hevrê Dijwar em ê bigihêjin xeyalên wî.[1]