Îkram Oguz
Hemû kurd pirzimanî ne.
Zimanên ku dizanin, di jîyana xwe ya rojane da bi rêk û pêk bi kar neynin û bi hemûyan neaxifin jî, kêmasî ji axaftina du zimanan fam dikin.
Kurdên Bakûr kurdî û tirkî…
Kurdên Rojhilat kurdî û farisî…
Kurdên Başûr û Rojava jî kurdî û erebî, heta qasî bakûrîyan nebe jî, sedem hezkirina ji tirkatîyê ew bi tirkî jî dizanin û pê dipeyivin.
Kurdên ku ji çarnikalên Kurdistanê koçkirine û li seranserê dunê belavbûne, jixwe ew mîna nêrînên xwe, di warê ziman da jî enternasyonalist in.
Ji bilî zimanê ku bi xwe ra birine, fêrî zimanê welatê ku lê dijîn jî dibin.
Bi koçkirinê ra qasî hêjmara welatên wan, zimanê wan jî zêde dibe.
Gor rewşa perwerdeyîbûna wan,zimanê ku pê biaxifin û binivîsin ya jî bibihîzin û jê fam bikin, dibe sê ûçar, heta li hinek welatên Europî ev hejmar bêtir dibeû digihîje pênc û şeşan…
Weke mînak:
Ger ku kurd ên ji Bakûrê Kurdistanê bin û li Almanyayê bijîn…
Welatê ku di kurahîyâ dilê wan da cîh digre, Kurdistan…
Welatê wan ê fermî Tirkîye…
Welatê wan ê ku li dijîn jî Almanya ye.
Zimanên ku pê biaxifin û jê fam bikin jî, bi kêmsasî kurdî, tirkî û almanî ye.
Ji tirkê ku li Almanyayê dijînzimanekî zêde…
Ji almanêku li ser axa xwe dijîn jî du zimanan zêde dizanin.
Mixabin, kurdî herçiqas zimanê kurdan yê zikmakî be jî, tu car nabe zimanê wan ê sereke.
Ji bilî gundîyan zimanê kurdan ê sereke, ya zimanê dagirkerên wan ya jî zimanê welatê ku lê dijîn e.
Bi taybetî, di navbera kurdên ku li koçberiyê hatine dunê da, kurdî wek zimanê bav û kalan tê binavkirin û tenê di têkîlîya bi wan ra tê bi kar anîn.
Loma mirov dikare bi hêsanî bibêje, pirzimanîya kurdan jî bela serê wan e.
Jiber ku her milet bi zimanê xwe yê zikmakî diaxife…
Bi zimanê xwe yê zikmakî digirî û dikene, dilîze û henekan dike…
Bi perwerdeyî ya bi zimanê xwe yê zikmakî fam û feraseta xwe dikemilîne…
Bi zimanê xwe yê zikmakî difikire, xewn û xeyalên xwe dixemilîne û dinivîse.
Mixabin, her kurd bi zimanê xwe yê zikmakî dest bi jîyana xwe bike jî, bi zimanê dagirkerên xwe va tê perwerdekirin û bi hiş û hişmendîya xwe va jî tê pişaftin.
Bi pişaftinê ra ken û henekên kurdan jî, fam û feraseta wan jî tê guhartin.
Bi derbasbûna demê ra,kurd li zimanê xwe yê zikmakî vebigerin jî, heta ku xewnên xwe bi kurdî nebînin, ew bi hêsanî nabe zimanê wan ê sereke.
Jiber ku xewn gor daxazamirovnayên dîtin û bi her zimanê ku mirov dizane, nayên xemilandin.
Mirov di xewê da û bê hemdê xwe xewnan dibîne.
Xewnên merîya bi kîjan zimanî bin, ew zimanê merîya yê sereke ye.
Fikr û xeyalkirin jî wusa ye.
Ji bo fikr û xeyalan jî peyv pêwîst e.
Mirov bi hiş û di dilê xwe da bi peyvan difikire û diaxife, axaftineke bi xwe ra û bêdeng…
Ew fikr û xeyalên ku bêdeng bi kîjan zimanî hatibe kirin, dîsa bi wî zimanê tên axftin û nivîsandin.
Mixabin kurd di vî warî da jî ji hemû gelên cîhanê cuda û bi tena serê xwe mînakek taybet in.
Mîna welat û jîyana wan a li rû dine, zimanê xewn û xeyalên wan jî, zimanê jîyana wan jî ne yek e.
Zimanê zikmakî, kurdî…
Zimanê fermî, tirkî, erebî û farisî…
Zimanê ku pê dijîn, ji bilî her sê zimanên fermi, gor welatê ku lê dijî, almanî, îngilîzî, firansî û quzulqurt e.
Derdê ji ser derdan, rewşa hunermend û nivîsakarên kurd jî ne cuda ye.
Piranîya hunermendên kurd bi zimanekî bîyanî dijîn, difikirin, bi wi zimanî xewn û xeyalên xwe dixemilînin, lêbelê tenê bi kurdî distirên, loma mirov di deng û awazên wan da hest û helwesta ku bi ziman va tê xemilandin, nabihîze.
Piranîya nivîskarên kurd jî, dîsa bi zimanekî bîyanî difikirin, bi qalibên wî zimanî, lê bi peyvên kurdî dinivîsin.
Loma di hinek roman û çîrokên kurdî da weke mînak, qaliba “mêrg û zevî” dibe “zevî û mêrg”, peyva “watedar” dibe “bi wate”, gotina “A. di nav xeyalên xwe da wenda bibû” dibe “A. bi xeyal bû…” û tama vegotinê direvîne.
Dema ku mirov kêmasîyên wusa bibîne û ji nivîskarên kurd bipirse, ku ew bi kîjan zimanî difikirin?
Beguman bersiva hemûyan yek e û ew jî, “ez bi kurdî difikirim û dinivîsim” e…![1]
Riataza