Arvanoka Kunciyan (bi Erebî Tahîna gewr)
Du celebên Kunciyan hene, bi rengê xwe ve girêdayî ne: Kunciyên gewr, yên pelûla gewr jê tê berhemkirin, û Kunciyên bi rengê qehwê, jê coreyên hevîrokan têne berhemkirin, weke Beraziq (coreyeke ji Piskwîtan e), Kunciyên heyî navdar “Kunciyên Sûdanê” e, ji ber welatê Sûdanê navdare bi çandiniya vê celebê.
Evene pêngavên berhemkirina Pelûla gewr di kargehên piçûk de:
Bêjingkirin û pakkirina Kunciyan, bi karanîna Bêjingeke taybet, ji bo vebrajtina darik û qirşikên biçûk, hem jî zuxur û keviran.
Şûştin û nermijandina Kunciyan mawey 4 demjimêran bi ava şêrîn, di niqrakê de (tank ) ji kirom, an hundirê niqrê pêçayî be bi borselan ve, tevlî tevdanê bi tevdanoneke bi baskên textî, ji bo Kuncî avê vexwe û nerm bibe, paş ev av bête rijandin, û ji nû ve bi ava têr xwê ve, bête nermijandin ji bo vebranjtina qaşilên kunciyan. Kunciyên bê qaşil ewê bi ser ava têr xwê kevin, û qaşil dawervin jêrî niqrê.
Kunciyên qaşkirê çend caran bête şûştin bi ava şêrîn, ji bo xwê bi kunciyên qaşkirî re nemîne, ava şûştina xwê bête rijandin û kuncî bêne dawerivandin.
Qewirandin û sorkirina kunciyên qaşilkirî, di qewarekê bi away tîpa (U) bi dûmana ava kelandî di riya Cakêta ya Qewarek pê pêçaye ji der ve, an raste rast bi agirê agirgehekê ê bin Qewarekê de ye, bi alîkariya tevdanokeke helezonî, mebest ji Qewirandin ji bo Proteîn gilolîkî bibe û Donê (zeyta) xwe berde ji Proteînê Kunciyan, û xweşbûnê bide Pelûlê. Ev qewirandin dive bibe di pila germahiyê (70 -75) C û bi ser nekeve ji bo rengê Kunciyan tarî nebe.
Paş qewirandinê Kuncî bêne sarkirin li ser depên textî.
Hêrandina Kunciyên qewirandî û sarkirî, ewê pêk bê bi destarê kevirî, ewê Pelûla dewlemend bi don (zeyt) birije ji navbera herdu kevirên destar.
Pelûla berhemkirî bête komkirin, di bermîlên plastîk an niqrên Kirom de, beriya dagirtina Pelûlê di qetremîzên plastîk an cam de, ji bo firotina Pelûlê, an ji bo berhemkirina Helawê ji vê Pêlûlê, dê ewê mijara xelekeke nû ji zincîra pêşesaziya Xwarinê.[1]