=KTML_Bold=Sumerî û Zimên-Welat=KTML_End=
Dewran Mehmûd
Tevî ku li welatê me yê berêya berê – #Sumer# – gelek bajêr-welêt hebûn, mînak tê de: Urûk, Erîd, Larsa, Ur û hwd. Di her yek ji wan de jî xwedêwendê taybet; bandor û cihê nîşanên vavêr ên xwe hebûn. Mijar û gotûbêj li gorî bajêr dewletên Sumeriyan gelek in, lew ez naxwazim li ser wê çendê rawestim. Ji xwe jî pirsa me ew e: Gelo zimên-welêtek ê Sumerîyan hebûye? Gelo ger hebûye, zimên-welêt bûye ango zimên netewe li şûna dewlet neteweyî?
Li axa Sumerîyan tenê yek welat, gel û komelge nebû, lê belê yek zimên hebû ango rênivîsek ku dewlet bajêrên nav de li ser bingeha zimanê hevbeş lê belê dever û herêma cuda xwe ava dikirin û ziman û rênivîsa Sumerî dikir hêmana xwe. Em dibînin, heyanî di 1900an a b.z de ku roja bajêr-welatên Sumerîyan ber bi avayê diçe, lê ji ber awarteyiya tîp û rênivîsa Mîxî û zimanê Sumerîyan, ziman hê û tev cihê xwe di nav dewletên dîtir de diparêze nemaze wek zimanê zanist, ayîn, gerdûnnasî û stêrnasîyê. Di vê delîveyê de em jî dikarin gotina Celadet Bedirxan bîra xwe bînin “Ziman mercê heyînê ya pêşîne ye. Yekbûna Kurdan jî bi yekîtiya zimanê Kurdî çêdibe. Yekîtiya zimanî bi yekîtiya tîpan destpê dike”. Bi van angaştan bi vê karînê digihîjin ku bandor û pergala daçekî yê Sumerîyan ne tenê bajêr-welêt bûne, lê navgîna avabûna wan û girêdayînê ji hev zimên bûye. Wate bajêr-welat hinekî û dewleta Sumerî tevayî, zimên-welêt bûne.
Dêrisa min di vî nivîsarî de li ser şîreta xwedawenda Sumerîyan Înîm-Înnana ye. Di peyamekê de ku ji bo pêşah Lugal-ibila dişîne tê de dibêje:
»eme-gi-še3 gu2-zu na-ab-šub-be2-en«
”Zimanê Sumerî Feromoş Nekin!” Ango piştguh nekin
»eme-gi« rast e {zimanê çandî} yan yê gelê nemaze yê nêran bûye û »eme-sal« {zimanê zirav} yê xwedawend û di nav gel de jî nemaze yê jinan û mêyan bûye. Ev gotin ”zimanê Sumerî »çandî« ji nedîtî neyê” ji xwe dirust e »eme-gi« zimanê gelê Sumerî û di nav de pirrîne yê nêran bûye ji bo pirrîneyên kar û çalakiyan ji bilî karûbarên ayînî. Lê ew ê ku cihê ramanê ye ew e, dema zimanê xwedawendan û jinan »eme-sal« be, wêce çima xwedawend Înnana şîretan dike »eme-gi« were parastin û ji bîr nekirin gava ew bi xwe bi vî zimanî na axive?
Ji bo bersivandina vê pirsê em gerek e vegerin dîroka taze û dema niha jî. Di olên herî dawî ên Kurdî de – merem Êzidîtî û Yarsanî – wek Kurdên Sumerî, binzar û zaraveyê herêmî ji bo karûbarên olî, herweke: nivîsîn, gala, lava û zargotinê bikar neanîne. Lê belê di Êzidîtî û Yarsanî de civakzar ango »sociolect« ji bo van garazan hatine bikarbirin. Herdu pirtûkên pîroz ên Êzidîyan (Mijdehî Roj û Cilwe) bi civakzarekî hatine nivîsandin ku li ti deran pê nehatine peyvîn, ew civakzar jî di wan pirtûkan de bi pêkanîna çend binzarên kurdî, wekî: Mukiriyanî-Silêmanî-Erdellan-Behdînanî, hatiye lihevkirin û berhevkirin wisan bûye binzar û zaraveyê hûnandinê. Herwisan di ola Yarsanî de jî, di nivîsîn, hûnandin, zargotin û lavayên wan de û nemaze de pirtûka pîroz ya Serencam de jî ev ramyariya zimanî hatiye xebitandin ku civakzarê wan ji Goranî-Kelhurrî-Erdellanî-Mukiriyanî pêkhatiye, tişta embaz di Yarsanî de ew e nola Sumerîyan civakzarê ayînî di heman demê de taybettir bûye ji jin û mêyan re mînak Daye Xezan Sergetî. Herwiha di Sumerîyê de »eme-gi« ku bi wergerandina peyvekî dibe û zimanê oldariyê bûye. Binêr Elmanan gava Martin Lûter Încîl »Pirtûka Pîroz« wergerand ser Elmanî, heman diyardeya derdikeve holê û zimanê Elmanî ber bi standardbûn û yekgirtina xwe diçe û ji wî zimanî re dibêjin »Hochdeutsch«. Înnana, herçend bi xwe Zimanê Zirav ango nefermî diaxivî, lê daxwaz kiriye ku Zimanê Bilind neyê ji bîr kirin, ji ber ku xwedawend bila xwedawend bin, lê hîn perçeyek in ji gelê xwe, Zimanê Bilind navgînê herî tak e da ew bi gelê xwe re têkilîyiyan biparêzin. Û ev kevneşopî rêzgirtina herî mezin bûye di navbera gel û xwedawendan de, gel bi zimanê xwedawendan »eme-sal« dizanibûn û xwedawendan jî bi zimanê gel »eme-gi« dizanibûn. Wisan jî di roja îroyîn de, ser de jî di dewletek serbixwe de divê zimanek yekgirtî hebe bêyî ku binzar û zaraveyên din tê de bi dawî werin.
Ev jêvegera dîrokî heyanî »fact« herî xurt e li hemberî sûcdarkirin û çewitandina ji kesên dijberî netewegerîyê bi xapînokî dipeyitînin ku wê zimanê yekgirtî û standard tev qirkirina zimanî »Linguicide« û zimankujî »Xenophobia«bi dûv xwe de bîne. Helbet wan bi çavlêkerîya felsefeya çep ev gotin avêtiye nav qada ramyarîya Kurdî de. Dibêjin ger li Kurdistanê Kurmancîya Jorîn bibe zimanê standard û fermî, xwedê girawî wê zar û zaraveyên din ên Kurdî ber ve nemanê ve biçin, mînak li başûr fermîbûna ”Soranî” bûye gef li hember mayîna zar û zaraveyên din ên mîna Behdînanî, Hewramî, Xaneqînî û hwd. Heya tixûbekî maf bi wan e, lê tenê ji bo nîva dûyemîn, ew jî tawan tawanê fermanrewayiya sernefirazên vir in bi xwe. Lê ne tenê civakzimanvanî, lê belê dîroka me ya herî kevnar jî sûdê zimanek yekgirtî û wergirtina wî wek hêmanê nasname û welatî çi qase. Wê gelek asayî be di dewletê de gel bi du zimanan biaxivin di du cihên ji hev cuda de, û gava ew zar û binzarê hiilbijartî lihevkirinek bû ji binzarên din, gava ji xwe bû civakzar »Sociolect« wê nema kes gilî ji binpêkirina mafê zaraveyê xwe bike. Lew divê dirûşima Ziwanê Xo Vîr Ra Meke wekî guharê bixin guhê xwe. Li ser awazê Baydemîr dibêjim: Kurdno guhê xwe bidin Sumerîyan daku wan çi ji me re digo: Zimanê Sumerî feramoş nekin.16ê Gilavêj, 2023
Jêder:
Mugsar Sumerian Cuniform, ED. PETER & TARA HOGAN, 12013CT, 20ii17
زمانی یەکگرتووی کوردی، جەمال نەبەز، زنجیرەی کوردەوانی، بڵاوکراوەی یەکێتی خوێندکارانی کورد لە ئەورووپا، 1979، بامبێرگ، ئەڵمانیا
Orbis Biblicus et Orientalis, 160/3, Walther Sallaberger - Aage Westenholz, Akkade-Zeit und Ur III-Zeit
Sprachnation / Sprachnationalismus als Gegenstand linguistischer Diskursanalyse, Diskurslinguistik nach Foucault
[1]