کورديپيديا أکبر مصدر کوردي للمعلومات بلغات متعددة!
حول كورديبيديا
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
 البحث عن
 مظهر
  الوضع المظلم
 الإعدادات الافتراضية
 البحث
 ارسال
 الأدوات
 اللغات
 حسابي
        
 kurdipedia.org 2008 - 2026
المکتبة
 
ارسال
   بحث متقدم
اتصال
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 المزيد...
 المزيد...
 
 الوضع المظلم
 شريط الشريحة
 حجم الخط


 الإعدادات الافتراضية
حول كورديبيديا
موضوع عشوائي
قوانين الأستعمال
امناء الأرشيف لکوردیپیدیا
تقيماتکم
المفضلات
قاموس كورديبيديا new
التسلسل الزمني للأحداث
 النشاطات - کرديبيديا
المعاينة
 المزيد
 الاسماء الکوردية للاطفال
 انقر للبحث
أحصاء
السجلات
  594,645
الصور
  125,660
الکتب PDF
  22,262
الملفات ذات الصلة
  130,916
فيديو
  2,201
اللغة
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
320,177
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
97,032
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,947
عربي - Arabic 
45,432
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
27,935
فارسی - Farsi 
16,786
English - English 
8,578
Türkçe - Turkish 
3,872
Deutsch - German 
2,045
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,151
Français - French 
364
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
96
Svenska - Swedish 
84
Italiano - Italian 
66
Español - Spanish 
63
Polski - Polish 
62
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
Norsk - Norwegian 
25
日本人 - Japanese 
24
中国的 - Chinese 
22
עברית - Hebrew 
22
Ελληνική - Greek 
20
Português - Portuguese 
16
Fins - Finnish 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Ozbek - Uzbek 
9
українська - Ukrainian 
6
Čeština - Czech 
6
ქართველი - Georgian 
6
Srpski - Serbian 
6
Hrvatski - Croatian 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
қазақ - Kazakh 
1
Cebuano - Cebuano 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
صنف
عربي
السيرة الذاتية 
7,530
الأماکن 
4,871
الأحزاب والمنظمات 
44
المنشورات (المجلات والصحف والمواقع الإلكترونية ووسائل الإعلام، إلخ) 
33
المتفرقات 
10
صور وتعریف 
286
الخرائط 
19
المواقع الأثریة 
61
المطبخ الکوردي 
1
المکتبة 
2,919
نكت 
4
بحوث قصیرة 
21,660
الشهداء 
5,251
الأبادة الجماعية 
1,468
وثائق 
1,002
العشيرة - القبيلة - الطائفة 
6
احصائيات واستفتاءات 
13
فيديو 
64
بيئة كوردستان 
1
قصيدة 
40
الدوائر 
148
النصوص الدينية 
1
مخزن الملفات
MP3 
2,254
PDF 
35,003
MP4 
4,264
IMG 
239,149
∑   المجموع 
280,670
البحث عن المحتوى
Kesî pişta xwe nedaye Kurdan, Kurdan bi xwe pişta xwe daye xwe!
صنف: بحوث قصیرة
إنّ البيانات الخاصة لكورديبيديا عَونٌ فريد لإتخاذ القرارات الاجتماعية والسياسية والقومية... البيانات هي صاحبةُ القرارات!
شارک
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
تقييم المقال
ممتاز
جيد جدا
متوسط
ليست سيئة
سيء
أضف الی مجموعتي
اعطي رأيک بهذا المقال!
تأريخ السجل
Metadata
RSS
أبحث علی صورة السجل المختار في گوگل
أبحث علی سجل المختار في گوگل
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
українська - Ukrainian0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Diyar Kurda
Diyar Kurda
=KTML_Bold=Kesî pişta xwe nedaye Kurdan, Kurdan bi xwe pişta xwe daye xwe!=KTML_End=
Diyar Kurda

Ez dixwazim bi vê pirsê dest pê bikim: Gelo Amerîka vê carê çiqasî cidî ye û Kurd vê yekê çawa fêm dikin?
Li gor agahî û hevdîtinên min ên li Washingtonê li gel saziyên cuda yên biryardanê yên li Amerîkayê û herwiha gotûbêjên ku min bi rayedarên niha û yên berê û tew bi kesên şehreza û pisporan re jî kiriye, divê berpirsên Kurd hişyarî, pêşniyar û nêrînên ku bi nermî ji wan re tên gotin cidî werbigirin.
Ji ber ku di dawiyê de du daxuyanî ji medyayê re, daxuyaniyeke serpilkî li vir û wir, serdan, silavdan û hembêzeke germ a berpirsekî Amerîkî vî derdî derman nakin. Bi ser de jî, ev pêwendiya xurt û stratejî ku behsa wê tê kirin, derdên Herêma Kurdistanê di siberoja Iraq û deverê de derman nakin. Derman ew e ku Kurd bikevin kefteleftê, xwe sererast bikin û tiştan cidî werbigirin.
Her du partiyên çekdar ên Herêma Kurdistanê (PDK û YNK) ji sala 1992an ve behsa yekkirina hêzên xwe dikin. Di sala 2005an de, piştî yekbûna her du rêveberiyên Hewlêr û Silêmaniyê, ahengeke mezin seba vê yekê li dar xistin.
Piştî sala 2014 an û hatina DAIŞê û hewldaneke cidî ya Amerîka û hevpeymanan jî ji bo yekbûna wan her du hêzan, hîna nebûne yek. Tew li gor raporeke çavdêriyê ya Wezareta Karên Derve ya Amerîkayê, niha jî hejmara hêzên PDK û YNKyê ji hejmara hêzên hevbeş ên Wezareta Pêşmerge zêdetir e!
Zêdebarî wê yekê ku ew hêz jî ku navê wan hêzên hevbeş e, serdestiya partiyan li ser wan zal e û dibe ku wekî dema êrişên 16 ê Cotmehê ji hev bikevin.
Ez dixwazim li vir bi kurtasî dabaşa cidîtiya Amerîka ji bo yekkirina hêzên Pêşmerge li Herêma Kurdistanê bikim.
Herwiha, ez dixwazim qala çend xalên din jî bikim wekî: Daxwazên Amerîka ji YNK û PDKyê, berdewamiya hevkariyên Amerîkayê ji bo hêzên hevbeş û çarenivîsa têkiliyên Herêma Kurdistanê û Amerîkayê. Pirs ev e: Gelo kê wê pişta xwe bide kê di siberojê de?
Berî îlonê Wezîrê Wezareta Pêşmerge destnîşan bikin!
Di çend hefteyên bê de, nemaze di îlona îsal de, dê Wezareta Parastinê ya Amerîkayê û hêzên hevpeymaniya navdewletî nirxandineke salane ya karên xwe li Herêma Kurdistanê û li gel Wezareta Pêşmerge bikin. Berî vê nirxandinê jî, di tîrmehê de, şandeke hêzên Amerîka û hevpeymanan bi Wezareta Pêşmerge re civiya.
Di wê civînê de bi zelalî û rewanî ji berpirsên Herêma Kurdistanê, PDK û YNK yê yên girêdayî karûbarên Hêzên Pêşmerge re gotine Amerîka çaverê dike ku berî nirxandina salane ya di meha îlonê de, divê Herêma Kurdistanê cidiyeta xwe bi kirina xwe ya siyasî nîşan bide xasma ji bo cîbicîkirina pêngavên çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de, herwiha destnîşankirina wezîrekî demkî (ji ber ku hikûmet karmeşîner e) ji bo Wezareta Pêşmerge.
Ne bi tenê wiha jî, lê dilgiranî û bêzariya xwe jî anîne zimên ku ev proseya ku li Wezareta Pêşmerge navê wê kirine Yekgirtina Hêzên Pêşmerge ne tenê bi pêş neketiye, lê ji ber dabeşbûn û nakokiyên siyasî yên di navbera PDK û YNKê de, sist bûye û kelemên nû li pêşiya wê hatine çêkirin.
Li milekî din, roja pêncşemê 27-07-2023 yan li Wezareta Derve ya Amerîkayê, li ser yekgirtina hêzên Pêşmerge, min ji Cîgirê Berdevkê Wezareta Derve ya Amerîkayê Vedant Patel pirsî, wî bersiv da û bi zelalî got Em berdewam in li ser dilgiraniyên xwe yên girêdayî dabeşbûnên navxweyî di pêvajoya çaksaziya Pêşmerge de û me dilgiraniyên xwe jî gihandin berpirsên pilebilind ên Hikûmeta Herêma Kurdistanê.
Bi nêrîna min, ev gotineke pir zelal e û pêwîstiya wê bi şîroveyê nîne. Herwiha rapora çavdêriyê ya Wezareta Derve ya Amerîkayê ji bo çaryeka yekem a 2023 yan ji bo Kongresê, eşkere destnîşan dike ku berpirsên Amerîkayê xasma Wezîrê Parastinê Lloyd Austin û Koordînatorê Karûbarên Rojhilata Navîn li Koşka Spî Brett McGurk, gava ku îsal di du demên cuda de çûn Hewlêrê, di civînên xwe yên bi Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî re, pir bi rijdî tekezî li ser pêwîstiya bilezkirina yekgirtina hêzên Pêşmerge kirin.
Çavkaniyeke agahdar jî ji civînên vê dawiyê yên Cîgira Alîkara Wezîrê Berevaniya Amerîkayê Dina Stroll bi berpirsên Herêma Kurdistanê re, ji min re got ku di wan civînan de jî ev mijar hat gotûbêjkirin û wê berpirsa Amerîkayê nerazîbûna welatê xwe der barê proseya yekbûna hêzên Pêşmerge de û nebûna wezîrekî Pêşmerge jî ji berpirsên Herêma Kurdistanê re got.
Berê jî berpirsên Amerîkayê di civînên girtî de û dûrî medya û cihên giştî, nerazîtî û bêzariya xwe li hember yeknegirtina hêzên Pêşmerge û sistiya proseya çaksaziyê di Wezareta Pêşmerge de digihandin berpirsên Herêma Kurdistanê û Wezareta Pêşmerge lê vêga ew robinîvro vê nerazîbûna xwe dibêjin.
Daxuyaniya dawî ya hevpeymanan û daxuyaniya Balyoza Amerîka li Bexdayê Alina Romansky ji Rûdawê re û daxuyaniya Patel ji bo min jî, sê mînakên darîçav in ku zelal û eşkere dilgiranî û nerazîbûna Amerîkayê ji proseya yekbûna hêzên Pêşmerge destnîşan dikin.
Çend hêzên Pêşmerge hatine birêxistinkirin?
Di çend salên borî de, PDK û YNKyê û herwiha Serokatiya Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî hertim ragihandine ku ew li ser yekgirtina hêzên Pêşmerge rijd in lê li gor zanyariyên ku li bal Wezaretên Bergirî û Derve yên Amerîkayê hene, hîna jî bi hezaran pêşmerge di bin fermana PDK û YNKyê de ne.
Li gor raporeke hevpeymanan û hêzên Amerîka li Herêma Kurdistanê, di meha adara 2022yan de, hêzên 80 ku girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ne, di navbera 63 ta 68 hezar pêşmergeyan de li xwe digirin. Hêzên 70 ku girêdayî Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) ne, di navbera 40 ta 45 hezar pêşmergeyan li xwe digirin.
Di heman raporê de tê gotin ku Nakokiyên di navbera serkirdeyên siyasî yên PDK û YNKyê de ˈkûr û bêdawîˈ ne û ev bêbawerî yek ji mezintirîn kelemên li pêşiya avakirina hêzeke leşkerî ya nesiyasî ye.
Li gor heman zanyariyên Wezareta Derve û Wezareta Parastinê ya Amerîkayê, Wezareta Pêşmerge vê dawiyê cebilxaneyên xwe nû kirine, bi taybetî jî li Duhok û Silêmaniyê. Lê hîna jî jana wê yekê dikişîne ku pêdiviyên lojîstîk ên leşkerî yên wekî wesayît, çek, cebilxane û pêdiviyên din li cem hêzên 70 û 80 yên ser bi YNK û PDKyê ne. Ev daneyên sala 2023ê ne, ne yên berî çend salekê ne, ango çend salan piştî ku Wezareta Pêşmerge bi piştevaniya Amerîkayê dest bi proseya çaksaziyê kir.
Agahî dabaşa wê yekê dikin ku piraniya operasyonên leşkerî yên li dij DAIŞê û operasyonên hevbeş ligel hêzên Iraqê ne ji aliyê hêzên ser bi Wezareta Pêşmerge, li şûnê ji aliyê hêzên YNK û PDKyê ve tên kirin. Ji bo Amerîkiyan ev tê wê wateyê ku desthilat, çek, rêveberiya deverê, cebilxane û çeperên leşkerî ne di destê hêzên hevpar, lê belê di destê hêzên PDK û YNKyê de ne.
Di van çend salan de tevî ku Wezareta Pêşmerge jî heye, tenê karîbû serpereştiya 20 tabûrên hevbeş, du hêzên piştevaniya hevbeş, sê navendên perwerdeya hevbeş û kolejekê li Ranyayê bike. Lê ne zelal e gelo desthilata Wezareta Pêşmerge ya tevahî li ser wan heye yan krîzek bi hêsanî wan ji hev vediqetîne.
Ne li gor agahiyên min lê li gor agahiyên navendên Amerîkayê; ev dîmena wê pêvajoyê ye ku ji sala 1992an ve bi navê yekgirtina hêzên Pêşmerge dest pê kiriye.
Dê pereyên Amerîkayê ji bo pêşmergeyan berdewam bin?
Wezareta Parastinê ya Amerîkayê salane li gor budceya ku jê re tê diyarîkirin, çend milyon dolaran ji wan hêzên hevbeş re dişîne, merema min hêzên ku ku di bin kontrola Wezareta Pêşmerge de ne. Ev jî li jêr navê alîkariya hêzên ku dijî DAIŞê şer dikin.
Her sal dema ku budceya pêşniyarkirî tê destnîşankirin, ew budce diçe Kongresê û her sal metirsî heye ku ji ber lobiya xurt a neyarên Herêma Kurdistanê û Pêşmerge, têbînî û fikarên endamên Kongresê li ser sistbûna pêvajoyê, xêzek li ser wê tibaba alîkariyê were kişandin û wê jî qut bikin an kêm bikin, ji ber ku divê were zanîn bêzariya ku Amerîkî behsa wê dikin dê bandorê li gotûbêjên parvekirina budceya Pentagonê bike.
Me vê dawiyê bi endamekî Kongresê re li ser vê mijarê gotûbêj dikir. Wî veneşart ku derbaskirina xalekê di projeyasayeke wekî yasaya berevaniya niştimanî de, ne karekî hêsan e û çavê gelek kesan jî li ser e. Di heman demê de, vêga li Kongresê çend dostên gelê Kurd hene ku bi rewşa Iraq û Herêma Kurdistanê dizanin.
Lê ne şert e ku rewş bi vî rengî bidome. Bi taybetî ku her du salan carekê hilbijartinên Civata Nûneran tên kirin û ne dûr e ku di çend salên bê de, nifşeke nû ya Amerîkayê bê Kongresê û qasî nifşa niha ne hevsoz û nasê doza kurd be û têbînî û dilgiraniyên ku hene jî bihêlin ku ew alîkariyê bi tevahî qut bikin.
Heke em bi zimanê hejmaran bipeyivin, alîkariyên Amerîkayê ji bo hêzên Pêşmerge û hêzên Iraqê sal bi sal kêmtir dibin. Ji bo nimûne, di sala 2021ê de, Amerîka daxwaza nêzîkî 510 milyon dolaran ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê kir. Di sala 2022yan de, hevkarî kêm bûn û daketin 345an. Di sala 2023yan de, nêzîkî 358 milyon dolar bûn. Ji bo sala 2024an jî, tibabek pereyan ku nêzîkî 398 milyon dolarî ye ji bo hemû xerciyên hêzên Amerîka li Iraq û Sûriyê tê xwestin.
Dûmahîk
Di rastiyê de, tiştê ku min gotiye û nivîsandiye ne şîrove û pêşbînî lê belê agahî ye. Dibe ku Amerîka û hevpeymanan jî çaksazî û yekkirina hêzên Pêşmerge wekî mercê wan hevkariyan danîbin û ev yek ji berpirsên Wezareta Pêşmerge bi xwe re jî gotibin. Berpirsekî pilebilind ê Wezareta Pêşmerge jî ev zanyarî ji me re piştrast kir.
Li vir, li Amerîkayê jî di hin civînên ku li ser hêzên Pêşmerge hatin lidarxistin de, berpirsên Amerîkayê ew rastî anîne bîra berpirsên Herêma Kurdistanê li ser her sê astên bilind ên Amerîka; Kongres, Koşka Spî û Wezareta Derve, çi bigire çend caran pir bi zelalî ji wan re hatiye gotin.
Divê Kurd gavan bileztir biavêjin. Ji ber ku dibe ku ev hevkarî di her kêliyekê de rawestin an jî astengiyên mezin li ber wan çêbibin. Ji ber ku em ji bîr nekin dema ku endamên Kongreyê van alîkariyan wekî merc dibînin, dibe ku di her kêliyê de be, ji bo bicihanîna wî mercê xwe, zextan zêdetir bikin û nehêlin alîkarî ji Kongresê derbas bibin.
Di dawiyê de, ez dabaşa wê yekê nakim ka sedema sereke ya yeknebûna hêzên Pêşmerge kî ye, PDK an YNK, hêzên navxweyî yên Iraqê yan welatên navçeyê ye? Lê ez dibêjim ku niha derfetek derketiye pêş ji bo ku hêzên Pêşmerge bibin yek. Girîng e ku ev derfet neyê beravêtîkirin, çunkî bi serpereştî û piştevaniya welatê herî mezin ê cîhanê tê kirin.
Eger Amerîka alîkariyan rawestîne yan jî xwe ji yekgirtina hêzên Pêşmerge vekişişîne û peywendiyên xwe yên li gel hêzên Pêşmerge di bin çavan re derbas bike, wê demê divê gilî ji tu kesî neyê kirin. Kesî pişta xwe nedaye kurdan, kurdan bi xwe pişta xwe daye xwe. Timî nihêrtin û lêpirsîna dîrokê û rastkirina çewtiyên wê karekî girîng e, lê ji bo kurdan niha çêtir e ku di vê demê de dev ji wan mijaran berdin û lêpirsînê li rewşa niha ya kurdan bikin ka çima wisa tînin serê xwe?[1]

كورديبيديا غير مسؤول عن محتوى هذا التسجيل وصاحبه مسؤول عنه. قمنا بتسجيله لأغراض أرشيفية.
دون هذا السجل بلغة (Kurmancî)، انقر علی ايقونة لفتح السجل باللغة المدونة!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
تمت مشاهدة هذا السجل 2,000 مرة
اعطي رأيک بهذا المقال!
هاشتاگ
المصادر
[1] موقع الكتروني | Kurmancî | https://www.rudaw.net/- 03-09-2023
السجلات المرتبطة: 6
لغة السجل: Kurmancî
تأريخ الإصدار: 12-08-2023 (3 سنة)
الدولة - الأقلیم: کوردستان
اللغة - اللهجة: ک. شمال ح. لاتين
تصنيف المحتوى: القضية الكردية
تصنيف المحتوى: مقالات ومقابلات
نوع الأصدار: ديجيتال
نوع الوثيقة: اللغة الاصلية
البيانات الوصفية الفنية
جودة السجل: 99%
99%
تم أدخال هذا السجل من قبل ( ئاراس حسۆئـ.ح.) في 03-09-2023
تمت مراجعة هذه المقالة وتحریرها من قبل ( سارا کامەلاس.ک.) في 04-09-2023
تم تعديل هذا السجل من قبل ( سارا کامەلاس.ک.) في 04-09-2023
عنوان السجل
لم يتم أنهاء هذا السجل وفقا لالمعايير کورديپيديا، السجل يحتاج لمراجعة موضوعية وقواعدية
تمت مشاهدة هذا السجل 2,000 مرة
QR Code
الملفات المرفقة - الإصدار
نوع الإصدار اسم المحرر
ملف الصورة 1.0.116 KB 03-09-2023 اراس حسوا.ح.
  موضوعات جديدة
  موضوع عشوائي 
  خاص للسيدات 
  
المزيد

Kurdipedia.org (2008 - 2026) version: 17.33
| اتصال | CSS3 | HTML5

| وقت تکوين الصفحة: 0.391 ثانية