$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Jîn Amara
Nav û Paşnav: Hasret Moraner
Cihê Jiydayikbûnê: Ebex / Wan
Navê Dayikê-Bav: Yadîgar – Dunya Mali
Cih û Dîroka Şehîdbûnê: Cîlo- 03-10-2015
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Jîn li navçeya Ebex a Wanê di nava malbateke welatparêz de hatiye dinê. Di nava hestên kûr ên welatparêziya gelê Serhedê de mezin bûye, bi heskirina welat û gel hatiye mezinkirin. Weke jineke ciwan a Kurd, her çendî di nava sîtemê de xwendibe jî, ketiye nava lêgerînên welê ku gihiştiye wê yekê ku mekanên rast ên azadiyê çiyane. Li ser vî bingehî xwe gihandiye çiyayên Kurdistanê, tevlî refên gerîla bûye. Tevlî gerîla bûye, bûye şahidê jiyana PKK’ê, ji pîvanên hevrêtiyê ya dîtî, ji pîvanên jiyana azad bandor bûye. Bûye heyaranê girêdanbûna hevêtiyê, li ser vî bingehî bûye milîtaneke PKK’yî yê baş. Ji rêxistina azadiya jina Kurd a azad a li çiyayên Kurdistanê bi dest xistiye bandor bûye, bi qedirdayîna jinê venêrîna wê ya ji bo jiyanê hatiye gûherîn. Hevrêya Jîn jî weke jineke Kurd, li ser bingehê Îdeolojiya Rizgariya Jinê xwe ji nû ve afirandiye, ketiye nava hewldanên azadiyê. Ji derveyî jiyana azad û azadiyê ne bûye xwedî ti xwestekên cuda, li çiyayên Kurdistanê bi fedayî tevlî pratîkê bûye, bûye xwedî jiyaneke bê dudilî. Dema li ser erka xwe bû li Qada Binbir di encama bomberdûmanekê de li gel hevrêyên xwe şehîd bûye.[1]