Navê pirtûkê: JÎN (di dema şer da)
Navê nivîskar: Azadê Araratî
Cihê çapkirina pirtûkê: Qamişlo
Navê çapxaneyê: Weşanxaneya Şilêrê - Weşanên Komîteya Lêkolîn û Zanistên Civakî
Sala çapê: 2022
Çendinî û Çawanî
Şoreş di encama serîrakirina gelan da tên kirin. Tu dem û dewranan, şoreş bê beşdarbûna gel nehatîye hizirîn. Dema te got şoreş; ew tiştên ku bi hêza gel ve tên kirin e. Pêşeng armancan dîyar dike, xwe bi bername dike û diçe nava gel. Heke gel bersiv da, êdî dest bi têkoşînê tê kirin. Hin pêşeng hene ku xwedî bername û hizir in, lê gel wan napejirîne û tevlî têkoşîna wan nabe. Çima? Yek: Ji ber ku rast hizirîn û rast nivîsîn tenê têra destpêkirin û serxistina şoreşê nake. Ya duyem: Her kesek yan partî û kom dikarin li gor xwe û berjewendîyên xwe şoreşan bikin. Ya sêyem: Ger ne li gor
pêşketin û berjewendîyên gel yên giştî be, gel tevlî nabe. Ji ber ku gel ne neçare di şoreşeka ne li gor hizir, pêşketin û berjewendîyên wê da be berdêlên giran bide. Lewra gel bi hîs û
pêhesînên xwe têdigihîje ku çewtîyek heye. [1]