$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Nûda Wan Goyî
Nav paşnav: Razan Yildirim
Cihê jidayikbûnê: Wan
Dayik-Bav: Hîkmet-Alî
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêya me Nûda ji eşîra Goyî ya welatparêz a Şirnexê li Wanê ji dayik bû. Ji ber ku malbata wê welatparêz bû û li navendeke mîna Wanê ya ji têkoşîna bi bandor mezin bû, hîn biçûkanî Têkoşîna Azadiyê ya Kurdistanê nas kir. Li qada ku lê dima şahidî ji zext û êşkenceya dijmin a li ser gelê me kir, bi vî rengî rastiya dijmin zû fêhm kir. Polîtîkayên dewleta Tirk a mêtinger ên ji bo qirkirina gelê me têgihişt; hem weke kesayeteke azad hem jî weke ferdeke civakê ji bo berpirsyarî û wezîfeyên xwe bi cih bîne, gihîşt wê baweriyê ku divê têbikoşe. Di sala 2015'an de ku ji bo dîroka me ya têkoşînê serdemeke girîng bû û êrîşên giran ên dijmin lê hatin kirin, hevrêya me Nûda tevlî nava refên gerîla bû û berê xwe da çiyayên Kurdistanê.
Li dijî êrîşên li ser destketiyên gelê me û êrîşên bi destê çeteyên DAÎŞ'ê li hemberî xelkê me yê Êzidî hatin kirin, ji bo bersivê bide êrîşan di demeke kurt de ji aliyê gerîlatiyê ve xwe bi pêş ve bir û şareza bû. Di sala 2015'an de ji bo jin û xelkê me yê Êzidî li hemberî DAÎŞ'ê biparêze çû Şengalê. Dema ku li Şengalê bû bi rengekî çalak tevlî têkoşîna li dijî çeteyan bû, cihê xwe di gelek pêngav û çalakiyan de girt û wezîfeya xwe ya milîtaniyê bi serketî bi cih anî. Xwest ku tecrûbeyên xwe yên di şer de li ser bingeha Gerîlatiya Modernîteya Demokratîk li ser çarçoveyeke hîn zanistî bide rûniştandin û bi vê armancê tevlî perwerdeya çekên giran bû. Di pêvajoya perwerdeyê de xwe ji aliyê teknîkî û îdeolojîk ve xwe şareza kir û bû gerîlayeke YJA Starê ya profesyonel. Hevrêya me Nûda ku di vir de asteke girîng a tevlîbûnê nîşan da, bi asta xwe ya têgihiştinê û hêza bicihanînê derkete pêş û demeke dirêj li akademiyê bi erka fermandariyê rabû. Gelek heval perwerde kir, hewldan û tevkariyeke girîng li profesyonelbûn û nûbûna gerîla kir. Hevrêya me Nûda ev kar ne tenê li qadekê, li gelek qadên çiyayên Kurdistanê meşand, piştî demekê jî dema ku asta êrîşên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê zêde bû, bi daxwaza xwe careke din berê xwe da qada Zapê. Di sala 2019'an de li herêma Zapê fermandarî ji yekîneya çekên giran re kir, bi roleke çalak rabû û tevlî gelek çalakiyan bû. Asta xwe ya tecrûbe û danheviyê bi hevrêyên xwe re parve kir, weke fermandareke YJA Starê di rêbaz û taktîkê de pêşengî kir. Ji bo têkbirina êrîşên heyî, ji bo hîn bi xurtî tevlî berxwedana Rêbertî bibe, ji bo soza dilsoziya bi şehîdan re bi cih bîne, ji bo tola şehîdên me hilîne, ji bo asta profesyonelbûnê weke gerîlayeke jin bi xurtî temsîl bike timî kete nava lêgerînan. Hevrêya me Nûda her tim dixwest li refên pêş be. Bi kesayetiya xwe ya têkoşer û hêrsa xwe ya li hemberî dijmin her tim dixwest li refên herî pêş şer bike, ji bo êrîşên dijmin ên sala 2021'ê yên li ser Zapê têk bibe û derseke dîrokî bide dijmin, di pêvajoya pêngavê de gihîşt asta şehadetê. Li dû xwe mîrateyeke têkoşînê ya mezin û armanc hişt ku divê teqez bi cih bêne anîn. Weke hevrêyên wê, ji bo dilsoziya bi bîranîna hevrêya me Nûda, ji bo serxistina armancên wê em ê hîn bêhtir têbikoşin û teqez serketinê misoger bikin.[1]