$Agahiyên şehîd:$
Nasnav: Govend Zagros
Nav paşnav: Gulluşah Polat
Cihê jidayikbûnê: Sêrt
Dayik-Bav: Fatma-Necat
Dem û cihê şehadetê: 2021 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Ji ewladên leheng ên Botanê hevrêya me Govend li Sêrtê li nava malbateke welatparêz ji dayik bû. Ji ber ku ji malbat û derdora wê tevlîbûn li nava refên gerîla hebû, her wiha şehadet hebû, hîn di zarokatiyê de bala xwe çû ser têkoşîna me ya azadiyê. Bi destanên lehengiyê yên Gerîlayên Azadiyê yên Kurdistanê û şehîdên me yên leheng, mezin bû. Ji ber vê yekê jî tevlîbûna li nava refên gerîla ji bo xwe kir armanca herî mezin û hêja. Di temenê ciwantiyê de li derdora xwe dest bi lêpirsîna li jiyanê kir, roj bi roj bi nakokiyan mezin bû. Bi taybetî li hemberî zexta mêtingerî û qirkeriyê ya li ser gelê me tê ferzkirin bi hêrs bû, li ser sedemên vê yekê kûr bû. Di vê kûrbûnê de rastiya dijmin nas kir, hewl da ku komkujî, zext û zilma ku dijmin li gelê me dike hîn baştir fêhm bike. Ev rewş bû sedem ku hêrseke mezin li gel hevrêya me Govend çêbibe. Her wiha zû pê hesiya ku dijmin hewl dide b rêbazên şerê taybet ciwanên Kurd ji têkoşînê qut bike, li hemberî van polîtîkayên dijmin hewl da ku ciwanaên li derdora xwe zane bike. Bi vî rengî beriya ku tevlî nava refên partiyê bibe, bi mîsyona pêşengiyê rabû. Li gel vê yekê nêzîkatiyên kevneşop ên li nava civakê li jinan tên ferzkirin û rola ku jê re tê dayin di demeke kurt de hîn bû, anî ziman ku ew ê cihê xwe di nava çerxeke bi vî rengî ya koletiyê de negire. Li hemberî zext û êrîşên dijmin, refên gerîla weke yekane cihê têkoşîna li dijî koletiyê dît û gelek caran hewl da tevlî nava refên grîla bibe. Hevrêya me Govend tevî ku gelek caran nekarî hewldana xwe ya tevlîbûnê bi ser bixîne, bi daxwaz û biryardariyeke mezin di sala 2014'an de tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêya me Govend ku bi taybetmendiyên xwe yên bi meraq, kelecanî zû hînî şert û mercên gerîla bû, bi bandora heybeta Zagrosan navê xwe kir Govend û her tim xwest xwe bigihîne vê lûtkeyê, mîna wan jiyanê bimeşîne, bibe yek ji starên vê diyarê û bi vî rengî tevlî nava têkoşînê bû. Li şûna ku ji rêzê be û mîna her kesî tevlî bibe hevrêya me Govend xwest ku timî li refên herî pêş be û ji bo vê jî hewl da her tiştî zû hîn bibe. Di demeke kurt de bû milîtaneke YJA Starê ya şareza ku li vê qada pîroz di felsefeya Rêbertî de xwe ji nû ve afirand. Hevrêya me Govend bi jîrbûna xwe û hêza xwe ya têgihiştinê ji aliyê profesyonelbûnê xwe bi pêş ve bir, her tim hewl da ku xwe bigihîne asteke hîn bilindtir. Ji xwe re kir armanca bingehîn ku di gerîlatiyê de şareza bibe, hîn bi xurtî li dijmin bixe û di vê nuqteyê de performanseke bilind nîşan bide. Ji bo vê armanca xwe bi rengekî fedaî pêk bîne sala 2016'an tevlî nava karên Hêzên Taybet bû. Piştî perwerdeya destpêkê ji bo hunera xwe ya nû li qada şer bi kar bîne careke din berê xwe da Zagrosan. Sala 2018'an li qada Zapê hate wezîfedarkirin. Hevrêya me Zapê hema hema li her eniyê pêş ên Zapê cih girt, destpêkê li qada Çiyareş ma, bi serketina di branşê de di demeke kurt de encama perwerdeyê nîşan da, ji vir derbasî qada Ertûşê bû, li vê qada ku hem navenda operasyonan e hem jî derfetên çalakiyan lê zêde ne, têkoşîneke xurt meşand. Di vê pêvajoyê de tevlî gelek çalakiyan bû, her wiha ji bo derbê li dijmin bixe, bi rengekî çalak tevlî her karî bû, her kar meşand. Sala 2020'î di operasyona li asta lokal de, her wiha sala 2021'ê di her cûre êrîşên dagirkeriyê de timî li eniyên pêş bû, li vê derê kar kir. Hevrêya me Govend hevrêyeke welê bû ku bi taybetmendiyên xwe yên lêgerîne li pêş bû, ji bo dîtina rastiyê ti carî xwe ji têkoşînê venegirt, ji xwe re kir esas ku xwe îqna bike, di rastiyan de israr kir, lê di heman demê de şaşitiyên xwe jî bi demê re didît û çareser dikir, hêza guhertinê di kesayetiya xwe de nîşan dida. Hevrêya me Govend di Şerê Gel ê Şoreşgerî de kar kir, xwe gihand asta profesyonelbûnê, di qonaxên zehmet ên pratîkê de gav bi gav bi pêş ve çû û îradeya ji pola di kesayetiya xwe de afirand. Bi asta ku xwe gihandê weke gerîlayeke YJA Starê bû ye ji kadroyên pêşeng ên asta nû ya artêşbûna jinê. Hevrêya me Govend bi daxwaza xwe ya têkoşînê û biryardariya xwe wê rê nîşanî hevrêyên xwe bide. Afirandina jiyaneke azad a ku armanca wê bû, wê ji me re bibe wezîfeya herî mezin.[1]