$Rojnemevan û nûçegihanê Kurd Mihemed Mistefa$
Mihemed Mistefa di dîroka 21-05-1997 an de li #kobanî# ji dayik dibe. Ew di zarokatiya xwe de bi giranî bi nexweşiya rebû dikeve. Ji ber wê jî heya çend salan tenê di malê de dimîne û derve nabîne. Piştî ku tenduristiya mihemed baş dibe malbata wî dest bi karê çandiniyê dike . Malbat carê berê xwe dide deverekê û erdên çandiniyê digre û diçîne.
Mihemed li gundê Bedîi yê girêdayî girê sipî refa yekemîn a seretayî di dibistanên rejîma sûriyê de dest pê dike . ji ber ku malbata wî sabît li deverekê namîne salê li cihekî xebatên çandiniyê dike Mihemed jî sabit di dibistanekê nemaye . Piştî gundê bedîi diçin eyn arûsê ku ew jî girêdayî girê sipî ye. Mihemed refa duyemîn ji xwendinê li dibistana eyîn arûsê dixwîne û refa sêyemîn li bajarê kobanî diqedîne û piştî wê ew û malbata xwe derbasî paytexta sûrî şamê dibin. Mihemed jiyan û xwendina xwe li wir didomîne .
Beriya aloziya sûriyê bi salekê mihemed û malbata xwe vedigerin bajarê kobanî û di Enstîtuya Şerîeta îslamî de xwendina xwe berdewam dike û 5 salan tê de dixwîne .
Di van 5 salan de dibe şahidê şoreşa 19ê tîrmeha 2012 an ya rojavayî kurdistanê .piştî avakirina saziya zimanê kurdî (SZKê) li kobanê Mihemed li kêlek xwendina Enstîtuya Şerîata îslamî dest bi xwendina asta zimanê kurdî dike û du ast ji zimanê kurdî qezenc dike .
Sal 2014an êrîşek giran ji aliyê çeteyên daîşê li ser bajarê kobanê pêktê û neçar dimîne bi malbat û gelê kobanê re koçberî bakurê kurdistanê bibe . li bakurê kurdistanê mihemed li bajarê sirûcê dimîne .
Piştî rizgarkirina kobanê ji aliyê YPGê Û YPJê ve Mihemed vedigere kobanê . piştî vedigere kobanê despêkê kar û xebatên medenî dike lê di dîroka 1/1/2016 an de derbasî nava xebatên raghandinê dibe û li Ronahî.TV dest bi perwedeya raghandinê dike û asta sêyemîn ya zimanê kurdî diqedîne.
Despêkê di beşê teknîkê de cih digire û dibe xwediyê asteke baş (pispor) di warî teknîkê de weke (Montaj - Girafîk – Kemîre – Derhênerî li ser erebeya weşana zindî - derhênertiya programan a studyo li navenda giştî ya Ronahî.TV )
Di dîroka 1/6/2017 an de du mehan bi awayekî girtî derbasî perwerdeyeke îdolojî li Akadimiya şehîd Fayîq a raghandinê ya li bajarê qamişlo dibe .
Piştî qedandina perwerdeya du mehan vedigere kobanê û karê xwe di warê teknîkê de berdewam dike piştî demekê derbasî navenda giştî ya Ronahî.tv ya li bajarê Qamişlo dibe û di xebatên rêjîsortî de kardike . li Qamişlo bi ekîba weşana zindî re diçe Baxozê û hemleya tunekirina DAIŞ'ê ya QSDê li dêrezorê dişopîne .
Piştî ku Mihemed vedigere kobanê di 19'ê mijdara 2019 an de êrîşên dagirkeriya tirk û çeteyên wê li ser girê sipî û serê kaniyê despê dikin Mihemd û ekîba xwe ya weşana zindî ya ronahî TV derbasî girê sipî dibin û rewş û bûyerên li wir diqewimîn bi raya giştî re parve dikir. Di dema şopandina van êrîşan de mihemed û hevalên xwe gelek caran dibin armanca topên dagirkeriya tirk lê topên wan vala diketin û tiştek bi wan nedihat .
Piştî dagirkirina girê sipî demekê li navçeya eyîn îsa dimîne êrîş û kiryarên dewleta tirk a dagirker û çeteyên wê li wir bi kemîreya xwe belge dike û bi raya giştî re parve dike
Piştî wê di dîroka 13/12/2021 careke din derbasî dewreyeke girtî ya îdyolojî û ragihandinê ya sê mehan li Akademiya şehîd fayiq dibe .
Dema vê dewreyê xilas dike û vedigere kobanê vê carê dest bi xebatên nûçegihaniyê dike û êrîş û kiryarên ku dewleta tirk a dagirker li ser Rojavayê kurdistanê dide meşandin bi pênûs û kemîreya xwe bi raya giştî re parve dike . Di êrîşên herî dawî ku dewleta tirk a dagirker li ser rojavayî kurdistanê bi balafirên şer û çekên giran çêbûne û di encamê de li kobanê nexweşxaneyek bi temamî hatibû rûxandin mihemed û hevalên xwe dixwazin wê yekê belgebikin lê dîsa ji aliyê balafirên şer ê dewleta tirk a dagirker tên hedefgirtin û hevalê wî yê rojnemevan Mihemed El-Cerade birîndar dibe û Mihemed Mistefa û kemîrevan Çekdar şûkrî di encama avêtina rokêtê derbasî nexweşxanê dibin.
Tevî êrîşên dagirkeriya tirk bi taybetî li ser rojnemevana Mihemed mistefa li kobanê ta niha jî wek nûçegîhanê Ronahî TV li Rojavayê Kurdistanê dixebite.[1]