Rojbîn Özkan di sala 1974`an de ji Bakûrê #Kurdistan#ê li bajarê #Mûşê# gundê Rindalya ya girêdayî navçeya #Gimgimê# ji dayik bûye. Hê ji 12 saliya xwe de hîsên hezkirina nivîsînê pê re çêbûye. Her çendî di destpêkê de zehmetî kişandiye, di dawiyê de di 16 de saliya xwe de dest bi nivîsînê kiriye. Bi taybet ji sala 2005’î pê ve dest bi kar û xebatên nivîsandinê kirîye û êdî ji wir û şûn ve berhem dane. Nivîsên nivîskar Rojbîn Özkan heta niha di kovarên wek Nûbihar, Nûpelda, Pêngav, Peyam Hefreng û di gelek malperên Kurdî de hatine weşandin…. Her weha amadekarîya dosyeke #Edebiyeta zarokan# û dosyeyeke entilojiya nivîskarên jinên kurd kirîye. Her du dosye jî di kovara Nûbiharê de weşîya ne. Pirtûka wê “Zarokên Heskifê ji hêla zankoya Merdînê Artuklîyê beşa Kurdolojîyê de ji boy dersa edebiyata zarokan wek pirtûkek harikar hatîye pêşnîyarkirin…. Herî dawî li ser berhemeke din xebitiye ew Antolojiya niviskarên jin ên Kurd ku niha li ber cape ye.
Berhemên Rojbîn Özkan yên ku ta niha çap bûne ev in:
-Zarokên Heskifê ji bo ( zarokan) di sala 2012`an de ji nav weşanên Nûbiharê li Stenbolê çap bûye.
-Stêrkên Bihîştê/ jîyana Hz.Asîya. Hz. Hacer. Hz.Meryem.Hz Xetice. Hz. Fatîma û Hz. Eyşe ye. Lêkolîn weşanên Nûbiharê li Stenbolê di 2014`an de çap bûye.
-Serê Bajarê Çîrokek: Rêwîtîya Rewend. ( Çîrok ji boy zarokan ) ji weşanên Loryayê di 2019`an de li Wanê çap bûye.
-Qenewîç ( Çîrok boy mezinan ) weşanên Nûbiharê di 2021`an de li Stenbolê çap bûye.
Antolojiya niviskarên jin ên Kurd li ber Çapê ye.-[1]