Mehmet Bayrak: lêkolîner û rojnamevanê kurd e. Bayrak gelek pirtûkên ser dîroka kurdan nivîsan. Bayrak xwediyê Weşanên Özge ye. Firaz Baran di sala 2008an bîyografiya Mehmet Bayrak nivîsand. Ev pirtûk bi zimanê tirkî ye û di weşanên Öz-Ge hate çap kirin. Navê pirtûkê Karanlığa Süzülen Işık (Tarîtiyê de Ronahiyek). Di vê pirtûkê de li ser jiyan û xebatên Bayrak ev agahî hene (rûpela 13-14):
Mehmet Bayrak di sala 1948an de gundê Dallikavakê (Sariz-Kayserî) hate dine. Zanîngehê li bajarê Ankarayê, beşa tirknasiyê xwend.
$Berhem:$
1. Tevfik Fikret û Şoreş: Weşanên Tel, 1973/Stenbol
2. Hozan û Nivîskarên Enstîtuyên Gund: Weşanên TÖB-DER, 1978/Enqere
3. Tevgerên Gelêrî û Destanên Hemdem: Weşanên Yorum, 1984/Enqere
4. Eşqiyatî û Stranên Eşqiyatî: Weşanên Yorum, 1985/Enqere
5. Pir Sultan Abdal: Weşanên Yorumê, 1986/Enqere
6. Pêkenokên Gelerî: 1987/Enqere
7. Kilam û Stranên Kurdî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1991
8. Ji Redkirin û Şemartinê Ber Bi Qebûlkirinê - Têkoşîna Nasnameya Kurd (Axaftinên Parastinê û Biryarên Dadgehan: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1992
9. Kurd û Tekoşînên Neteweyî yên Demokrat/Belgeyên Veşartî, Lêkolîn, Nîşe: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1993
10. Belgeyên Kurdolojiyê I: Yên Vekirî-Veşartî/Fermî-Nefermî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1994
11. Bi Çîrokan Vebêjeyên Stranên Gelerî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1996. Ev pirtûk çêtirkirina pirtûka bi navê Eşqiyatî û Stranên Eşqiyatî ye ku di sala 1985an de hatiye weşandin.
12. Alawîtî û Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1997
13. Pirsgirêka Kurd û Çareseriya Demokratîk: Weşanên Öz-Ge, Enqere/1999
14. Enstîtuyên Gund û Wêjeya Gundî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2000
15. Muzîk, Reqs û Stranên Kurdî I-II-III: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002
16. Di Dema Borî Hetanî Îro - Jinê Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002
17. Bi Gravûran Kurd: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2002
18. Ji Serdema Navîn heya Serdema Nûjen Elewîtî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2004
19. Belgeyên Kurdolojiyê II: Yên Vekirî-Veşartî/Fermî-Nefermî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2004
20. Di Wêjeya Elewî-Beştaşî de Aşiqên Ermenî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2005
21. Li Torosên Navîn Eşîrên Kurd-Elewî: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2006
22. Jinê Kurd di Serdema Osmanî de: Weşanên Öz-Ge, Enqere/2007
[1]