Navê pirtûkê: Masîvanê kal û masîyê sor
Navê nivîskar: A. S. Pûşkîn
Navê wergêr: Hazim Kiliç
Wergera ji ziman: Rûsî
Cihê çapkirina pirtûkê: Danmark
Navê çapxaneyê: Xanî & Bateyî
Sala çapê: 1989
[1]
Demek ji deman li leva okyanusa §în û kûr
Masîvanekî kal digel jina xwe dijîya.
Di kolkekî kevin da rîs dirêsa jinikê
Masîvan jî ev sih sal bû ku havîn û zivistanê masî digirt.
Mirovi rojekê ji zû ve tora xwe avête deryayê
Tor bi xîzê kûraya ve tijî bû
Cara duyan ji kezê pê ve ti§tek bi dest neêxist,
Di cara sêyemîn da destên wî vala neman;
Di nav tore da masîyekî sor hebû.