Gunay Aslan
Gunay Aslan rojnamevan û nivîskarekî kurd e.
Di sala 1960 da li bajarê Wan ê hat dinê. Di 1981 da dest bi rojnamevaniyê kir. Di rojnamên mîna Cumhuriyet, Hurriyet, Gündem û Özgür Politika, kovarên 2000 e Doğru, Sokak, Halk Gerçeği,Yeni Halk Gerçeği û gelek kovar û rojnamên navnetewî da nûçe, nivîsar û lêkolîn nivisand.
Ji bo Pirtûka xwe a bi navê 33 Kurşun-Yas Tutan Tarih hat girtin, nêzîkî 2 sala di girtîgehê da ma. Ber cezayê lê hatibû danîn ji welat derket û niha li Almanya yê dijî. Pirtûkek wî bi navê 33 Gule dîroka di şînê de ji hêla Davut Özalp ve ji tirkî bo kurdî hate wergerandin, û ji hêla weşanxaneya Avestayê ve hate çapkirin.
Piştî hat Almanya yê di navbera salên 1995 û 1999 da di Med Tv da xebitî.
Berhem
33 Kurşun-Yas Tutan Tarih (Çîrok-hevpeyvîn) xelata Yunus Nadi girt.
Üniformalı Kasaplar (Lêkolîn)
Kelebek Kanadında Özgürlük (Nivîsar)
Cop Cumhuriyeti (Nivîsên Dîwara)
Herkesin Kendini Astığı Şehir(Helbest)
Mizgîn (Senaryo)
Kurt Partilerinin Çözüm Önerileri(Panel)
Vaspurakan Sultanı (Roman)[1]