Navê pirtûkê: FÊRBÛNA KURDÎ, PÊNGAVA YEKEM
Navê nivîskar: Hesen Huseyîn Denîz
Cihê çapkirina pirtûkê: London
Navê çapxaneyê: AZAD
Sala çapê: 2019[1]
Ji weşanxaneya Azad pirtûkeke nû ya hînbûna Kurdî ya ji bo mamoste û şagirtan niha dikeve bin xizmeta we.
Him kesên dixwazin xwe bi xwe Kurdî hîn bibin û him kesên dixwazin dersên Kurdî yên di asta destpêkê de bidin, dikarin ji vê pirtûkê sûdekî mezin bigrin.
Pirtûka Fêrbûna Kurdî ji ABC ya Kurdî dest pê dike û we gav bi gav pêş de dibe. Mijarên di pirtûkê de wiha ne:
1- Alfabeya Kurdî – Kurmancî . 2- Malbat. 3- Cînavkên kesane. 4- Cînavkên xwedîtiyê. 5- Alavên li xwendegehê û li malê. 6- Cînavkên şanîdanê. 7- Ajal. 8- Hijmar. 9- Şînayî û fêkî. 10- Reng. 11- Xwarin û vexwarin. 12- Dem û meh. 13- Lîstik. 14- Çîrok û çîvanok. 15- Stran. 16- Wênexêzî, boyaxkirin û jêkirin. 17- Xwendin. 18- Sersal, Newroz, bûka baranê, zûgotink û metelok. 19- Çanda Kurdan. 20- Pêvek: çar lîstikên bi bîr bîne û strana rengan.