Paşeroj
Nessrîn. M & Eva. C
Dema ku ez hîna çem bûm,
Çiya şîret li min kir; ku divê ez xwe nas bikim.
Hîm û zinaran ji min re stiran digotin,
Da ez li rêya xwe bigerim.
Ba, ji hemû aliyên xwe ve digot:
Ku ez jidayik bûme, da vê zemînê xweştir bikim.
Dema ku ez hîna di zikê dayika xwedawendan de bûm,
Min pêlên evîna wê hîs kirin
Li ser hemû maseyên wê, gulên geş û bi bihn hebûn,
Û di hemû sênîkên wê de, nanê germ hebû.
Di wê demê de, min ji bîr kir; ez kîme.
Navên ku min ne bihîstibûn, li min kirin.
Ez kirim koleyeke ku tenê zarokan ji wan re tîne.
Kenê xwe bi hêza min kirin.
Guman avêtin ser mejiyê min.
Di her şerekî de, lingên min dilerizîn.
Divîa bû weke du keviran li dû xwe bikişkişînim.
Min ji bîr kir ku ez ne cengebaz im
Û ev jiyan jî, ne ceng e.
Roja ku keça min ji dayik bû
Girnijînan ji derdora xwe, diçinî.
Min jî, şopa birînên li ser dilê xwe, dijmartin.[1]