Mirî Ranazin
Helîm YÛSIV
Avesta
1996, Stenbol
Kêlîka ku ket derî, devê diya wî bi gazekê ji hev vebû:
-Lawo kanî guhê te Remo... Rebeno?!
Bi dengê diya wî re destê wî dirêjî cênîka wî bû. Tiliyên wî li
şûna guhê wî yê çepê vala çûn û hatin. Remo veciniqî. Çavên wî
çûn nava serê wî. Diya wî bi her du piyên wî girt. Bi çavên mişt
pirs li dewsa guhê windayî nerî. Serê wî zîvirand. Guhê rastê di
cih de bû lê hinekî sor bûbû. Gotinên diya wî mîna dilopên tirsê
bi ser de hatin xwar: [1]