Çi çîrokek di nav Heyranê de tê gotin û destkeftên nasyonalîstî tê de çi ne?
Keyhan Mihemedînijad
Di nav Heyran de evîndarî, xweza, erdnîgarî, şer û karesat û ol têne gotin û zêdetir heyranbêj li ser evîndariyê disekînin û eşq û evînê tînin ziman.
Heyran beşek ji#folklor# a Kurdî û curek ji awaz û meqamên Kurdî ye. Heyran wek beşek ji resenayetiya Kurdî tê hesibandin û beşek ji folklora Kurdewarî û wêjeya devkî ya netewa Kurd e. Heyran jî wek Lawik, Hore, Siyaçemane û awazên din yên devkî yên Kurdî dîrokekî wê ya kevnar heye û ji bo dewlemendiya folklora Kurdî gelek bi bandor bûye.
Di destpêkê de divê em bizanin peyva Heyran ji kuderê ve hatiye; Gelek li ser wê bawerê ne ku peyva Heyran ji “Heyaran” ve hatiye û ev peyva Kurdî ye, bi wateya heyranbûn an jî gorîbûn. Hin lêkoler jî dibêjin, ji xerîbiyê ve hatiye.
Di nav Heyran de evîndarî, xweza, erdnîgarî, şer û karesat û ol têne gotin û zêdetir heyranbêj li ser evîndariyê disekînin û eşq û evînê tînin ziman.
Çend cure ji heyran hene û ji wan heyranên meclîsî, çiyayî û xerîbî hene ku ya meclîsî bo xelkê deştê tê gotin û çiyayî hindekê dengê wê bilindtir e, wek vê ku peyama xwe bigihîne cihê mebest; dengê wê bilindtir e. Xerîbî jî bo tazî û sersaxiyan tê gotin.
Wê dawiyê Heyran ji evîndarî ve ber bi hesta netewayetî û şoreşgêrî ve çûye û nivîserên deqa heyranbêjî di vê dawiyê de ev yeka pê zêde kirine. Min di hevdîtinekê de digel “Umer Hacî Elî” nivîserê pirtûka “Kojana Heyran” jê pirsî gelo di nav Heyran de hesta netewî heye? Ev dibêje: “Heyran ji eşq û evînî derçûye û bûye netewayetî û şoreşgêrî; Ev dibêje, li ser şerê DAIŞê min jî hin deqên Heyranê nivîsîne. Di niha de Heyranê sozeke nîştimanî û netewî li xwe girtiye û ew yeka beşek e ji Heyranê”.
Heyran taybet e bi netewa Kurd; awaz û helbestên taybet bixwe hene. Li gor nerîna hin lêkoleran, Heyran yekem car ji deşta Hewlêrê ve serî hildaye û ber bi navçeyên Rojhilatê Kurdistanê yên wek Mukriyanê ve çûye. Cugrafyaya Heyran di nav Kurdistanê de gelek berfireh nîne û ev yeka jî dizivire li ser şêwaza gotin û zareveya Kurdî. Di vê derheqê de min serdana “Prof. Şikor Mamesênî” Mamosteyê Zanîngeha Selahedîn a Hewlêrê kir û min jê pirsî, gelo erdnîgariya Heyranê kîjan navçeyên Kurdistanê ye? “Prof. Şikor Mamesênî” di bersivê de daye zanîn: “Li ser mijara cugrafya û ji kuderê ve serî hildaye nakokî hene; Heyran ji deşta Hewlêrê û çiyayê Qereçûx bo Xoşnavetî û paşê ber bi Ranye û Mengurayetiyê ve çûye. Lê di rastî de li deşta Hewlêrê serî hildaye û bajar bi bajar çûye heta gihaye bi Mihabada Rojhilatê Kurdistanê; lê nerînên din li ser vê yekê hene bo mînak Xwedêjêrazî Dr. “Marif Xeznedar” li ser wê bawerê bûye ku Heyran ji Mihabadê hatiye destpêkirin û ber bi hin navçeyên din ên Rojhilatê Kurdistanê ve çûye û wir jî hatiye aliyê navçeyên Qeladizê, Ranye û heta deşta Hewlêrê û li ser Zêyê Piçûk dawî pê hatiye û êdî belav nebûye”.
Di naveroka Heyranê de hem behs û helbestên rastî û heqîqî têne gotin û hem jî xeyalî. Di gelek naverokên wan de behsa eşq û evîndariyê hatiye kirin û bo bejin û bala yara xwe gotine. Di rastî de naveroka Heyranê peyameke kurt e ku Heyranbêj dixwaze bigihîjine kesê\a hemberê xwe.
Heyran ku wek wêjeya devkî tê nasîn û sing bi sing hatiye heta gihaye nifşa nû, li ser wêjeya nivîskî gelek bi bandor bûye û nivîseran di warê peyvên resen ên Kurdî de gelek sûd jê vergirtine. Di Zanîngehên Kurdistanê de jî xwandevanan wek huner û meqamekê têza doktoraya xwe li ser Heyranê nivîsîne.
Ev peyvên ku di nav deqa heyranê de hene, peyvên resen ên Kurdewarî ne. Bo mînak gelek peyvên resen yên wek “lode (çendîn texên giyan dadinêne ser hev jê re dibêjin lode), kadîn (cihê komkirina ka û giyayê hûr e) û dehan peyvên wiha ên resen, ciwan û Kurdewarî tê de hene û divê nivîser û lêkolerên Kurd gelek bi hûrî ve li ser wan kar bikin û di ferhengên zimanî de cihgir bikin.
Ew awaza kevnar û Kurdewarî di niha de ber bi lawazbûnê ve diçe û hewce ye ku ew awaze bê parastin û divê navend û saziyên folklorî li wê awaza kevnar xwedî derkevin.
Di rastî de ew awazên ku bi devkî hatine gotin û sedan biserhatî û derbasbûyiya bav û kalên me heta îro rojê anîne ber destê me, nabe bi hêsanî jî, bêne jibîrkirin û divê em hemû bi hev re, pîr û kal û ciwan wê kelepûrê biparêzin û nehêlin ji nav here.
[1]