Di helbestên Nalî de hêza taybet a artêşa mîrnişîna Baban - Beşa 2
Bi giştî ya ku di vê parçe helbesta Nalî de me bidest xistiye eva ye ku: #Nalî# behskirina bihêz û mezinahî û rêk û pêkiya artêşa Kurdên Baban dike. Wan dibe heta asta herî serê ya serkeftinê û bi bihaya dilxweşî û paqijbûna nefsa xelkê nîştiman û naskerên nasnameya nû ya wan dizane û di di xizmeta neteweya xwe de mîna diyardeyeke nû cih guherînê digel devok û ol û efsaneyên wan dike û carek din wan çêdike û wateyê dide bi wan û di vê rêyê de çîroka efsaneyî û xwenîşandaniya nîştimana xwe dadirêje
Sehra bi tecelî û wadî eymen
Qamet şecer û mezhera eltafî îlahî ne
Di beyta piştre ya Nalî de wêneyek cuda li efsaneyek li artêşê çê dike. Bi sûd wergirtina di navbera nivîsa çîroka “HZ. Mûsa” û her duyên digel wî de, daxwazkarî û derkevtina wan li hember Mûsa de û şewitandina virandina Sîna û … hwd.
Di vê beytê de pile û payeyên pîroz dibexişe bi artêşê û pileyeke xwedayan jêra dadinê. Eger di çîroka Mûsa de, Xweda der dikeve li hember cîhanê de û mîna ku dîndar dibêjin diyar dibe, ku Xweda bixwe wî cihî nîşanî Mûşa dide, bi “Vadî Eymen” hatiye naskirin. Berê jî ku Mûsa diçû bo wî cihî bo gotûbêjkirin di gel Xweda de, yekem car ku digihîje bi hevjîna xwe û di gel de dibe û di tarîtiya şevê de digihîjinê û biryar wisa ye ku di gel Xweda bibin yek û bo berçav ronî û rênivîniyê li çiyayê hêrsbûyî, agirek bi nîşan derkeve.
Di pirtûka pîroza Quraanê de jî, li ayeta 143 ya Sureya Erefatê de hatiye ku; Dema Mûsa hundirî hevgeha me bûye, afrîner di gel de bûye û jêra gotiye Xweda xwe nîşanî min bide, heta ku temaşeyî te bikim. Xweda jêra gotiyê ku tu min nabînî. Lê, bi rindî temaşeyî çiya bike eger pêş hat ku di cihê xwe de ma, vî demî tu jî dê min bibinî. Dema ku Xweda xwe nîşanî çiya dide, şûna çiya nema û di gel erdê pan bû. Mûsa ecêbgirtî bû û kevte erdê.
Di beyta berbas de, Nalî cihguherînekê bi hinek serkaniyên nav çiya de pêk tîne ku cihê bal danê ye.
Sehra bi tecelî wadî eymen
Qamet şecer û mezherî eltafy îlah în
Ev serbazên ku dilê artêş û taxima bijare û sosin kilav bûn, ku li sehra derdikevin, ev sehrayê mîna Wadî Eymen jê dikin û ronahiyê digrin. Her di vê sehrayê de darek wir e ku naskirî bûye bi “Şecer El_Masiye”. Yên ku qameta wan jî mîna vê şecerê û darê wisa bilind in. Xwe mîna mezhera ronahiya Xweda derdixin û ronahiyê dibexşin, dema ku wisa ye ev pîroz in. Hebûna wan nîşanan kerema Xwedavendan e, mîna çawa ku Xweda kerema xwe digel Mûsa kir, û xwe nîşanî wî da û baweriya wî pê qahîm kir.
Wirda pileya wan taximên bijare ji yên parêzî bilindtir dibe. Ji ber eger di çîroka Mûsa de, Xweda diyar dibe, wirda serbaz diyar dibin û der dikevin. Ango serbaz nûnerên Xweda ne û parêzî sembola Mûsa ne. Wirda Nalî efsaneya xwe çêkiriye ku li ser binyata artêşê taybet hatiye avakirin û bi rêberekî taybet ku tevahiya welat digirin û dixemlînin.
Geh tavis geh kebkin û geh buqelemûn
Geh ateş û geh şule, gehî dûdî siyah in
Artêşa ku behsa wê dike de, du sîmayên cuda hene, aliyeke vê sîmayê bo Yarane û aliyê din bo neyaran. Nîv beyta yekem ev serdeme ye ku bo diyar derdikevin ku mîna Tavûsê reng bi reng û neşînin û li cura kevê diqelibin û ew difûrin û di rengê sîvana elokê de hêrs in û bedeviyên xwe nîşan didin. Nîv beyta sêyem a sîmayê bi neyar nîşan dide li cura agirê şewattir û mîna agir gurê berdibin bi hemû cihî mîna dûmana reş ber çavên neyar digrin.
Lalen bi beden, etlesî exizer ku leber ken
Neoreste legel deste giyah in
Tenhay semen bergiy benevşe ke liberken
Wek nûrî dilî muimîn û zulmatiy gunah in
Li du beytên piştî wan, dubare sîmaya artêşa bijare temam dike. Lale an Gulale sembola nû ye û rindî û ciwanî û laş û xwariya wan mîna Lale geş û sor berevajî bûne û xwîna têzawê ku kincên kesk yên artêşê jî li xwe dikin mîna gula nû rewan di gel desteyên giya hatine girê dan. Ango rûyê sor û kincên kesk yên wan mîna deste giyayeke girêdayî ku gula sor li ser xwe dixemlîn, laş û xwariya wan ku mîna Semenê ye dema ku kincên mor jî li xwe dikin hem ronî ne û hem tarî, wate mîna ronahiyê li dilê tarîtiyê de derdikevin, aliyek kincên tarî û aliyek rûyê ronî û geş. Li kincên hesabî tarî de laşê wan yê ronî baweriyeke di dilê tarîtiyê de dibiriqe.
Bo seyrî xeramîdenî em serw qedane,
Sofî li telebdan û hemû salîkî rah in
Bo zolf û rux û ebrûyî çun zulfî siyatan
Alem wekû Nalî hemû ban ale û ahin
Di du beytên din de dubare Nalî li komek devokên wareke cuda li warê serbazan bo gihandina mijara xwe mifahê jê wedigire. Sofîzm şêwazeke biriqînê ye ku li ser binyata rêûresimeke taybet hatiye avakirin, bo vê nefs û hebûna mirovê pak bê û bi vî şêwazî dibin dev berdana li cîhanê û mebesta wan jî gihîştin bi heq û pêgihîştin û pêgihandina nefsa xwe ne. Ev peyva di bingehê de wate mirovek ku kincên paşimîna kevin jixwe kiriye û ev jî bi yekek li nîşanên dev berdan li cîhanê û zu zaniye.
“Teleb” wate ev daxwaza Sofiyan ku hene û dixwazin bigihîjinê. Bi gotina Hafiz dest li Teleb û daxwaziyan hilnagirin heta digihîjin bi miraza xwe. Bo vî karî jî dibe bibin rêvîngên rêbaza terîqet û salekê rêyekê ku digehîjin bi heq û paqijbûna nefsa xwe.
Di vê beytê de, Nalî dijwariyeke ecêb afirandiye. Sofî ku dibe dev ji cîhanê ber de û ti îş bi ti yek ji wan tiştan tu nabe ku li derveyî çembera heq û paqijbûna nefsê de ne, îca berevajî sofî bi sebeba hebûna vê artêşê li rivîngiya xwe derdikeve û rêbazên berê dişkêne û bo dîtina xwarî û lîtikên vê bejna mîna pozbilindiyan ku bûye salek da ku rivîngiya rêya vê bibîne û bi naskirina wan, rêya terîqeta xwe di gel rêya nîştiman guheriye.
Di beyta piştî wê de Nalî bixwe û alem an xelk yek digirin û dibêjn bo dîtina wan hemû ciwaniyên vê taximê hem min û hem alem her lez û nale û qîrîna me ye. Beyta dawî jî mîna Muderis behs dike di navbera du nîv beytan de û koma helbestê de jî nalek heye. Hemû ew behsên han dibe Nalî dilxweş bikin û ew yeka jî di yek bi yekê beytan de heye, îca Nalî behsa vê yekê dike ku nabe dilê xwe bêşîne, ji ber vê taximê cih û pêgehek baş hene. Pirs ew e ye ku çima Nalî dibe birence di demekê de ku hemû tişt bi dilê wî ye û artêşa wî jî wiha amade û teyar bûn heye.
Lê, eger wiha çav lê bikin ku “nabe dilê xwe birencîne” wate xeman bixwe ku welat di vê mevdayê de xwediyê artêş û leşkereke rêk û pêk û xwediyê pile û pêgehê ye. Pirsgirêka vê beytê jî li warê wateyê de çareser dibe.
Bi giştî ya ku di vê parça helbesta Nalî de dest me dikeve eva ye ku; Nalî behs ji mezinahî û rêk û pêkiya artêşa Kurdên Baban dike. Wan dibe heta asta herî serê ya serkeftinê û bi bihaya dilxweşî û paqijbûna nefsa xelkê nîştiman û naskerê nasnameyeke nû wan dizane û di xizmeta neteweya xwe de mîna diyardeyeke nû cihguherînê di gel devoka ayîn û efsaneyan dike, carek din wan çêdike û wateyê dide bi wan û di vê rêyê de çîroka efsaneyî û xwenîşandana nîştimana xwe dadirêj e.
Nalî! Be xweda heyf derencênî dilî xwet
Em taqme mexsuse hemû sahîbî cah in
[1]