Meçko: Çayxaneya herî navdar a paytexta Herêma Kurdistanê
Sîpan Sofîzade
Çayxaneya Meçko navdartirîn çayxaneya #Hewlêr# ê ye û bi dehan salan e bûye navenda nivîskar û hunermendan. Di destpêkê de çayxane di nav bazarê de bû, lê piştre bo aliyê bin keleha Hewlêrê hate veguhastin. Rexne ji îdareya çayxaneyê tê girtin û tê gotin ku wek cihekî bazirganiyê lê hatiye.
Çayxaneya Meçko di sala 1940î de ji aliyê Mecîd Meçko ve hatiye vekirin. Piştî koça dawî ya Mecîd Meçko di sala 1963an de, kurê wî yê bi navê Tehsîn Meçko çayxane bi rê ve biriye. Piştî mirina wî jî di sala 1991ê de, çayxane ji aliyê birayê wan ê biçûk yê bi navê Muhsên Meçko ve tê birêvebirin.
Ev çayxane ku li nêzîkî keleha Hewlêrê ye, 80 salî ye û rojane geştiyar, hunermend, rewşenbîr, xwendekar û xelkê Hewlêrê serdana wê dikin.
Kesên ku berê pir caran serdana çayxaneya Meçko kirine
Di derbareyê Meçko de gelek nivîskar, helbestvan û hunermendan gotar û helbest nivîsandine. Helbestvan Kerîm Deştî gotiye, “Meçko taytanîka Hewlêrê ye. Çêbûna pêwendiyên nivîskar û rewşenbîran bi çayxaneya Meçko re vedigere bo serdema Mecîd Meçko ku bi xwe jî bi nivîskar, rewşenbîr û hunermendên wê serdemê re dostayetiya wî hebûye. Heta hunermendên wek Tayer Tofîq, Mihemed Arif Cizîrî, Resûl Bêzar Gerdî û gelek kesên din serdana Meçkoyê kirine.”
Piraniya hunermendan di çayxaneya Meçko de stran gotine û tomar jî kirine. Heyranbêjê kurd yê netewî Hesen Sîsaweyî jî yek ji wan hunermendan bû ku li vê derê heyran gotine û tomar kirine.
Meço ji berê ve heta niha şûneke rewşenbîrî bûye
Çayxaneya Meçko di destpêkê de bi hin amrazên sade re hatiye avakirin, lê piştre hêdî hêdî berfireh bûye û kelûpelên kurdî û çanda kurdî tê de hatine bicihkirin. Paşê pirtûk, kovar û rojname li wir hatine danîn û niha pirtûkxaneyeke navîn li wir hatiye avakirin. Gelek welatiyên ku serdana wê dikin ji van pirtûkan sûd werdigirin û dema xwe li wir bi xwendina pirtûkan, vexwarina qehwe û çayê re derbas dikin.
Nivîskar, rewşenbîr, hunermend, wêjekar, xwendekar û mamosteyên zanîngehê ku wek kesên zanîn û zanistê têne naskirin, Meçko wek penageheke wêjeyî nas dikin. Dar û dîwarên Meçko heta radeyekê bêhna reseniyê jê tê. Li wir kelepûra kurdî û wêneyên hunermend, helbestvan û nivîskaran hatine daliqandin. Li wir stranên resen ên hunermendên wekî Elî Merdan, Tayer Tofîq, Hesen Zîrak û Mamlê ji bo serdankeran têne belavkirin.
Cudahiya kesên serdan dikin li gorî demên berê
Berê tenê mêran serdana Meçkoyê dikirin, lê niha jin jî serdan dikin. Hem cihên wê yên taybetî hene û hem jî ew kesên ku dixwazin bi mêran re bi hevbeşî rûnên hene. Serkonsul û nûnerên welatan li Herêma Kurdistanê, bazirgan û geştiyarên ereb û welatên din ên ku têne Hewlêrê serdana Meçkoyê dikin.
Li Meçkoyê ji bilî çay û qehweyê, gelek vexwarinên din jî hene. Niha ev çayxane bûye sembola Hewlêrê û her kesê ku serdana vî bajarî bike, heta serdana Meçkoyê neke, ji bajar dernakeve.
Berê dema ku xelkê serdana Meçkoyê dikirin, cil û bergên resenayetî yên kurdî li xwe dikirin, lê niha berevajiyê wê ye. Ji xeynî kesên kal û bi temen, kêm kes kincên kurdî li xwe dikin û ciwan jî bi cil û bergên kurdî yên kevneşopî kêm têne dîtin. Kal û pîr li vê çayxaneyê rûdinên û bi vexwarina çaya şîrîn rojên berê yên Meçkoyê tînine bîra xwe.
Tevî hemû bedewî û reseniya xwe jî, çayxane ji ber buhabûna nirxan ku dişibe navendeke bazirganiyê, tê rexnekirin; bo mînak çayek li bazarê 250 dînarî ye, lê li Meçkoyê 1000 dînar e û li Meçkoyê aveke vexwarinê jî bi 500 dînarî ye. Herwisa hebûna lîstina texte (tawle), domîne û danîna nêrgeleyê, rûyê rewşenbîriya Meçkoyê veşartiye û vê yekê jî gelek kesên ku serdan dikin, nîgeran kirine.
[1]