=KTML_Bold=#Nîgarkêş# î û derfeteke nû bo nasnamesaziyê di berhemên hunermend Seadet Barzanî de=KTML_End=
Ala Mukrî
Zimanê hunerê di berdewamiya dîrokê de, zimanekî cuda û bi bandor bûye. Her lewma ji destpêka pêkhatina jiyana civakî de, mirov hewl daye ji bilî zimanê asayî ji bo pêwendî, derbirîn û dabînkirina pêdiviyên xwe, li zimanekî bi bandortir jî bigere ku bikaribe ji derveyê vî zimanî asayî, bi hin kod, nîşane û sembolên cuda mebesta xwe bîne ziman. Vegerîn bo dîroka wê cure afirînerê, zimansazî û afirandina sembolan e, û hewcehî bi vegerîn bo dîroka hunera cîhana kevnar û geriyan li pey yekem diyardeyên di vî warî de heye.
Eger em bi kurtî îşareyekê bi vê bandordariyê bikin, em dikarin bigihine wê encamê ku mirov ji bilî zimanê gotinê û sîstema pêkhatî ji peyv û hevokan û zincîreyên wateyên ku peyv û sembolên zimanî çê dikin, li pey pêkhateyek din geriya ye ji bo derbirîn û pêwendî ku ji wê xeleka peyv û sîstemên hêmayî yên vebêjiyê bêne derê. Bandordartirîn warê nîgarkêşî û zimanî wêne bûye. Niha jî wêneyên xemilandî li ser dîwarên şikeftan û li ser kevirên qat bi qat ên çiyayên kevnar hin deq in ku li wan dinihêrin û têne analîzkirin.
Di serdemên cuda yên dinê de jî, mirov li pey ziman û bêjeyên dinê geriya ye. Mînakên vî zimanî jî em dikarin li beşek ji dîroka Yûnanê û Roma kevnar de bibînin. Girîngiya cih û pêgehek ku hunera şanoyê di van welatan de hebûye, eger ew warekî pêşketin û vedîtina kuncikeke nû ya hunerî bûye, aliyeke dinê ya lêgerîna zimanekî cuda û bi bandortir ji bo derbirîn û gotinê bûye ku wan ew ziman û warê wî yê nû di şanoyê de dîtine. Vedîtin û vekolîna çavkaniyên girêdayî serdema Yûnanî, nemaze nivîsên Eflatûn vê yekê nîşan dide ku pile û payeya hunera cuda ya şanoyê çawa bûye.
Ew kurteye tenê wê yekê nîşan dide ku zimanê ciyawaz û vegotinên ne asayî yên ji bo mijarên hestiyar, çawa dikare bala berdeng rabikêşe. Îcar ew berdeng hem dikare berdengê xwe be û hem jî dikare di sînorekî mezintir de berdengê biyanî û hin kesên li derveyî çarçoveya nasnameya netewî ya me be.
Hunera nîgarkêşî ger di nav kurdan de dîrokek kevnar nîne, lê di sedsala bîstem de hinek hewla bi sûd jê re hatiye dan. Belkî heta niha jî ne ew hunere û ne hunera şanoyî nebûye beşek ji adetên ciwannasiya netewa kurd û netewên Rojhilata Navîn bi giştî.
Di vê nivîsê de ez tenê dixwazim îşareyekê bi hin berhemên hunermendeke ciwan û bi şiyan a kurd bikim ku hewleke taybet e ji bo warê hunera nîgarkêşî. Xanima Seadet Barzanî ku xwendekara warê hunerê bûye û şêweya derbirîn û ciwanînasiyê bi awayekî zanisî xwendiye û di du şêwazên “reiyal û surreiyal” de berhem afirandiye. Eşkere ye berhemên wê di wan du waran de hewcehî bi lêkolîn û vekolînek taybet heye û ew behse mewda û derfetek cuda dixwaze.
Seadet Barzanî
Eva ku ez vir dixwazim îşare pê bikim, pirojeyek taybet e di nav tev berhemên hunerî yên vê hunermendê de, ku hem dikare bandorê li ser berdengê kurd û hem li ser berdengê xeyre kurd dabinê.
Hunermend Seadet Barzanî di pirojeya portreya kesayetiyên kurd yên bi bandor de hewleke bêhempa daye. “Portrait painting” şêwe nîgarkêşiyek portreyî ji resmkirina kesayetiyan ji dîtingeha hunermendekê ve ye. Ev şêwe huneriye her ji demên kevnar ve di nav hunermendên mezin ên nîgarkêş de hebûye.
Bo mînak protreya nivîskar û hunermendên mezin ên wek “Dostoyevskî, Tolstoy, Nietzsche, Wagner”, û herwisa siyasetmedarên wek “Napoleon, Marks, Lenin” û rêberên din ên rewşenbîr û siyasî yên cîhanê, vê rastiyê îspat dikin ku hunermendên nîgarkêş di vî warî de xwestine şiyan, afirînerî û hunera xwe nîşan bidin û ji rêya portreyên xwe ve kesayetiyan bidine naskirin.
Nasînek ku pêwîstî bi zimanê asayî nebe. Nasînek ku li ser bingeha zimanê wêne, reng û hêlê be. Ew jî zimanek yonîvêrsal e û çi hewcehî bi wergêran û têgihandina zêdetir a berdeng nîne, berdeng ewa ku dibîne nas dike û ji rêya çav ve mijûlê xwendina deqekê dibe ku tîp û reng, hêl û wêne ne.
Ewa ku di hewla Seadet Barzanî de girîng e ew e ku: Ew komek tak bi wêne yan porterya mirovên bandordar ên kurd xemilandiye ku her yek ji wan di warekî de cihê tiliyên wan li beşeke nasnameya kurd de xuya ye.
Wate pirojaya wê ew hindeyê pirojeyeke civakî û siyasî ye, ew qas pirojeyek takekesî nîne. Tekeziyê li ser kesayetiyên bandordar ên kurd li warê siyasetê bi bê berçavgirtina aresteya siyasiya wan û tenê bi şertê ku bandoreke erênî li ser siyaseta kurd hebin, dike û kesayetiyên hunerî yên kurd ku di warên xwe de dahînertir in, kesayetên dîrokî yên ku beşek ji dîroka kurdan deyndarê çalakiyên wan e, jinên bi bandor ên kurd ku nûnerên beşek ji civaka kurd in, û di heman demê de nîşanderê rewşa ciyawaziya jina kurd di erdnîgariyekê de ye ku her çar derdorên wê bi hin welatên dije jin ve hatiye girtin û nîşanderê wê yekê ye ku hunermend dixwaze ji wê rêyê ve wêneyeke mezintir nîşanî berdengê xwe bide.
Ango eger her portreyeke wê hunermendê tenê wênekirina rûmet û kesayetiyên bandordar ên kurd e di warekî taybet de, gelempera wêneyan nîşanderê wêneyeke mezintir ku ew jî nasnameya dewlemend a mirovê kurd e di erdnîgariyekê de bi navê Kurdistan. Di şêwaza kolajê de hunermend hewl didin ku bi berhevkirina metryalên piçûk wêneyek mezin û watedartir biafirînin.Wêneyek ku tê de hem her metryalekê wateya taybet bi xwe heye û hem jî gelempera ew metryal û tiştên ku li rex hev hatine danîn û ji bo wan plan hatine darêtin, pêgeh û wateyek mezintir dide û ji hemûyê wan ciyawaztir e. Hemû ye û ti yek ji wan jî nîne. Ya ku hunermend Seadet Barzanî ji bo wê hewl daye, tiştek bi vî awayî ye. Hemû portre bi tenê xwediyê kesayetî, wate û dîroka xwe ne û hemû bi hev re di pekêcekê de wateyek mezintir didine berdengê xwe. Wateyak ku em dikarin di bin navê nasnamesaziya kurd de kom bikin.[1]