Zimanê çapemeniya Kurdî
Rêdûr DÎJLE
Hêmaneke sereke û girîng a çapemeniyê bêguman zimanê wê ye. Çapemenî bi zimanê xwe bandorê li civakê dike û wê araste dike.
Hêmaneke sereke û girîng a çapemeniyê bêguman zimanê wê ye. Çapemenî bi zimanê xwe bandorê li civakê dike û wê araste dike. Yanî di wesfê dibistanekê de ye. Zimanê vê dibistanê çi qas kartêker be, pêwendîdanîna wê ya bi civakê re jî ew qas kartêker e. Ji lew re, zimanê civakê bîr û nasnameya wê bi xwe ye û civak bi zimanê xwe difikire, diaxive û diafirîne. Bereksê wê, karesat e…
Gelo, di vê çarçoveyê de çapemeniya kurdî li kîjan texmê ye?
Çi qasî tê fêmkirin?
Çi qasî dike ku kurd bi zimanekî nişmî biaxivin yan jî çi qasî derbê li nişmîbûna vî zimanî dixe?
Çi qasî kartêker e?
Çi li warê dîjîtal, çi jî li nav civakê, çi qas paxav pê tê kirin?
Rojevê diafirîne?
Tiştên radigihîne çi qasî pêbawerîbûnê bi kesan re yan jî bi civakê re peyda dike?
Dibe sedema başî yan jî texrîbatên çawa?
…
Helbet gava mirov bi awayekî giştî li zimanê çapemeniya nivîskî ya kurdî binihêre, bi ya min wê ew bi xwe bersiva van pirsan bide. Lê heke bivê, mirov dikare çend tiştan lê bike:
Nebûn yan jî pirr kêmbûna nûçegihanên kurdî,
Asêbûna di wergerê de,
Bi wergerê re li kurdî barkirina taybetmendî û karektereke dûrî xweristiya kurdî,
Tevlihevkirina zimanê nivîskî û zimanê devkî,
Hevoksaziyeke heta tu bibêjî têkel,
Şaşiyên rêziman û rastnivîsê,
Bi têgihehên ecêb binpêkirina xisûsiyet û taybetmendiyên girseya xîtabî wê tê kirin,
Di warê rêziman û rastnivîsê de nelihevkirina di navbera sazî û dezgehên çapemeniyê de…
Nîqaşnekirin yan jî lihevkomnebûna sazî û dezgehên çapemeniyê, ji bo lihevkirinekê…
…
Xulase, min di hevpeyvînekê de ev pirs ji zimanzan Michael L. Chyet kiribû. Chyet bersiveke di cih de dabû: “Lê ez dibêjim, ji bo awayekî girîng û paktir, bila hemî xweberxwînan, hemî nûçegihan fêm bikin, hemû peyamhênêr fêm bikin ku berpirsiyarî li ser milên wan heye, ku ew bi vê wezîfeyê rabin… Ne bi tenê, wekî ew dixwazin biaxivin. Gelek kurd dibêjin, zimanê gundê min ji yê hemûyan paqijtir e, ji yê hemûyan çêtir e. Lê gelek peyvên vî gundî yan wî gundî di herêmên din de, di deverên din de nayên fêmkirin. Gelo ew dixwazin gundekî damezrînin an welatekî? Eger ew dixwazin welatekî damezirînin, divê ku her kes bi hev re zimanekî wisa biafirîne ku heta dûrtirîn gund bi hêsanî wan fêm bike.”
Yenî Ozgun Polîtîka
[1]