Kurd û ziman!
Sıraç Oğuz
Îro li Tirkîyê û li Bakurê Kurdistanê qasî 30 mîlyon Kurd dijîn.
Mixabin, angorî rewşa civaka Tirkîyê û Bakurê Kurdistanê, wek tê zanîn ku, ziman û jîyana kurdan ji sedî 90î wî bi Tirkî ye.
Xwedêgiravî, ew partîyên 50 sal in bi navê Kurdan hatine damezrandin, hêjî siyaset û karê wan bi zimanê Tirkî ye. Qet ji îdîa û doza xwe jî şerm nakin û ders nagrin. Bi îdîa yê mezin hêjî xwe wek rêveber û sîyasetmedarê kurd dihesibînin.
Bi gelemperî piranîya sîyasetmedar û nivîskarên esilkurd zimanê xwe yên zikmakî nizanin, bi zimanê tirkî dipeyvin û dinivîsin.
Ew sîyasetmedarên zimantirk bê şerm û eyb dibêjin „em sîyasetmedarên Kurdin“.
Nivîskarên bi zimanê tirkî dinivîsin ewjî xwe wek nivîskarên kurd dibînin. Camêran qet nizanin ku çawa xizmeta tirka û zimanê tirkan dikin.
Piranîya partî sîyasetmedar û nivîskarên esilkurd û zimantirk, dixeyîdin û dibêjin em Kurdin. Ji ber ku em doza Kurdan dikin. Çima bi nivîsa tîrkî em nebin nivîskarên kurd?
Dibêjin, ew kesên ku me kurd nabînin lime neheqî û heqaretê dikin.
Bala mirovan dikişîne, hinekan bi zimanê Tirkî roman nivîsandine û dinivisîn.
Hinek rojane li ser medîya sosyal bi zimanê tirkî gotar dinivîsin. Êw jî xwe wek nivîskar û rojnemevanên kurd dibînin.
Gelo, ew kes, partî, nivîskar û sîyasetmedar, bi nivîsandina zimanê Tirkî û siyasetê bi zimanê Tirkî dikin, çawa dibin sîyasetmedar û nivîskarên kurd?
Gelo, li rû yê cîhanê mînakên wer hene?
Ez gava li hemû welatên biyanî dinêrim, nivîskar û sîyasetmedarên wan dişopînim, tiştên ku li Bakurê Kurdistanê diqewimin li wan welata tu car nayên dîtin.
Ne li welatên serbixwe û azad, li welat û milletê bindesta jî mînakên wer nayên dîtin.
Li Başûr û Rojava û Rojhilatê Kurdistanê jî nivîskarên Kurd yên bi zimanê Erebî û Farisî dinivîsînin hene.
Li Bakûr, Kurdên nivîskar û hûnermend pirr in, bi nivîs û hûnerê xwe xizmeta zimanê Tirkan dikin û ji xwe ra dibêjin, “em nivîskar û hûnermendên Kurd in.”
Edebiyat û hûner ji xwe karen xwezayîne, gor welat û milletan nayên guherandin. Ji wan yek eve, di dine da kî bi kîjan zimanî binivîse, nivîskarê wî zimanî ye. Kî bi kîjan zimanê hûnera xwe bike, ew hûnermendê wî zimanî ye.
Loma, zimanê nivîsê û nivîskar jî bi hev ra girêdayî hevin. Kî bi kîjan zimanî binivîse nivîskarê wî zimanê ye. Esl û dê û bavê mirov çîye, kî dibe qet ferq nake.
Weke mîsal, ewên bi zimanê tirkî dinivîsin û hûnerê dikin ew can û ruh didin zimanê tirkî û dewlemend dikin. Ew jî ji xwe dibin nivîskarên Tirk.
Êwên bi zimanê kurdî dinivîsin û hûnerê bikartînîn ew jî can û ruh didin zimanê kurdî û dewlemend dikin. Ew jî, ji xwe nivîskar û hûnermendên Kurd in.
Loma dibêjin ziman nîşana hebûn û milletbûnê ye. Ji ber wî jî kes nikare angorî dilê xwe, xwe binav bike.
Mirov kîjan zimanî bikar bîne, bi wî zimanî tê binavkirin.
Wek mînak, îro kirin û kiryarên Kurdên Bakûr tiştên ecêb û tevlihevî dimeşînin. Bi zimanê xwe napeyvin û nanivîsin, naxwînin loma biser jî nakevin.
Bi dehan televîzyon û rojnamê bi navê kurdan hene hemû bi tirkî ne. Lê xwe kurd dibînin û dibêjin em karê kurdayetî yê dikin.
Eger zimanê rojname û televîzyonek bi Kurdî be, encax ew rojname û televîzyon dibin dengê gelê kurd û Kurdî.
Zimanê roman nivîsek jî bi Kurdî be, ew roman dibe romana Kurdî, ew nivîskar jî dibe nivîskarê Kurd.
Bi zimanê kurdî bipeyve bibe kurd.
Bi zimanê kurdî weşanê bike bibe televîzyon û dengê kurdan.
Bi zimanê kurdî binivîse bibe nivîskarê kurd.
Bi zimanê kurdî romana binivîse û edebîya ta kurdî dewlemend bike, bibe romannivîsê kurd.
Heger ku mirov van tiştan bi tirkî bikarbîne, ew jî dibe derewek vala û xwe xapandin…[1]