Dîroknasê Kurd Cemal Reşîd Ehmed
Profêsor û dîroknasê kurd Cema Reşîd Ehmed ku bi eslê xwe ji bajarê Kerkûkê ye, ji malbateke welatparêz û berxwedêr e. Bavê wî jî di zemanê xwe de kesayetekî welatparêz bû, her wiha yek ji endamên şandeya kurdî bû ku di dîroka 07_11_1959'an de serdana Ebdilkerîm Qasim dema ku di nexweşxaneyê de ji encama hewldana kuştina wî ji aliyê Sedam Husên ve birîndar bûbû. Her wiha bi bi Dk.Cemal jî bi wî re bû ku hingê ew zarokekî ku hîn çar saliya xwe derbas nekiribû. Ji aliyekî din ve jî têkêliya wî bi gelek aliyên netewî re hebû, jê re rûmetek bû ku kongreyeke pêncemîn ya yekîtiya Netewî ya Demokratîk û Kurdistanî vebike. Yek projeyên wî yên neteweyî ku pêşkêşî hukmeta kurdistanê kiriye ku peymangeha stratejîk ya ewlekariya netewa kurd ava bike, lê mixabin koça xwe ya dawî kir beriya ku ev projeya wî were avakirin.
Asta xwendina wî zanistî:
Wî dîrok û siyaset di zanîngehên ewropî de xwend, her wiha di sala 1973'an de nameya diktorayê di bin serenava Dîroka Kurd a kevnar' di zanîngeha Bulxariya de bi dest xist.
Her wiha wî dîroka kurdî ya kevnar di zanîngehên Hewlêr, Silêmaniyê, Bexdayê û Selahedînê de ders daye. Beriya ku biçe Holendayê rastî celtaya mejî hat û di encamê de di dîroka 19-12-2016'an de koça xwe ya dawî kir
Berhemdariya wî:
- Dîroja Kurd a kevnar.
- Derketina kurdan di dîrokê de, her sê berg
- Kerkûk di serdemên kevnar de
- xwendinên kurdî di welatê Subarto de.
Her wiha gelek pirtûk û lêkolînên dîtir jî weşandine.
Çavkanî: wergera ji zimanê erebî
[1]