Nav: Welîd
Nasnav: Welî Dêwane
Navê babî: kwêxa Mihemmed
Sala jidayikbûnê: 1826
Sala mirinê: 1881
Cihê jidayikbûnê: Navçeya Bekrawa ser bi bajarê Helebceyê
Cihê Mirinê: Silêmanî
$Jiyanname$
Welîd kurê kwêxa mihemed ku bi navê welî dêwane binavûdeng bû, helbestvanek kurde û li sedsalla 18ê jiyaye. Helbest û Hozanên wî helbestvanî bi şêwezara hewramî hatine nivîsîn, ku bo cara yekê Helbestên wî li rojnameya jiyan û jîn hatine parve kirin. Pîremêrdê şa'ir Girngiyek zêde bi helbestên wî dayne û ji şêwezara hewramî wergerandîne ser şêwezara soranî. Mehmûd xakî li sala 1970ê û Osman hewramî li sala 1976ê helbest û honraweyên wî komkirîne û paşê çapkirine. Welî dêwane ji bilî zimanê kurdî, şarezayê zimanê farsî jî bû.
Navê wî yê tewaw «welîd kurrê kwêxa mihemed»e û ji malbata kemaleyîane û ser bi hoza cafe, li salla 1826an li navçeya bekrawa li hellebceyê jidayikbûye. babê wî zilamek xanedan û xwedan milk bû. li temenê zarokatiyê ve babê wî xwastiye wî danête ber xwandin û nivîsînê, li bajêrê Silêmaniyê feqêyekê digre ku welîdê kurrê wî fêrî xwandinê bibît û li ser destê mamosteyê xwe mela yusif, ji bilî xwendin û nivîsînê fêrî qur'anê jî bibît. Xwendewaniya welî dêwane û navûdengê mamostayê wî digehe Hozûn din jî. Kwêxa qadir şêrwan ku yek ji serok hozên tîreya kemaleyîane, keçek hebû bi navê şem (şemse), li mamosteyê welî dêwane dixwaze ku keça wî jî fêrî xwandinê biket, ku paşê welî dêwane û şem bi hev ra li cem wî mamostayî dersê dixwînin. welî şeydayê şemê dibe û peymana evînî yê pêkve girêdiden. Malbata welî dêwane diçine xwastina şemê, lê qewilê wisa dibe ku heya li zozanan nevegerin, şem û welî dergistî bimînin. li dema koça havîneya hozên caf bo zozanan, dijatî û nakokî dikeve navbera herdû malbatan, ku ev bûyer li kela peykûllîda çê dibe. Her ji ber wan nakokî û girêyan evîndarên me nagehin hev û ji yek dûr dikevin û êdî hevdû nabînin.
Evîna şemê gelek karîgerî û bandorê li ser helbestvanê me çêdike, bi radeyekê ku zêdetirî helbestên xwe ji bo evînî û ji yek qediyana xwe û şemê nivîsandine. Tirba welî dêwane ber sîngê çiyayê seyd sadiq ve ye li qezaya seyd sadqa nevçeya şarezûrê.
$Helbestên wî$
Helbestên welî dêwane bi şêwezara hewramî û li ser kêşa deh birgeyîa xwemalî hatine nivîsandin, helbestên wî helbestên sade û asan û rewanin, her wê çendê jî tam û çêjek taybet daye helbestên welî dêwane.
$Nimûneyek ji Helbesta wî$
Hey şemî beşewq çil çiray şewan
hey jiyanî min hey rohî rrewan
hey gilênekey dîdey bê xewan
hey askî serkel lesêber sill ker
her heway sazî kwêstanan le ser
he E'nberîn xall swêsinî killaf
hey rûnakayî rreşmallanî caf
hey min perwaney perr sutawî to
hey min gîrodey zullfî xawî to
to carê nayey bo ser wextî min
gwê nadey be ah, zamî sextî min
napirsît axo min bo to çonim
bê bakî le tîn qirçey derûnim
heway kwêstanit wa bo bûwewe
heyft kird mint lebîr çûwewe
bê mirewetît kird hey şem derbarem
min bo to qeysî siya starem
wadey min û to dîwanî xwa bê
meger ew roje dadim rrea bê
şemî şem rûmet to be sellamet
sikallay dillm kewte qiyamet [1]