Ev nivîs ji aliyê #Seîdê Kurdî# (Nursî) ve sala1908ê hatiye nivîsandin û di rojnemeya Teawun û Teraqî de bi #zimanê Kurdî# hatiye weşandin. Ev nivîs bange ke ji bo Kurda.
Nivîs wek xwe bi vî awayîye:
Ey Gelî Kurdan!
Îttîfaqê de quwet, îttihadê de heyat, di biratîyê de se’adet, hukûmetê de selamet heye.
Kapika îttihadê û şirîta muhebbetê qewî bigrin, da we ji belayê xelas ke.
Qenc guhê xwe bidinê, ezê tiştekî ji we re bibêjim:
Hûn bizanin ku sê cewherê me hene; hifza xwe ji me dixwazin.
Yek Îslamîyet e; ku hezar hezar xûna şehîdan buhayê wê dane.
Ê duduyan însanîyet e; ku lazime em xwe nezera xelqê de bi xizmeta ‘eqlî, ciwanmêranî û însanîyetî xwe nîşanî dunê bidin.
Ê sisîyan millîyeta me ye, ku mezîyetê da me; ê berê ku bi qencîya xwe sax in, em bi karê xwe, bi hifza millîyeta xwe, ruhê wan qebra wan de şad bikin.
Piştî wê, sê dijminê me hene, me xerab dikin:
Yek feqîrtî ye. Çil hezar hemmalê Îstenbolê delîlê wê ye.
Ê duduyan cehalet û bêxwendinî ye; ku hezar ji me da yek “qazete” nikarin bixwînin delîla wê ye.
Ê sisîyan dijminî û îxtilaf e; ku ev ‘edawet, quweta me wunda dike, me jî musteheqî terbîyê dike û hukûmet jî ji bêînsafîya xwe zulm li me dikir.
Ku we ev seh kir, bizanin çara me ev e; ku em sê şûrê elmas bi dest xwe bigrin, ta ku em hersê cewherê xwe ji dest xwe nekin û hersê dijminê xwe ser xwe rakin.
Û şûrê ‘ewil: Merîfet û xwendin e.
Ê duduyan: Îttifaq û muhebbeta millî ye.
Ê sisîyan: Însanê bi nefsa xwe şuxla xwe bike û mîna sefîlan ji qudreta xelkê hêvî neke û pişta xwe nedetê.
Û wesîyeta paşî:
Xwendin, xwendin, xwendin…
Desthevgirtin, desthevgirtin, desthevgirtin…
Bedîûzzeman Mela Seîdê Kurdî
[1]