Rojek wekî îro du kurdên hêja ji nav me bar kirin. Rewşenbîrê kurd #Musa Anter# tam 30 sal berê rojek wekî îro hat kuştin. Û mebûsê kurd #Îbrahîm Ayhan# ku ji ber dozê der barê wî de hatib^nu vekirin reviyabû Hewlêrê, rojek wekî îro li Hewlêrê canê xwe ji dest da. Îro ji bo herduyan jî merasima bîranînê li
dar ket.
BÎRANÎNA APÊ MÛSA
Musa Anter bi gotina kurdan Apê Mûsa roja 20'ê rezbera 1992'yan li taxa Seyrantepeya Amedê hat kuştin. Bi pêşengiya DFG'ê (Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê) li Taxa Cumhuriyetê, kuçeya 442'yan ku li wir hatibû kuştin merasima bîranînê hat lidar xistin.
Nûnerên DFG'ê, kurê Musa Anter Dicle Anter, Nûnerên Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê, nûnerên DBP û HDP'ê, mebûsên HDP'ê Îmam Taşçier û Gulistan Kiliç Koçyiğit, nûnerên TUHAY-DER, 78'liler Girşimi ya Amedê û gelek kesên din amade bûn.
Berdevka DFG'ê Dicle Muftu oglu li vir axivî û got ku guleya ku bera wî dane, bela rastiyê, bera zimanê gelek^idane. Armanc ji kuştina Apê Mûsa ew bû ku vî gelî bêdeng bikin û pênûsa wê bişkînin. Belê mamosteyê me, Apê Mûsayê me li vî kuçeyî hat kuştin û pênûsa wî di nav xwînê de ma lê dûajoyên wî nivîsandina xwe domandin. Cengiz Altunan, Ferhat Tepeyan, Deniz Firatan, Nujiyan Erhanan ew pênûs dewr girtin û ji bo me hiştin.
Rojnameger Huseyin Aykol ku ji dema Apê Mûsa re li saziyên çapemeniyê dixebite axivî û got, Ez hatim vir deynê xwe yê bo Apê Mûsa bidim wî. Ne wekî ku te em hiştin in. Ji wê rojê de me nêzî 50 rojname derxistin, radyoyên me çêbûn. Televîzyonên me yên li dinyayê weşanê dikin hene. Yê her neteweyê ajansên wan hene. Li ser vê reyê me şehîd dan, em ketin hepsê. Ajansên me, rojnameyên me hatin girtin. Heta em bijîn tiştên tên ser kurdan emê bînin ziman. Emê ragihînin dinyayê. Ev 33 sal in ez li vir im. Ciwanên di temenê zarokê min, neviyê min de beşdarî çapemeniya azad bûn. Em mezin dibin û rêya xwe didomînin.
Piştî axaftinan qurtenfîl li cihê ew kuştin dan û ew bibîr an^ni.
BÎRANÎNA ÎBRAHÎM AYHAN
Mebûsê berê Îbrahîm Ayhan roja 20'ê rezbera 2018'an li Hewlêrê ji ber qeyrana dil mir. Ji ber dozê der barê wî de hatibûn vekirin Ayhanji Bakur çûbû Başûr û li wir dijiya. Îro bi beşdariya malbata Ayhan, Hevseroka DBP'ê Saliha Aydeniz, Hevserokê KCD'ê Berdan Ozturk, mebûsên HDP'ê Omer Ocalan, Ayşe Surucu, Mahmut Togrul, Musa Farisogullari ku mebûsiya wî hat betalkirin, mebûsa HDP'ê ya berê Çaglar Demirel, rêveberên HDP'ya Rihayê, nûnerên Platforma Ked û Demokrasiyê ya Rihayê û gelek kesên din merasima bîranîn Ayhan çêbû. Mebûsê HDP'ê yê Entabê Togrul axivî û got, Çar sal derbas bûn lê birîna me hê nû ye. Em her sal zanyariya wî tînin bîra xwe û wî bibîr Tînin. Ji bo me peywira herî girîng ew e em xwedî li têkoşîna wî derkevin. Em serbilind in ku ligel wî em li heman rê meşiyan.
[1]