Navê pirtûkê: Şairê Kurda yê Efsanevî: Evdalê Zeynikê
Navê nivîskar: Ahmet Aras
Cihê çapkirina pirtûkê: İstanbul
Navê çapxaneyê: Deng
Sala çapê: 1996
[1]
Şairê Kurda yê Efsanevî Evdalê Zeynikê ji yek pirtûkên yê nivîskar û lêkolîner Ahmet Aras e.
Çapa yekemîn ya pirtûkê di cotmeha 1996an de ji nav Weşanên Deng derketiye. Pirtûk ji 216 rûpelan pêk tê. Di pirtûkê de behsa jiyana dengbêjê navdar yê herêma Serhedê Evdalê Zeynikê tê kirin. Di pirtûkê de ji bilî jiyana Evdal, şecereya wî, stran û klamên wî, hevpeyvînên bi xizm û merivên Evdalê Zeynikê hatiye kirin, wêneyên gundên wî cih digire. Di pêşgotina pirtûkê ya ku weşanxaneyê nivîsaye tê gotin ku Ahmet Aras dest bi xebata jiyannameya Evdalê Zeynikê di sala 1966an de kiriye û ev lêkolîn ta 1996an domandiye.
Divê were gotin ku di çapa yekemîn ya pirtûkê de ji dêvla tîpa i yê ı û ji dêvla î yê jî i hatiye bikaranîn. Wêneyên pirtûkê û bergsaziya wê ji aliyê wênesaz Arif Sevinç ve hatiye çêkirin.
Şairê Kurda yê Efsanevî EVDALÊ ZEYNIKÊ di cotmeha 2004an bi wergêriya Fehîm Işık ji nav Weşanên Evrenselê bi zimanê tirkî çap bû. Çapa vî ya Kurdî ya kewn hindik ma xelas bibe ger nu here çap bibe.
Lesen Sie das Buch: Şairê Kurda yê Efsanevî: Evdalê Zeynikê
Gesamt Download
157 Wir bitten alle Autoren, Übersetzer und Verleger sich mit uns in Verbindung zu setzen, falls Ihre Bücher nicht in Ihrem Einvernehmen heruntergeladen wurden.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,081 mal angesehen