KURDOLOJI LI AZERBAYCANE
Ахмаде Апо
Di navbera salên 60-70yan da di enstîtûya zanistên rojhilat a Akademîya Zanistî ya Azerbaycanê, para kurdolojîyê da kesayetên weke Elî Gelawêj, Rehîm Qazî, Hûseyn Kurdoxlî, Şamîl Esgerov, Zumrûd Şefîyeva, Mehemed Şemsî xebata kurdolojîyê meşandine û di demeke kurt da berhemên girîng dane.
Pirtûka M.Î. Şemsî a bi navê “Şerefnameya Şerefxan Bedlîsî’’ weke çavkanîya hînbûna dîroka kurdan, pirtûka Hûseyîn Kurdoxlî ya bi navê “Poyeziya helbestvanê hemdem ê kurd Abdulla Goran”, pirtûka Şamîl Esgerov a ku di derheqê Cegerxwîn da nivîsandîye bi navê “Helbestvanê gel”, pirtûka Zûmrûd Şefîyeva ya bi navê “Di helbesta hemdem a kurd da alîyê destanî” û gelek miqale îro jî weke çavkanîyên girîng têne hesibandinê.[1]
Îzzedîn Mustefa Resûl ku niha cîgirê rektorê ûnîvêrsîteya Silêmanîyê ye, bi navê “Di wêjeya kurdî da realîzm”, zanyarê kurd Kemal Mezher bi navê “Li Kurdistana Îraqê têkoşîna azadîya gelê kurd”, Nesrîn Fexrî bi navê “Di zimanê kurdî da lêker”, Kerem Amoyev bi navê “Aborîya Kurdistana Îraqê” û Rehîm Qazî “Partîya Demokrat a Kurdistanê” tezên xwe li Akademîya Zanistî ya Azerbaycanê parastine.
Her wiha di salên 60-70yan da di encama rewşenbîrên kurd ên Azerbaycanê da pirtûkên weke “Desteya wêjeya kurdî” ku di navê da 9 helbestvan û nivîskarên kurd cih digirtin, pirtûka Ehmedê Xanî “Mem û Zîn”, Ebdulrehman Hejar “Stiranên kurdî”, Elî Ebdulrehman “Êhtîram”, helbestvanên kurd ên li Gûrcistanê bi navê “Bayê dibayî” û yêd mayîn hatine wergerandin ji bo zimanê azerî û çap bûne.
Çi heyf e ku Li Azerbaycanê piştî salên 30î peyva kurdî ji belgeyê nasnameyê hate rakirin, hetanî hilweşîna Sovêtan destûr nehate dayîn ku pirtûkên kurdî bêne çapkirin. Di salên 70î da çendî ku nivîskarên kurd Şamîl Esgerov û Ehmedê Hepo ketine nav hilkeftina ji bo çapkirina pirtûkên kurdî jî, ev bêencam mane. Ehmedê Hepo di vê mijarê da nameyek ji organên dewletê re şandîye û jê re komîteya weşanê ya dewletê di 15ê sibata 1971an da bersiveke wiha şandîye: “Nameya ku we şandîye Komîteya Navendî ya Partîya Komûnîst a Azerbaycanê, hatîye şandin ji bo komîteya weşanê ya dewletê. Em jî vê dibêjin ku hêna di weşanxaneyên komarê da derfetên çapkirina pirtûkên bi kurdî nînin. Ji ber vê yekê em nikarin daxwaza we bînin cih.”[2].
Ji salên 1938an hetanî 1990an li Azerbaycanê pirtûkên kurdî nehatine çapkirin. Piştî 1990an jî, nêzîkî deh pirtûk hatine çapkirin: Ehmedê Hepo “Bawerî” (kurteçîrok/1990), “Birîn” (roman, 1996), “Kar û barên gelê kurd” (materyalên zargotinê), “Stêrkên bixwîn ên çavan”/kurteçîrok û bîranîn/, Şamîl Esgerov “Ferhenga kurdî-azerbaycanî, azerbaycanî-kurdî û Mişarên zimanê kurdî” (1999), Barîyê Bala “Kûda herim” (helbest, 1994), Usivê Feqî Evdille “Zimanê kurdî”/helbest/, Qadirê Motî “Bi gazin im, dinya” (helbest/ 1993), û “Bêpar im, dinya” (helbest/,1999), Bayremê Fetî “Pirtuka azerbaycanî-kurdî ya axaftinê” (1994), Bayremê Fetî “Elîfba” (1996), Egîtê Çergez “Du jiyan” (2003) û “Çima…”.
Piştî hilweşandina Sovêtan Navenda Çanda Kurd “Ronahî” (1992) ava bûye. Rojnameyên “Dengê kurd” (1992) û “Diplomat” (2003) dest bi weşanê kirine. Di Radyoya Dewletê ya Azerbaycanê da di heftîyê da du caran 15 deqîqe ji bo weşana kurdî (1993) destûr hatîye dayîn. Ev yek hindik be jî, hiştîye ku di jîyana kurdên li Azerbaycanê da lepitandinek pêk were.
Ji pirtûka Hejarê Şamîl bi navê “Jîyan di rêya welatparêzîyêda”. Almatı, 2007.
[1] Knyaz Mîrzoyev “Edebi ufuklar”, Êrîvan, 1986, r., 57-65. bi azerî.
[2] Ehmedê Hepo “Karûbarên gelê kurd”, Bakû, 2000, r., 10. bi kurdî.
[1]