Navê pirtûkê: Sozê Heqîqetê Ezdîtî
Navê nivîskar: Keremê Anqosî
Cihê çapkirina pirtûkê: Tîbîlîsî
Navê çapxaneyê: Pirtûkxana Êzdiya
Sala çapê: 1999
Dîn-h’ebandina êzdiya p’ir kemne, ji k’ûraya t’arîqê tê, qedîma-qedîmtire. Bona wê yekêye, wekî êzdî bi K’ubarî û qure-qut’an h’emû dema dibêjin: “Dînê me ser h’emû dîna r’a ne!”
Ola, bawariya êzdîtiyê bi kaklê, binga xa pêşiya dînê Cihûya, Xaç’p’arêza û Sirmana di dinê da diyar biye. Êzdîtî dînekî pêşk’etî bû û ewî berî h’emû dînê kemn û t’eze yek Xudê çava Xaliqê A’lemê, E’frandarê dinê h’eband û bawariya xa pê anî. Di zemanê kemn da Xudê p’ir’ bûn. Bîr û bawariya êzdîtiya t’eze ew h’emû Xudê kirine Xudan, Mêr, Miliyak’et û dane dora yek Xudaê Mezin. Gotin: “Xudê yeke, bê şirîk û bê hevale, qencî û xirabî t’enê ji destê Wî tê!”.[1]
Zeman ser zemana da dihatin û diçûn. Her zemanekî bîr û bawariya t’eze angorî fikir û fe’mê mervê wî zemanî taanî û bela dikir. H’ebandinê kemn bi zorê p’ûç’ dikirin û devsa wan ol û erk’anê t’eze der dixistine meyîdanê. Vî t’eherî dînê Zeret’ûştraê, Cihûa, Xaç’-p’arêza, Sirmana, Bûdaê derk’etine dinê û pêş k’etin.
Lesen Sie das Buch: Sozê Heqîqetê Ezdîtî
Gesamt Download
327 Wir bitten alle Autoren, Übersetzer und Verleger sich mit uns in Verbindung zu setzen, falls Ihre Bücher nicht in Ihrem Einvernehmen heruntergeladen wurden.
Dieser Artikel wurde in (Kurmancî - Kurdîy Serû) Sprache geschrieben wurde, klicken Sie auf das Symbol
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
, um die Artikel in der Originalsprache zu öffnen!
Ev babet bi zimana (Kurmancî - Kurdîy Serû) hatiye nvîsandin, klîk li aykona
![](https://www.kurdipedia.org/images/flags/ku.png)
bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
Dieser Artikel wurde bereits 1,514 mal angesehen