Nivîskar: #Abdusamet Yigit#
Şêwe: Felsefe
Ziman: Kurdî
Dîrok: 2015
Weşanxane: Soran
Rûpel: 130
Pirtûk, weke pirtûkeka felsefe, zimanê kurdî û dîrok û rengê pêşketina wê lêdikolê. Pirtûk, rengekî felsefîkî li ser rengê gotinê, kirde û wateyê û pêvajoyên pêşketina wan disekinê. Hebûna gotin bi zanîna ziman re lêdikolê. Morfolojî, zanîna gotinan lêdikolê. Wateyên di hundurê gotinê de bi demê re çawa pêşketina û çawa pêş dikevin, bi dîrokê, pêşketina aqil û felsefeyê re lêdikolê. Têkilîya gotinê û zanînê, zanîn û ziman, ziman û fahmkirinê û hwd, bi hevdû re çawa dibe bi demê re wê tînê ser ziman. Heta roja me, li ser zimanê kurdî, lêkolînên bi zimanîna ziman ên bi vî rengî yan hîç nebûna û yan jî pirr zêde kêm in. Pirtûk, ji van alîyan ve vê vahalîyê didagirê. Çerçoveya zimanê kurdî, bi rengê pêşketina wê re li ser pêvajoyên pêşketina wê ya bi dîrokê re di pirtûkê de tê lêkolîn. Bi gotinaka din, dîroka zimanê kurdî li ser pêşketina bi gotinên wê re di gotinê de tê hanîn li ser ziman. Di pirtûkê de pêvajoyên pêşketina zimanê kurdî bi zanîna ziman re li du beşan tê beşkirin. Beşa pêşî, beşa destpêkê ku weke ku di pirtûkê de tê ser ziman ji demên sûmerîyan destpê dike. Di vê çerçoveyê de li ser gotinê, tîp û kirdeya ku li wan hatî kirin re bi mînaqan lêdikolê. Nivîskar, di pirtûkê de vê serdema pêşî ya pêşketina zimanê kurdî, weke ´serdema pêşketina gotinên kirdeyî´ bi nav dike û tînê ser ziman. Mantiqê gotina ´gotinên kirdeyî´ jî nivîskar li ser pêşketina gotinên destpêkê, bi pêşketina dengên wan, naskirina dengên wan û li ser wan re rengê gotinan ên bi dutîpî û sêtîpî ku pêşdikevin re tîne ser ziman. Vê jî, li ser ´gotinên kokî´ ên zimanê kurdî re tîne ser ziman. Beşa duyemîn jî, beşa pêşketina ziman a bi gotinên aqil re ku nivîskar di pirtûkê de bi rengê gotinên wateyê re bi nav dike na. Nivîskar, van gotinan, bi şîrove û dahûrkirinaka dirêj tîne ser ziman. Di hundurê gotinekê de çend wate û kirde hena, wê jî bi ji hevdû derxistina wateyên di hundurê de ku hena re tînê ser ziman. Gotinên serdema pêşî jî û ên serdemên piştre jî, çawa bi rengekî pir-wateyî pêş dikevin wê bi mînaqên dahûrkirina gotinê re tînê ser ziman.[1]