=KTML_Bold=Civata Şûnwarî ya Bêstûn li parêzgeha Kirmaşanê=KTML_End=
Kom cihên Dîrokî yên #Bêstûn# ê yek ji girîngtirîn cihên geştyarî li parêzgeha #Kirmaşan# ê ye. Bêstûn çiyayek e ku 30 kîlometran li bakurê rojhilatê Kirmaşanê li ser rêya Kirmaşan-Hemedanê hilkeftiye. Bajarokê Bêstûnê jî ku girêdayî bajarê Hersîn a parêzgeha Kirmaşanê ye, li kêleka çiya hilkeftiye.
Kom cihên kevin yên Bêstûnê 28 şûnwarên tomarkirî yên nîştimanî û cîhanî ji xwe digire, ku ya herî kevin ji wan vedigere bo 4 Hezar salan berî naha û ya herî dawî jî çend sed salî ye û di serdema şahên Sefewî de hatiye avakirin. Ev kom cihên kevin li ser qadeke 1650 hektarî hilkeftiye û ji aliyên cuda yên şûnwarî ve di asta cîhanê de navdar e.
Girîngtirîn şûnwarên vê komê wiha ne: Nivîsa li ser kevirê Bêstûnê, xêzkirina kevirê Bêstûnê, peykerê Herkûl, Koşka Bêstûn, karwanseraya Îlxanî, Ferhad Taş, Serava Bêstûn, Perestgeha Mad, Keleha Mad, Nexşeya Kevirê Guderz û nexşeya Kevirê Mehrdadê Eşkanî, Karwanseraya Şa Ebas, Nivîsa ser kevirê Şêx Elîxan, Pira Sasanî, Pira Bêstûn û Şikeftên Bêstûnê.
Şûnwarên Bêstûnê
Ev kevirnîvîsa çîroka serketina “Daryûsê Yekem ê Hexameniş” li ser “Geomath” vedibêje ku wek yek ji girîngtirîn şûnwarên dîrokî û hunerî yên serdema Hexamenişiyan yek ji navdartirîn cihên kevin yên kom cihên Bêstûnê ye û ji aliyê Saziya UNESCO yê ve tomarkariya cîhanî wergirtiye.
Nivîsa Kevir yê han li ser tebeqeya kevirê kilsî hatiye kolandin û piştî kolandinê, ji bo ku nivîs neyên xerabkirin, bi perdeyeke zelal a Leabê hatiye pêçandin.
Dirêjiya kevirê hatî nivîsandin 22 metre û firehiya wê jî 7.80 metre ye û bi sê zimanên Avestayî, Îlamî û Akadî û bi destnivîsa Bizmarî hatiye nivîsandin û nexş û nîgara Ahûramezda û van kesayetiyên ku hatine behskirin li ser kevir hatine kolandin.
Nexşeya kevirê Bêstûnê
Ev nexşe kevirê tabloya hatî kolandin di nav kevirekê de ku dirêjahiya vê 6 metre û firehiya wê jî 3.20 metre ye. Tablo dîmenên serkeftina Daryûşê Hexamenişî li hember Geomath û êxsîrkirina wî û alîgirên wî li ser vê kevirî pan hatine xêzkirin nîşan dide.
Dîmena Ahûra Mezda li jorê hatiye xêzkirin ku zengila hêzê dide Daryûsê Hexamenişî. Herwaha dîmenê Daryûs ê bi bilindahiya 180 cm tê dîtin û lingê wî yê çepê li ser sînga Geomatha ye. Neh girtiyên kelebçekirî û darê li stûyê wan de dirêjahiya 120 cm e, li dû hev li hember Daryûs rêz bûne. Kevanek û rimdarek ku bi bejnên 150 cm, li pişt serê Daryûs rawestane nîşan dide.
Peykerê Herkûl
Me gotarek serbixwe li ser peykerê Herkûl di Kurdshopê de belav kiriye wê bixwînin:
Koşka Bêstûn
Ew koşka wêrankirî û ne temam e ku rast li hember kevirê nivîsa Bêstûnê de ye ku ya padîşahê Sasaniyan Xosrew Perwîz bûye. Li gorî lêkolînên şûnwariyê yên ku ji sala 1976an hatine weşandin, heta naha di vê navçê de berdewam bûye, koşk tenê bi netemamî maye û piştre bûye karwansera. Paşê jî karwansera ji ber erdhejê wêran bûye û di dema desthilatdariya Qacaran de li cihê koşkê gundek hatiye avakirin.
Ferhad Taş
Kevireke pane ku 200 metran dirêje û 36 metran jî bilindiya vê ye û hatiye kolandin ku bi navê Ferataş û Textê Ferhad jî tê naskirin. Abraham Jackson, ku di sala 1903an de serdana vê cihê kiriye, di wê baweriyê de ye ku kevirê han ne ti nivîsek û nexşeyek li ser tineye, bi armanca tomarkirina serkeftinên paşerojê yên padîşahekê bûye, lê mecala wê yekê nebûye ku serketinên xwe tomar bike. Hejmareke din li şûnwarnas jî di wê baweriyê de ne ku ev cih bi rastî kargeha tiraşîna keviran bûye ji bo amadekirina amûrên hewce ji bo avakirina koşka Xosrew Perwîz. Li gorî folklora herêmê jî, tê gotin ku ev cihê han ji aliyê Ferhad Kohken ve bo hezkirina Şîrînê hatiye kolandin.
Kerwansera Îlxanî
Şûnwarên din ji kom şûnwarên Bêstûnê, ku li nêzîkî Ferhadtaş hilkeftiye û li ser bermahiyên koşkên nîve avakirî yên Sasanî avakiribûn. Ev karwanseraya ji bilî hewşek mezin, 64 ode û mizgefteke biçûk jî di hundirê wê de hebûye. Cih ji ber erdhejê herifiye, lê hinek beşên bermahiyên karwanserayê mane. Di serdema Şah Ebbasê Sefewî de, bermahiyên vê şûnwarê ji bo avakirina karwanseraya Şah Ebbas hatine bikaranîn.
Serava Bêstûnê
Ava kaniyeke ku di gola nêzîkî Çiyayê Bêstûnê de kom dibe û li wê derê bûye çavkaniya jiyan û rûniştina mirovan. Di demên kevnar de karwanên ku ji rojhilat diçûn Iraqê li cem van kaniyan diman. Beşeke zêde li şûnwarên koma Bêstûnê, di nav wan de kevirên hatinî nivîsîn û nexşeyên kevir ên Daryûs, nexşeya kevirê Eşkanî, peykerê Herkûl, perestgeha Mad, karwansera Şa Ebbas û çend şûnwarên din li derdora serava Bêstûnê hilkeftine.
Ava vê seravê bê tam û bêhn e û hem ji bo vexwarinê hem jî ji bo avdana zeviyên çandiniyê yên herêmê tê bikaranîn. Derdora seravê jî bi spîndar(Çinar)ên bilind hatiye dorpêçkirin ku cihên van ji bo geştiyaran cihekî balkêş û dilrevîn e.
Perestgeha Mad
Perestgeha Mad yek ji şûnwarên herî girîng ên kom cihên Bêstûnê ye û di bin nivîsa Daryûs de hilkeftiye. Perestgeh eniyeke bi dirêjahiya 10.50 metran û 7 metran jî fireh û 1.5 metre jî bilind e û ji kevirê netiraşî û bi awayeke ziwah hatiye çêkirin û bi rêyeke heft metran dirêj û bi firehiya 1.5 metran kirine bi du parçe. Li dawiya rêyê de odeyek heye. Di sala 1962an de, grubek şûnwarnas yên Almanya wê cihê perestgeha serdemê Madan radigihînin. Di vekolînên vî cihî de çend perçeyên ji hezareya yekem berî zayînê hatine dîtin.
[1]