Navê pirtûkê: Risteyên Gazincbar
Navê nivîskar: #Nurcan Delîl#
Cihê çapkirina pirtûkê: Amed
Navê çapxaneyê: J&J
Sala çapê: 2020
Pîrika min
Xeftanekî sor
Bi ser gulîyên xwe de danî
Ü bi kezîyên ciwaniya xwe honand
Eşên di dilê xwe de
Di tayek porê xwe yê spî de
Şewata lawê xwe hîs kir
Ü di dilê xwe de pêçand
Dawîyê kir nivişt
Ü xist stûyê xwe
Carinan diperpitî sînga wê
Bi eşqa xêrnedîtîyê xwe
Ü dikir qêrîn li asîmanan
Hawara wê bi ser emrê wê de
Dilerizî
Wê belengazîya xwe
Di xemgînîya xwe de dikir xew
Ü difetisand hêsirên xwe
Di zengiloka xwe de
Heta ber mirinê
Di bêdengîyê de.
[1]