$Agahiyên şehîd:$
Nav û paşnav: Mûrat Asan
Nasnav: Salar Atakan
Cihê jidayikbûnê: Mêrdîn
Navê dê û bav: Sûphiye – Mehmet Salîh
Dîrok û cihê şehadetê: 2022 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Salar Atakan li navçeya Nisêbîn a Mêrdînê di malbateke welatparêz de ji dayik bû. Lê hê 4 salî bû tevî malbata xwe koçî Dîlokê kir û li wir mezin bû. Hevrêyê me Salar ê ji 5 xwişk û birayan mezintir bû, bi hişmendiyeke xurt a exlaqa civakî û welatparêziyê mezin bû. Hevrêyê me 9 salan xwend, lê ji zû de berpirsiyariya malbatê girt ser milê xwe û çû nav kar û alîkariya malbata xwe. Bi hest û hişmendiya welatparêziyê ku ji malbata xwe girtiye, têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji zû ve nas kiriye. Bi taybetî bi şehadeta gelek hevrêyên xwe yên zarokatiyê yên di sala 2014'an de di destana Berxwedana Kobanê de û Hecî Lokman Bîrlîk ê di sala 2015'an de li navenda Şirnexê ji aliyê polîsên faşîst ên Tirk ên dijmirovahî ve hate qetilkirin û cenazeyê wî bi wesayîta leşkerî ve hat kaşkirin, bandor li wî kir. Şahidiya komkujiyên hovane yên dewleta Tirk ên di Berxwedana Xwerêveberiyê de ku di navbera salên 2015-2016’an de li Kurdistanê pêş ket, êşa dilê hevrêyê me Salar û hêrsa li dijî dijmin zêde kir. Li dijî terora mêtinger a dewleta Tirk a qirker a ku bi dijminatiyeke bêsînor êrîşî gelê Kurd dike, biryar da ku têkoşînê bike. Hevrêyê me Salar ku di heman demê de ji Şoreşa Azadiyê ya Rojava bi bandor bû, armanc kir ku hewaya şoreşê bêhn bike û bibe şoreşger. Li ser vê bingehê di dawiya sala 2018’an de li ser esasê lêgerîneke xurt li Heftanînê tevlî nava refên gerîla bû.
Hevrêyê me Salar ê ku di nava bajaran de mezin bû, bi hezkirin û coşeke mezin tevlî jiyana gerîla bû. Hewirdora hevrêtiya ji dil a li nav gerîla, asta wê ya bilind a fedakariyê, têkiliyên wê yên li ser esasê azadiyê û xweîfadekirina azad ku di jina Kurd de hebûna xwe dîtiye, bû sedem ku hevrêyê me Salar coş û kelecaneke mezin hîs bike. Hevrêyê me Salar ku bi vê coş û kelecanê beşdarî pratîka gerîla bû, zû hînê jiyana çiyayî bû. Hevrêyê me Salar ê ku kêfa ferdekî azad di hawîrdora komuna demokratîk de dît, tama azadiyê tam kir. Di çiyayan de hestên bi rûmet ên azadbûna xwe jiya, dît ku biryara rast a tevlîbûna nava refên gerîla bû. Bêyî hesab tevlî jiyana azad a PKK’ê bû û zû xwe pêş xist. Ji aliyekî ve bi wergirtina tecrubeyên leşkerî yên gerîlayan di hunera leşkerî de pêş ket, li aliyê din jî xwe bi îdeolojiya Apoyî perwerde kir. Bi taybetî jî dema ku têgihîna Rêber Apo ya neteweya demokratîk û sîstema konfederalîzma demokratîk fêr bû, gelekî bi kelecan bû.[1]