کوردیپێدیا پڕزانیاریترین و فرەزمانترین سەرچاوەی کوردییە!
دەربارەی کوردیپێدیا
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
 گەڕان بەدوای
 ڕووخسار
  دۆخی تاریک
 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
 گەڕان
 تۆمارکردنی بابەت
 ئامرازەکان
 زمانەکان
 هەژماری من
        
 kurdipedia.org 2008 - 2025
پەرتووکخانە
 
تۆمارکردنی بابەت
   گەڕانی ورد
پەیوەندی
کوردیی ناوەند
Kurmancî
کرمانجی
هەورامی
English
Français
Deutsch
عربي
فارسی
Türkçe
עברית

 زۆرتر...
 زۆرتر...
 
 دۆخی تاریک
 سلاید باڕ
 قەبارەی فۆنت


 ڕێکخستنە پێشوەختەکان
دەربارەی کوردیپێدیا
بابەت بەهەڵکەوت
ڕێساکانی بەکارهێنان
ئەرشیڤوانانی کوردیپێدیا
بیروڕاکانتان
دڵخوازەکان
کڕۆنۆلۆژیای ڕووداوەکان
 چالاکییەکان - کوردیپێدیا
یارمەتی
 زۆرتر
 ناونامە بۆ منداڵانی کورد
 گەڕان بە کرتە
ئامار
بابەت
  582,274
وێنە
  123,357
پەرتووک PDF
  22,032
فایلی پەیوەندیدار
  124,490
ڤیدیۆ
  2,187
زمان
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish 
315,561
Kurmancî - Upper Kurdish (Latin) 
95,142
هەورامی - Kurdish Hawrami 
67,630
عربي - Arabic 
43,332
کرمانجی - Upper Kurdish (Arami) 
26,339
فارسی - Farsi 
15,454
English - English 
8,495
Türkçe - Turkish 
3,818
Deutsch - German 
2,018
لوڕی - Kurdish Luri 
1,785
Pусский - Russian 
1,145
Français - French 
359
Nederlands - Dutch 
131
Zazakî - Kurdish Zazaki 
92
Svenska - Swedish 
79
Español - Spanish 
61
Italiano - Italian 
61
Polski - Polish 
60
Հայերեն - Armenian 
57
لەکی - Kurdish Laki 
39
Azərbaycanca - Azerbaijani 
35
日本人 - Japanese 
24
Norsk - Norwegian 
22
中国的 - Chinese 
21
עברית - Hebrew 
20
Ελληνική - Greek 
19
Fins - Finnish 
14
Português - Portuguese 
14
Catalana - Catalana 
14
Esperanto - Esperanto 
10
Ozbek - Uzbek 
9
Тоҷикӣ - Tajik 
9
Srpski - Serbian 
6
ქართველი - Georgian 
6
Čeština - Czech 
5
Lietuvių - Lithuanian 
5
Hrvatski - Croatian 
5
балгарская - Bulgarian 
4
Kiswahili سَوَاحِلي -  
3
हिन्दी - Hindi 
2
Cebuano - Cebuano 
1
қазақ - Kazakh 
1
ترکمانی - Turkman (Arami Script) 
1
پۆل
کوردیی ناوەڕاست
ژیاننامە 
31,699
شوێنەکان 
17,016
پارت و ڕێکخراوەکان 
1,520
بڵاوکراوەکان (گۆڤار، ڕۆژنامە و ...) 
879
وێنە و پێناس 
9,457
کارە هونەرییەکان 
1,399
ڕێکەوت و ڕووداو (کڕۆنۆلۆژیا) 
15,919
نەخشەکان 
233
ناوی کوردی 
2,816
پەند 
13,749
وشە و دەستەواژە 
109,185
شوێنەوار و کۆنینە 
728
خواردنی کوردی 
134
پەرتووکخانە 
27,024
کلتوور - گاڵتەوگەپ 
4,577
کورتەباس 
22,087
شەهیدان 
11,881
کۆمەڵکوژی 
11,361
بەڵگەنامەکان 
8,710
هۆز - تیرە - بنەماڵە 
240
ئامار و ڕاپرسی 
4,629
کلتوور - مەتەڵ 
3,147
یارییە کوردەوارییەکان 
279
زانستە سروشتییەکان 
80
ڤیدیۆ 
2,058
بەرهەمە کوردستانییەکان 
45
کەلوپەلی سەربازیی بەکارهاتوو لە کوردستان 
29
ژینگەی کوردستان 
102
هۆنراوە 
10,635
دۆزی ژن 
58
فەرمانگەکان  
1,121
مۆزەخانە 
56
نەریت 
161
گیانلەبەرانی کوردستان 
734
ڕووه‌كی كورده‌واری (گژوگیا و دار) 
885
گەشتوگوزار 
2
ئیدیۆم 
920
دەزگەی چاپ و بڵاوکردنەوە 
6
کۆگای فایلەکان
MP3 
1,174
PDF 
34,580
MP4 
3,799
IMG 
232,007
∑   تێکڕا 
271,560
گەڕان بەدوای ناوەڕۆکدا
BER BI ENÎYEKA REWŞENBÎRÎ YA SÛRÎYAYÎ VE, JI BO JINÛVEAVAKIRINA HIŞMENDÎ Û NASNAMEYA NIŞTIMANÎ
پۆل: کورتەباس
زمانی بابەت: Kurmancî - Upper Kurdish (Latin)
خانمانی کوردیپێدیا، ئازار و سەرکەوتنەکانی ژنانی کورد لە داتابەیسی نەتەوەکەیاندا هاوچەرخانە ئەرشیڤدەکەن..
بەشکردن
Copy Link0
E-Mail0
Facebook0
LinkedIn0
Messenger0
Pinterest0
SMS0
Telegram0
Twitter0
Viber0
WhatsApp0
نرخاندنی بابەت
نایاب
زۆر باشە
باش
خراپ نییە
خراپ
بۆ ناو لیستی دڵخوازەکان
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
گۆڕانکارییەکانی بابەتەکە
Metadata
RSS
گووگڵی وێنەی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
گووگڵی بابەتی هەڵبژێردراو بکە!
کوردیی ناوەڕاست - Central Kurdish0
English - English0
عربي - Arabic0
فارسی - Farsi0
Türkçe - Turkish0
עברית - Hebrew0
Deutsch - German0
Español - Spanish0
Français - French0
Italiano - Italian0
Nederlands - Dutch0
Svenska - Swedish0
Ελληνική - Greek0
Azərbaycanca - Azerbaijani0
Catalana - Catalana0
Čeština - Czech0
Esperanto - Esperanto0
Fins - Finnish0
Hrvatski - Croatian0
Lietuvių - Lithuanian0
Norsk - Norwegian0
Ozbek - Uzbek0
Polski - Polish0
Português - Portuguese0
Pусский - Russian0
Srpski - Serbian0
балгарская - Bulgarian0
қазақ - Kazakh0
Тоҷикӣ - Tajik0
Հայերեն - Armenian0
हिन्दी - Hindi0
ქართველი - Georgian0
中国的 - Chinese0
日本人 - Japanese0
Rewşenbîrên Rojavayê kurdistanê
Rewşenbîrên Rojavayê kurdistanê
BER BI ENÎYEKA REWŞENBÎRÎ YA SÛRÎYAYÎ VE, JI BO JINÛVEAVAKIRINA HIŞMENDÎ Û NASNAMEYA NIŞTIMANÎ,
BEŞAR EBÛD
Wergera ji zimanê erebî: #Kendal Cûdî#
Eger em karibin rewşenbîrîyê wekî çavkanîya hemû guhartinên di civakê da pênase bikin, nexwe wê demê em nîqaş nakin dema ku em balê dikişînin ser bingeha pirsgirêkên me yên li Sûrîyayê em tê da dijîn, ji ber hebûna alozîyeka kûr a rewşenbîrî ne tenê di nava rewşenbîrên rêjîmê da, lê belê di nava alîgirên şoreşê û yên ku li gel şoreşê sekînin da jî. Mirov dikare bibêje ku hema hema bibêje li tevahîya Sûrîyayê çi ji alîyê dîtinê an jî ji alîyê bandora li ser zanebûna komî da, nîşaneyên valabûnê dîyar dibin. Ev alozî ji alîyê qalîteya ramana ku tê pêşkêşkirin nîşan didin, her wiha balê dikişîne ser kêmbandora rewşenbîrê niştimanî li ser bûyerên ku çêdibin û qad li pêşîya kesên ku dixwazin pirsgirêkê kûrtir bikin û civakê parçe bikin, vedibe. Di encamê da, êdî gel zêde bawerîya xwe bi elîtên heyî yên di qada hizirî da, naîne.
Civaknasê amerîkayî Louis Coser rewşenbîr wekî hebûneka berhemdar ku dikare nakokîyan di civakê da bibîne û di heman demê da banga bêbandorkirina wan nakokîyan û paşguh dike, li ser esasê desthilatdarîya xwe ya rexnegirî, pênase dike. Li gorî vê yekê, em pêşîya du beşên sereke yên xebatên rewşenbîrî da ne: Hilberîna afirînerîyê bi dîtina venasînîya hişk a giştî û berfireh û piştra avakirina xîtabeka giştî ku banga çareserkirina pirsgirêkên neheqî û newekhevîyê dike û kêmasîyên civakê û desthilatdarîyê eşkere bike û ji bo sererastkirina van kêmasîyan kar bike
Tiştê herî giring ku şoreşa Sûrîyayê di deh salên xwe yên dawî da afirandiye, ceribandina çîna xwe ya rewşenbîrî ye û têkçûna rola wê ya sereke di fêmkirina guhartinên şoreşê da eşkere kir. Lewra, gelek rewşenbîran an berê xwe dane dûrxistina ji hevalan an ji xwe di ser gel ra dibînin, an jî bi awayekî tam xwe dûrî dozên exlaqî û parastinê dikin, wekî ku di komkujîya Cindirêsê da çêbûye, dema ku komên terorîst ên ji dagîrkerîya Tirkîyayê ra piştgirî digirtin 4 kurdên sûrîyayî ji ber ku tenê dixwazin bi agirê Newrozê şa bibin, ew qetilkirin. Bêyî ku rewşenbîr bikevin tevgerê, da ku nêrîneka giştî ya niştimanî ava bikin ku vê kiryarê şermezar bikin û banga cezakirina sûcdaran bikin û yên li pişt wan disekinin. Rewşenbîrê sûrîyayî bi awayekî giştî tuneye. An ew bi projeya xwe ya rewşenbîrî ya kesayetî ve mijûl e, an jî li gorî îdyolojîyeka teng an jî mezhebê an jî neteweperestîyê, ber bi alîyekî siyasî ve çûye.
Eger em derbarê awayê afirînerîya ku nexşeya rewşenbîrîyê li Sûrîyayê piştî sala 2011an afirandiye pirs bikin, an jî çend kes bi nêrînên “rewşenbîrên niştimanî” bandor bûne , em ê bê hêvî bibin. Lewra, tu xîtabên yekpar ên ku hemû gelê Sûrîyayê bîne gel hev, tuneye û tevlihevî di nêrîn û analîzeyê da heye. Her wiha, serî li bijardeya felçkirinê û nîqaşên rewşenbîrî bi rêya sazîyên ragihandinê yên ku ji alîyên derve ve têne fînansekirin ku tu bandor li ser rastîya Sûrîyayê ne ji alîyê bandora ku tê xwestin û ne jî di alîyê tevlêbûna girseya gel da, tu bandor nehîşt. Di encamê da, qad li pêşîya xîtabên nefretê û populîzmên berbelav hat vekirin, ku ji ber vê yekê nezanî di nava gel da, zêde bû.
A ku rewş xerabtir kir jî, derbasbûna rewşenbîrê sûrîyayî ya nava lîstoka opozîsyona siyasî da, ku ji ber lawazîya pisporîya siyasî, êdî bû wekî balindayekî ku baskên wî şikestî, ne dikare bifire û ne jî dikare wekî tê xwestin bimeşe. Her wiha, di nava rasteqînîya siyasî û radestbûna xwe li hemberî siyaseta ku tê xwestin û di navbera pîşeya xwe ya sembolîk a li ser esasê rexne û rûbirûbûnê û nêrîna xwe ya pêşketin, reform û ronakbîrîyê da, winda bûye.
Lewra, divê em li xwe mukir werin ku şoreşê tu rewşenbîrên ku dikarin zanebûneka komî ya niştimanî ya giştî ava bikin, çênekir. Sûrîya, wekî ku di rêwîtîya salên dawî da eşkere bû, welatekî pircivak e, ne tekcivak e û hizira tevlîbûna niştimanî ji tevlîbûna nava mezbehî, an jî etnîkî an jî partîtî, pir lawaz e. Her wiha, derbarê nirxê hevbeş ku me di sala 2011an da, ji xwe ra xeyal dikir, rastîyê tekez kir ku ew ji bo hemû gelê Sûrîyayê ne yek e. Dibe ku ev yek ji sedemên ku rewşenbîrîya organîk li ser asta niştimanî hebûneka xwe ya girîng tune be. Ji ber ku hawirdora Sûrîyayê ne wekî hev in û rewşenbîr ku wekî afirînerê raya giştî ye, nikarîbûn di têkbirina vê cudahîyê da kûr bibe, ku li ser vî esasî xîtabekî niştimanî pêşkêş bike û bandora xwe li çîneka mezin a gelê Sûrîyayê bike.
Şopdarê tevgera rewşenbîrî ya Sûrîyayê pêwîst nake ku kedeka mezin bide da ku zanibe tu helwesteka yekalî ku hemû rewşenbîrên Sûrîyayê bîne gel hev tuneye û piranîya projeyên “ronakbîrîyê” eger navlêkirin rast be, hemû pêkhateyan di nav xwe da nahewîne. Ev yek dîyar dike ku rewşenbîr heta niha “girêdayî” mezheb an jî partîya xwe ye. Ji ber vê yekê, em li pêşîya kêmasîyeka mezin di yek ji dîyarkerên herî giring ên rewşenbîrîyê da ne, rewşenbîrî têgeheka kûr e û di wateya xwe ya berfireh da sînorê alîgirîyên neniştimanî derbas dike.
Li ser vî esasî, em dikarin bibêjin ku şoreşê du cureyên ji rewşenbîrên sûrîyayî afirandin; yek vegerîya qada xwe ya destpêkê û civaka xwe ya teng û xîtaba wî daket asta gelêrî. Rewşenbîrê duyem jî ku xema niştimanî ya giştî bi xwe ra rakiriye, di sînorê koma xwe ya elîtîst ku xîtabê wî çend kesan derbas nake, maye. Gelê Sûrîyayê bi awayekî aqilane ev yek fêm kir, lewra li rewşenbîran wekî ku ev pîşeyê li ser esasê berjewendîyên koma xwe ya teng digirtin dest, dinêre, ne ji ber ku ew çîneka taybet ya giştî ye ku li ser esasê xema giştî, bi rewşenbîrîyê mijûl e.
Ez vê jî bipirsim: Gelo çima enîyeka me ya rewşenbîrî ya niştîmanî tuneye ku bikare rewşenbîran derxe pêş ku karibin pêşengîya tevaya gelê Sûrîyayê bikin, mîna Montesquieu, Voltaire û Rousseau yên ku kolanên Fransayê dijî xwedîtîya mutleq har kirin? Çima şoreşa Sûrîyayê kesayetên wiha berhem nedan mîna Emile Zola yê ku li dawiya sedsala 19an li gel komek rewşenbîrên nû yên fransiz ra berevanî di ber leşekerê fransiz yê bi eslê xwe cihû ye, Alfirêd Dirîvos berevanî kir, her wiha Zola bi gotina xwe ya navdar “ez tawanbar dikim” karîbû gendelîya desthilata komara sêyem eşkere bike û paşê Dirîvos bêrî derxist? Gelo niha sûrîyayî ne bi hacet in ku enîyeka pêşverû û hinên wekî Emile Zola çêbikin?
Çima rewşenbîrê sûrîyayî nikare bi qasî oldarekî bandorê bike? Ma rewşenbîr ji wî oldarê ku tenê xwe dispêre bûyerên dîrokê bihtire ne serwextî ziman û çanda vê dewranê ye? Naxwe, çima yê rewşenbîr nikare bandorê bike û xelk li dora şêx û oldaran kom dibin? Çima rewşenbîrekî ku xelk xwe bidin dora wî li cem me nîne, weke wî weke mele, hunermend û kesên ku falan vedikin? Gelo çareserîya vê alozîyê ku her roj zêde dibe û astengîyên ku civaka sûrîyayî rûbirûyî wan e, çi ye?
Ev pirs me digihînin wê yekê ku em bibêjin, divê rewşenbîrên sûrîyayî bibin xwedî nêrîneka hevbeş li ser pirsgirêkên ku van çend salên dawî derketin holê. Ango ne pêkan e ku çareserîya pirsgirêkên 2023yan li gor zihnîyeta 2011an be. Ji ber ku guherînên ku di gewhera civakê da çêbûn, jîyana hemwelatîyan di hemû waran da guhart; û berî ku bersiv ji wan ra were dayîn divê baş bên xwendin û fêmkirin.
A herî xirab di rewşa Sûrîyayê ya niha da, ew e ku tu asoyên çareserîyê nînin. Guhartinên ku di zihnîyeta giştî da çêdibin mirov nîgeran dikin û tu hêvîyê bi pêşerojeka nû nadin. Xelk ji bilî ku ji jîyana xwe nerazî ne, li ser siberoja xwe jî ditirsin. Lewra tevî vê tirsê pêşengên raya giştî jî xwedî nêrînên tevlihev in û ji her kesî ra xuya ye ku ya pêwîst ew e ku ew li ber lîstokên desthilata siyasî û dabûnerîten neyînî yên civakê, xwedî rol û helwest bin.
Dibe ku ji ber parçebûna Sûrîyayê ya halê hazir, rewşenbîr jî parçe ne û ne li ser nêrînekê ne. Lê heger em ji hêleka din ve lê binêrin, dibe ku ev parçebûn bihêle ku bêhtir bi pirsyarîya xwe rabin ku li ser esasinên nû ji nû ve zihnîyet û raya giştî her wiha netewperwerîyê ava bikin.
Gelê Sûrîyayê ji berê ve û heta niha êşa desthilata siyasî ya serwer dikişîne. Her wiha ji ber rikberîya siyasî ya li dij vê desthilatê azaran dikşîne, jixwe dabûnerîtên kevn jî vê êşê zêde dikin. Gerek e ev hemû ji rewşenbîran ra bibe motîv ku rola xwe bizanin û van şaşîtîyan eşkere bikin, wan çareser bikin û dûrî parçbûna fikirî, siyasî û cografî, hêvîyêkê bi mirovan ra çêbikin.
Xelasîya gelê Sûrîyayê ji vê tevlihevîyê di wê yekê da ye ku enîyeka rewşenbîrî ya rexnker hebe ku bikare xwedî bandor be û li hember parçebûnên ku desthilata siyasî wan çêdike, rabe. Enîyeka wiha ku bibe bingeh ji bo peydabûna kadirekî rewşenbîrî yê xwegir û yê ku endamên wê enîyê digihîne hev niştîmanperwerî û pêşxistin û geşkirina şaristanîya mirovî be. Ev, yek ji bingeh û pîvanên karê rewşenbîrî yê niştimanperwer yê herî giring e ku di van çend salên borî da me ji dest dabû.[1]

کوردیپێدیا بەرپرس نییە لە ناوەڕۆکی ئەم تۆمارە و خاوەنەکەی لێی بەرپرسیارە. کوردیپێدیا بە مەبەستی ئەرشیڤکردن تۆماری کردووە.
ئەم بابەتە بەزمانی (Kurmancî) نووسراوە، کلیک لە ئایکۆنی بکە بۆ کردنەوەی بابەتەکە بەو زمانەی کە پێی نووسراوە!
Ev babet bi zimana (Kurmancî) hatiye nvîsandin, klîk li aykona bike ji bu vekirina vî babetî bi vî zimana ku pî hatiye nvîsandin!
ئەم بابەتە 2,899 جار بینراوە
ڕای خۆت دەربارەی ئەم بابەتە بنووسە!
هاشتاگ
سەرچاوەکان
[1] ماڵپەڕ | Kurmancî | https://nlka.net/- 14-04-2023
بابەتە پەیوەستکراوەکان: 41
زمانی بابەت: Kurmancî
ڕۆژی دەرچوون: 03-04-2023 (2 ساڵ)
پۆلێنی ناوەڕۆک: ئەدەبی / ڕەخنەی ئەدەبی
پۆلێنی ناوەڕۆک: کۆمەڵایەتی
جۆری دۆکومێنت: وەرگێڕدراو
جۆری وەشان: دیجیتاڵ
وڵات - هەرێم: ڕۆژاوای کوردستان
وڵات - هەرێم: سووریا
وەرگێڕدراو لە زمانی: عەرەبی
تایبەتمەندییە تەکنیکییەکان
کوالیتیی بابەت: 99%
99%
ئەم بابەتە لەلایەن: ( ئاراس حسۆ )ەوە لە: 14-04-2023 تۆمارکراوە
ئەم بابەتە لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 17-04-2023 پێداچوونەوەی بۆکراوە و ئازادکراوە
ئەم بابەتە بۆ دواجار لەلایەن: ( سارا کامەلا )ەوە لە: 17-04-2023 باشترکراوە
ناونیشانی بابەت
ئەم بابەتە بەپێی ستانداردەکانی کوردیپێدیا هێشتا ناتەواوە و پێویستیی بە داڕشتنەوەی بابەتی و زمانەوانیی زۆرتر هەیە!
ئەم بابەتە 2,899 جار بینراوە
QR Code
  بابەتی نوێ
  بابەت بەهەڵکەوت 
  تایبەت بە خانمان 
  
  بڵاوکراوەکانی کوردیپێدیا 

Kurdipedia.org (2008 - 2025) version: 17.08
| پەیوەندی | CSS3 | HTML5

| کاتی ئافراندنی لاپەڕە: 2.75 چرکە!