ِ$Agahiyên Şehîd:$
Nasnav: Cotkar #Amed#
Nav paşnav: Şeyhmûs Altûndal
Cihê jidayikbûnê: Amed
Dayik-Bav: Yaşar-Osman
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Cotkar ku li navçeya Bismilê ya Amedê di malbateke welatparêz de ji dayik bû, bi çanda berxwedanê ya Amedê mezin bû. Ji ber ku ji kevneşopiyeke welatparêzî ya kûr dihat, kesayeta wî jî li ser vê bingehê ava bibû. Ji ber xwişka wî yê mezin tevlî nava refên Partiya me bibû, bûye bingeh ku ji zaroktiya xwe ve Tevgera me nas bike. Daxwaza herî mezin ya hevrêyê me Cotkar ew bû ku li #çiyayên Kurdistanê# gerîlatiyê bike. Wî xwest ku vê daxwazê bi cih bîne. Hevrêyê me Cotkar ku gelek caran bûye şahidê zilm û zordariya dijmin, ev yek kiriye bingehê tolhildanê û li ser vê bingehê tevlî nava refên gerîla bûye.
Hevrêyê me Cotkar ê ku derbasî Herêmên Parastinê yên Medyayê bû, li vir perwerdeya xwe ya bingehîn dît û dest bi jiyana gerîlatiyê ya ku xeyal dikir, kir. Hevrêyê me Cotkar ê ji jiyanê hezdikir, ji ber xeyalên xwe yên tevlîbûnê pêk anîbû bi coş û kelecanek mezin tevlî jiyanê dibû. Ji ber ku ciwan û dînamîk bû, di destpêkê de pêşkeftinên mezin çêkir. Bi tevlîbûna xwe ya fedakar û dildar coş û moral da hevrêyên xwe. Hevrêyê me Cotkar ê ku di jiyana xwe ya gerîla de ji têkiliyên hevrêtiyê bandor bû, bi xwe jî kir hedef ku bibe hevrêyek baş. Têkoşîneke ku layiqî Rêber Apo û şehîdan bibe esas girt.
Hevrêyê me Cotkar ku lêgerîna xwe ya li çiyayên Kurdistanê jî domand, ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bi awayekî herî baş têkoşiya. Weke ciwanekî Kurd hewl da ku hemû erkên xwe bi awayekî serkeftî bi cih bîne da ku bibe layiqî #gelê Kurd#. Hevrêyê me Cotkar ê ku dixwaze van erkên xwe baş bi cih bîne, di felsefeya Rêbertiyê de xwe pêş xistiye û di bûyîna milîtanekî Apoyî de gelek rê derbas bûye. Hevrêyê me Cotkar ê ku her tim dixwaze li dijî êrîşên dijmin tev li çalakiyan bibe, bi perwerdehiya leşkerî û bîrdozî her tim xwe ji vê yekê re amade kir. Hevrêyê me Cotkar ku heta nefesa xwe ya dawî dilsoziya xwe ya ji bo Rêbertiya me, şehîdên me û gelê me anî ziman, wê her dem di têkoşîna me de bijî.[1]