ِ$Agahiyên Şehîd:$
Nasnav: Şerger Çiya
Nav paşnav: Ramazan Derîcî
Cihê jidayikbûnê: #Mûş#
Dayik-Bav: Gulîstan-Fesîh
Dem û cihê şehadetê: 2016 / Herêmên Parastinê yên Medyayê
$Kurtejiyana şehîd:$
Hevrêyê me Şerger li navçeya Milazgirê ya Mûşê, li bajarê welatparêz ê #Kurdistan#ê ji dayik bû. Hevrêyê me Şerger ku di malbateke welatparêz de mezin bû, xwedî taybetmendiyên kesayeta welatparêz bû. Hevrêyê me Şerger ku her tim meraqa apê xwe yê #gerîla# dikir, xeyal dikir ku mezin bibe û di nava heman refê de tevî apê xwe şer bike. Bi şehadeta apê xwe gelekî bandor bû û bû sedem ku hêrsa wî ya li hemberî dewleta Tirk a dagirker mezintir bibe. Hevrêyê me Şerger ku bi hestên tolhildanê tije bûye, bawer dikir ku têkoşîna herî bi bandor li cihê ku apê wî mîrate hiştiye berdewam bike û biryar da ku tevlî nava refên gerîla bibe. Armanca wî ya sereke hilanîna tola şehîdan û bidestxistina azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû.
Hevrêyê me Şerger ku bi heybeta #çiyayên Kurdistanê#, bi dar, av û kevirên wê bandor bû, bi coşeke mezin nêzî erka xwe bû. Perwerdeya ku li çiya girt, bi taybetî jî #dîroka Kurdistanê# bandorek mezin li ser hevrêyê me Şerger kir. Ji dîrokê ve berxwedana #gelê Kurd# a li hemberî zilm, zordarî û êrîşan, ji bo hevrêyê me Şerger bûye çavkaniya îlhamê. Çanda berxwedanê ya gelê Kurd ji xwe re esas girt û li gorî wê têkoşîn kir. Hevrêyê me Şerger di felsefeya Rêber Apo de xwe kûrkirin esas girtiye. Bi taybetmendiyên xwe yê lêpirsînkirin û enerjik li her qadê balê dikişand. Hevrêyê me Şerger ku karî di dilê her hevrêyekî xwe de cih bigire, weke milîtanekî jêhatî heta nefesa xwe ya dawî şer kiriye û tevlî karwanê şehîdan bûye.[1]