$Kurtejiyana Dr. Diyaeddîn Receb$
* Navê wî Diyaeddîn e Kurê Mele Ebdilcebar Receb e, bavê wî bixwe ji herêma: Wanê ye. Diya wî: Hemdiye Qasim, ji herêma: Cizîra Botan e.
Di sala 1962z de, li gundê Cirnika Mezin (bakur-rojhilatê #Qamişlo#) jidayik bû.
*Xwendina xwe ya seretayî, amadeyî û lîseyê, li dibistanên Qamişlo biserî kir.
* Di sala 1988an de, li Zanîngeha Helebê ya bijîşkiyê bawernameya xwe wergirt.
* Di sala 1988z de, jin anî. Hevjîna wî: Reqiyye Melle Mustefayê Heskîfî ye. Kurek û du keçên wî jê hene: Salar, Stêr û Sîber.
* Di sala 1989-1991ê de, diçe leşkeriya neçar ya Sûrî, bi payeya Efser.
* Di sala 1991ê de, dîdengeha xwe ya bijîşkî, li Qamişloyê vekir. Li bajarê Qamişloyê dimîne.
Berhemên wî yên çapkirî ev in:
1- FERHENGA BIJÎŞKÎ YA KURDÎ.
(Inglîzî - Erebî - Kurdî) û (Erebî - Inglîzî - Kurdî)
2- PEYVÊN KURDÎ YÊN EREBÎKIRÎ.
3- ZARAVESAZÎ DI ZIMANÊ KURDÎ DE.
4- AR DI ZIMANÊ KURDÎ DE.
5- ZARAVEYÊN BÎRKARIYÊ BI KURDÎ.
(Inglîzî - Erebî - Kurdî) û (Erebî - Inglîzî - Kurdî)
6- PEYVÊN HAWBEŞ NÊWAN ZIMANÊ SOMERÎ Û KURDÎ.
[1]