Şêx Ebdurehmanê Garisî, ji devera Garisan xelkê gundê Xerxûrê ye. Di sala 1926-27'an de, digel hereketa Yaqûb Axa yê Erohî wekû serkêşekî wê hereketê li herêma #Botan#ê şerê dewleta tirk kiriye.
Hevalên ku bi Şêx Ebdurehmanê Garisî re beşdarî di wî şerî de kirine, ji serî ve Yaqûb Axayê Erohî ye, Pîrezîn Axayê Garisî û Gurgîn Axayê Berwarî bûye. Di vî şerê azadiyê da piraniya Herêma Botanê ji dest Hikûmetê derêxistine û kontrol kirine. Ew şer çend heyv domandiye, lê belê Hikûmetê ew dorpêç kirine û di herêmê de asê mane.
Şêx Ebdurehmanê Garisî harîkarî ji Mala Şekir Axayê Giravî xwestiye. Ew eşîrên herêmê heta eşîra Ertûşiyan jî, bi harîkariya wan rabûne. Li geliyê Jîrkan derbeyên mezin li eskerên tirkan dane, li wêrê du tabûrên wan ibade kirine û rê vekirine, bi rêka gundê Kêsteyê derbasê Kurdistana Îraqê bûne. Ew xelkê ku hatine, li #Zaxo#, deşta Silîvanê, li #Şingal#, #Mûsil# û #Duhokê# berbelav bûne.
Di wê navê re leşkerên tirkan, Pîrezîn Axa û kurê wî, Yaqûb Axa û kurê wî (her wekî Seyîd Riza û kurê wî), Gurgîn Axa û gelek şervanên dî girtine, birine li ber çemê Ava Kezerê ew tev gulebaran kirine.
Şêx Ebdurehmanê Garisî, endamê hereketa Xoybûnê bûye jî û nêzînkiya wî pir bi Malbata Bedirxaniyan re jî hebûye, têkilî bi Şêx Ehmedê Berzanî re daniye û ji xwe berê têkiliya wî bi Mele Mistefa Barzanî re hebûye.
Lê belê piştî ku Şoreşa Şêx Ebdurehmanê Garisî berbelav bûye, Şêx Evdirehmên her têkiliyên xwe yên siyasî berdewam kirine û her di wê demê de têkilî bi Îhsan Nûrî Paşa re jî daniye.
Di sala 1994'an de Mele Ehmedê Êrsî (li Eruhê) ku yek ji çekdarên Şêx Ebdurehmanê Garisî bûye û weha gotiye: ”Ez jî bi Şêx Ebdurehmanê Garisî re bûm. Em çûn Kurdistana Îraqê. Pêşî em çûn ba Şêx Ehmedê Berzanî. Şêx Evdirehmanê Garisî harîkarî jê xwest, da em Şoreşa Agirî xurt bikin û herêma Botanê jî ji destên dewletê derxînin. Şêx Ehmed belê da Şêx Ebdureman ku dê harîkarî bike. Piştre em derbasî herêma Soranê bûn û em çûn ba Malbata Şêx Mehmûdê Berzencî, me harîkarî ji wan jî xwest.”
”Di vegerê da em hatin Hewlêrê, li wirê Reşît Axayê Turkman, Şêx Evdirehman bi destê îngilîzan da girtin. Îngilîzan Şêx birin Mûsil û 40 roj girtî hêlan. Wê demê mezinekî ermenî li Mûsilê hebûye, têkiliyên wî bi Ingilîzan re xweş bûne, wî Şêx Evdirehmanî da berdan.”
Li Zaxoyê ermeniyekî ji herdu çavan kor hebû, ez xelet nebim, navê wî Vartan bû, rojekê gote min: ”Du katibên Şêx Evdirehman ên ermen hebûne, hertim pê re digeriyan.”
Hevalekî min Pêşmerge jî hebû, babê wî çekdarekî Şêx Evdirehman bûye. Wî ji devê babê xwe weha seh kiribû û gote min: ”Şêx Ebdurehman piştî ji Mûsilê hatiye, derbas bûye çûye Sûrî.”
Haco Axa, rûniştî ye
”Dema ku Şêx Ebdurehman hatiye Sûrî, têkelî bi Haco Axa û Nayîfê Paşê re daniye. Konsolosê Fransayê dîtiye. Li wêrê teybûra xwe kirine ku harîkarî bikin û bên şerê azadiyê bikin. Piştre Şêx çûye Bêrûtê û Mîr Celadet Bedirxan dîtiye. Dema Şêx ziviriye, Mîr Celadet kopalek û xencerekê dane Şêx Evdirehmanî.”
Şêx Ebdurehmanê Garisî dema ji Bêrûdê hatiye ku here herêma Botanê, li gundê Baneqesrê devera Dêrika Sûrî, çûye mala Mihê Êrkendî. Êrkendî di derbarê Şêx de weha dibêje[çavkanî hewce ye]: ”Wextê Şêx Ebdurehman hat mala me, diya min pir xizmeta wî dikir. Rojekê ha me dît zelamek hat ba Şêx û tifekekî qut di destan de bû, du rext fîşek jî li pişta wî bûn, navê wî Necmoyê Sêrtî bû. Şêx Evdirehman jî zelam kom dikirin da derbasî Bakûr bibit û dest bi şerê azadiyê biket.”
”Necmoyê Sêrtî heroj derdiket ser banan, amacane (nîşan) datanî û tifek bera didanê. Me giliyê wî li ba Şêx Ebdurehman kir ku gundî gazind jê dikin. Şêx xwe li me aciz kir û got: Ev ne şuxlê hewe ye, Necmo xwe li min girtiye û hatiye.
”Wextê ku Şêx Ebdurehman hazirî dikir ku derbasî Bakûr bibe, nexweşiyeke xwîndarî di nêv Eşîra Garisan da peyda bûbû û hatibûn pey wî da here selaheta wan biket.”
Herwiha Mele Ehmedê Êrsî dibêje[çavkanî hewce ye]: ”Nameyek ji Îhsan Nûrî Paşa bi riya Mîr Celadet Bedirxan ji Şêx Evdirehman re hatibû û gotibû: ´Divê hûn li herêma Botanê dest bi hereketekê bikin da şer li ser herêma Agirî sivik bibit.”
Şêx Ebdurehman heman hereket dikit û diçit nêv Garisan, pêşî silaheta mirovên xwe kiriye û ew li hev anîne. Piştre tevî quweta pê re (Necmoyê Sêrtî jî pêre bûye) ji aliyê Herekolê ve çûne ketine nav tixûbê Wanê.
Şêx Ebdurehman Garisî cewab hinartiye ba axayê gundekî, da bêjinê ku Şêx ew şev mêvanê wî ye.
Çend zelam li dora Şêx hebûne û parastina wî dikirin. Lê belê pirî ku Necmoyê Sêrtî dirustiya xwe bi Şêx daye nîşandan, baweriya Şêx pir pê hatiye. Şêx jî gotiye zilaman: ”Bila tenê Necmo li ba min bimîne bes e, hûn tev herin karê xwe bikin.”
Zilamên Şêx Ebdurehmanê Garisî li herêmê belav bûne û çend kes jî çûne gund, Şêx û Necmoyê Sêrtî jî li devereke eyan mane. Nîvsaetekê şûnde îşaret dane Şêx da ew û Necmo jî herin wî gundî.
Şêx û Necmo dane rê û çûne ku herin gund. Şêx li pêşîya Necmo çûye, Necmo jî li pey Şêx bûye. Necmo gotiye Şêx[çavkanî hewce ye]: Şêxê min, tu extiyar î, tifinga xwe jî bide min, da em zû herim.
Şêxê ku baweriya wî bi Necmoyê Sêrtî pir hebû tifeka xwe daye Necmo, destevala daye pêşiyê û ber bi gundê Axê ve çûne. Necmo jî hema yekê nekiriye didu û ji paş va tifek bera Şêx Evdirehmanî daye. Bi hingavtina berikê re Şêx li Necmo ziviriye û destê xwe avêtiye wê xencera ku Mîr Celadet dîyarî dabûyê da li Necmo bixe. Lê belê Necmo tifeka duwê berdaye û li destê Şêx daye.
Necmo piştî ku Şêx Ebdurehman kuştiye, serê wî jê kiriye û xistiye çeltikê xwe û çûye.
Gava zelamên Şêx Ebdurehman dengê du tifekan seh dikin, pêre pêre dizivirin û diçin ba Şêx Evdirehmanî, lê belê Şêx nabînin. Di wê şevê de gopalê Şêx dîtine û li hawîdor geriyane, geriyane û kelaxê Şêx ê bêserî li keviya rê dîtine. Kêra Necmo jî li wêrê dîtine. Êdî fêm kirine ku Necmo Şêx Evdirehman kuştiye, serê wî jê kiriye û bi xwe re biriye.
Piştî lêkolînan, zanîne ku Necmoyê Sêrtî serê Şêx Ebdurehman biriye qezake Wanê û teslîmê qeymeqam kiriye. Necmoyê Sêrtî ku mehkûmê dewletê bû, bi wê çalakiyê xwe daye efûkirin.
Mele Ehmed Yûsif xelkê Zivinga Botan e, wê herêmê rind dinase û cihê ku Şêx Evdirehman Garisî lê şehîd bûye jî, dizane.
Mele Osmanê Goyê gotiye[çavkanî hewce ye]; ”Şêx Evdirehmanê Garisî helbestvanekî bi navûdeng bûye.”
Mele Ebdurehmanê Xendekî gotiye[çavkanî hewce ye]: ”Şêx Evdirehmanê Garisî hatiye gundê me, bûye mêvanê babê min û gundiyan bi rêxistin kiriye.”
Şêx Ebdurehmanê Garisî bi xwe, xwediyê medreseyekê jî bûye. Ji wê medreseyê re digotin Medreseya Garisan û gelek kes li wirê xwendine.
Li herêma Garisan niha jî, piraniya mirovên Şêx Ebdurehman mela û xwende ne.
Lê mixabin heta niha jî kesî li ser Şêx Ebdurehman nenivîsiye û wî lehengê nijadî nedaye nasîn. Tenê kovara Hawarê hin nivîs bi tîpên erebî li serê nivîsîne û ew jî pir kurt bûne.
Dibêjin ku li qontara çiyayê Arnosê, raserî gola Wanê kaniyek heye, li ber kaniyê abîdeyek û li teniştê jî mizgeftek, bi navê Şêx Ebdurehmanê Garisî ye.
Helbesta Celadet Alî Bedirxan li ser Şêx Ebdurehmanê Garisî
Helbesta ku Mîr Celadet li ser Şêx Evdirehmanê Garisî gotiye:
Kanî Derwêş, ka Herekol, ka Kepir?
Ka zozanên bavê-Têlî ka kê bir?
Dibêjin ko Burca-Belek hilweşî
Text û bextê botiyan de ka geşî?
Seyrangeha Banûwa Zîn ma çi bû
Naxuyin qet xişr û xemlên wê li kû
Ka Westanî ka Qesara ka kanî
Kanîn zozan, cihên bilind kebanî
Awan jî bit kanî Beko, ka nêreng
Kanîn ew bezm, kanî bade, kanî beng
Basiret kû, meqşibendî, terîqet
Ka şêxên me, kanî rêzik şeriet
Kanî Seqlan, Seqnefis kû Nêrgizî
Gul û rihan zeriyane, tev rizî
Ka Azîzan, şêx û seyda û axa
Kanîn ew qesr, tev bilind û tev ava
Kanî Sitî, kanî jinmîr û cêrî
Kanîn ew rim, ka huwêzî, şeşperî
Mîr Mihemê ê nêçîrvan kanî kû
Çeper li kû, kovî, hevor, nêrî kû
Ka gêra wî, Gera-Xanî, gejgering
Ka salên me, bekirbegî, xweş devling
Kanî mîrek, ka mifirdî, kanî beng
Kanî lolo, lê lê li kû, kanî deng
Kanîn çeper, betî li kû, ka celab
Nêrekew kû, pêjn û dengên qeb û qab
Bor-mirişkan tenik biye kete ba
Ez botî me diştexilim her bi pa
Ka banê me, yê Azîzan, kanî war
Kepirê de ne kozik in, ne jî dar
Pa ez bêjim, pa dizanim çi bêjim
Pa bi Xwedê wek nexweş im û gêj im
Kanî dîwan, ne diyar e xafa mîr
Ka çîrokbêj, dengbêj li kû kanî pîr
Teter li kû, Axayê-Sor û ew reng
Tenbûr û ney, kemençe û zirne deng
Kanî dawet, qelîsêl û medfûnî
Tirşik, parêv, arok, mehîr, hêkrûnî
Kanî civat, fîl û setrenc, ka zindan
Ko tê de mir, şahê mexrib, Mîr-Alan
Dotmîr li kû, ka mîr Şeref, mîr Ezin
Kanî bavê sitiya Zîn, mîr Zengin
Beg û axa kanî tovrind, kanî dot
Ne mîr mane, ne mîrîtî, ne jî cot
Ne Gurgêl e, ne Finik e, ne Cizîr
Ne rîsipî, ne kefxwê ye, ne kizîr
Ne Buhar e, ne Havîna mîr Şeref
Zivistan e, dwanzde hêv tev ber û berf
Ne dêmir in, ne şahînet, ne hevşîn
Kanî mîr Şem, kanî Tacîn û Gurgîn
Kanî ew bext, kanî bextî, ka koçer
Sadon li kû, ew serekê şevînger
Kanî mêrxas, ka xulam û mifirdî
Ka li kû man ew gernasên nedîtî
Ka zirtxane, gurz û cidî, kanî hesp
Xencer û rim, kanî şûrên rast û çep
Pira Bafet belê ev e, kevane
Kevin bûne, ne tirîne, sorane
Ji delavê qitikan ve naye deng
Kew û kevok di şînê de ne man ceng
Şeylo bûne kaniyên me ka rejû
Maziyan de ne pel mane ne gezû
Kanî Xanî, Feqeh-Teyran û Mela
Ê Cizerî, ne jî Batê, kes nema
Şax li kû ma ka Berwarî, ka Dêrgul
Tu tişt nema, wemirîne deng û gul
Kanî Xêrkan, Harûnan û Jêliyan
Şûvî li ku, Welat-Kelhok û Goyan
Batûyan kû, Welat-Kilîs, Sipêrti
Ne Soran in, ne Mûsereş, Silopî
Kiçan, Teyan, Dûdêran kû ka Mîran
Hacibêra, kanî Şernex, Garisan
Ne Hesinî, ne Elikî, ne Memî
Eruh li kû, ne Alîyan, Gergerî
Ji garisan ne koçer in, ne dêman
Kanî Zêwkî, Welat-Kêver, Ebasan
Dawûdiyan, Omerkan jî, ka Kheran
Ma kher bûne, tu deng naye ji tuwan
Kanî Xaltan, bira Zerdeşt, Hewherî
Şûrkêşên me, filehên me Hevêrkî
Ka şikefta mîr Miheme, ka perî
Kanî Dasnî, kanî keçên surperî
Kanî Şingar, ka xwalên me, yezîdî
Belav bûne, bê rêzik in bê serî
Dêra-Reben weke berê vala ye
Hejale jî diyar niye raza ye
Mifiryan kû, kanî lavij, lajebêj
Tîr û kevan, şûr û mirtal û destrêj
Ne eşîr in, ne bajarî, ne fileh
Burc û kelat, ne segman in, ne şergeh
Kevnar ne man û nayin pê tu nûjen
Tarî her der, ne kulek in ne rojen
Di Tanzê de ne feqeh in ne mela
Medresa-sor xerabe ye ji nû va
Kela Ewrex her bi ba ye, kela kevn
Tê de îro pîrhevok in û çend tevn
Kanî Şêx im, Evdirehman garisî
Ew jî kuştin sorgula me çilmisî
Herê lawo tev de çûne nînin nin
Destê me de ne hesp mane ne jî zîn
Kurdistanê tu abadin, her heyî
Îro, sibe û hergav jbî dê hebî[1]
— Celadet Bedirxan