Navê pirtûkê: KURDÎ 6 Kurmancî
Navê nivîskar: Prof. Dr. Kadri Yıldırım
Yrd. Doç. Dr. Abdurrahman Adak
Yrd. Doç. Dr. Hayrullah Acar
Yrd. Doç. Dr. Tahirhan Aydın
Öğr. Gör. İbrahim Bingöl
Öğr. Gör. Ramazan Pertev
Öğr. Gör. Ramazan Çeçen
Öğr. Gör. Mikail Bülbül
Öğr. Gör. Zülküf Ergün
Cihê çapkirina pirtûkê: Tîrkiyê
Navê çapxaneyê: MEB
Rêzikên xwendingehê
Mamoste derheqê rêzikên xwendingehê de ji xwendekaran dipirse û ew jî bersiva wî didin.
Mamoste : Gelo her yek ji we dikare behsa rêzikeke xwendingehê bike?
Serdar : Ez bê destûra mamoste naaxivim.
Ehmed : Ez di polê de nabezim.
Zeyneb : Ez pola xwe qirêj nakim.
Ronahî : Ez di wexta xwe de têm xwendingehê.
Rizgar : Ez di wexta xwe de dikevim dersê.
Dilber : Dema ku ez pirsgirêkekê dibînim, ez mamoste jê haydar dikim.
Zelal : Ez qirşûqalan navêjim derdora xwe.
Baran : Ez kelûpelên hevalên xwe bê destûr bi kar naynim.
Rêzan : Dema ku hevalên min biaxivin ez li wan guhdarî dikim.
Fatîme : Dema ku mamoste dersê dide ez gotina wî nabirim.
Kerem : Ez kelûpelên polê bi baldarî bi kar tînim.
Bawer : Ez jî hemû rêzikên xwendingehê bi cih tînim.[1]